Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê 9 meh li pey xwe hişt

Li Wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 283’an û de bi koma 57’an, bi biryardariyek mezin dom dike.

Video Player

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 283’an de bi koma 57’an berdewam dike.

Dewirgirtina çalakiyê li Komîteya Malbatên Şehîdan a wargehê bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 56’an Evîn Colemêrgî axivî.

Evîn Colemêrg di destpêka axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û got: “Dagirker dixwazin me fêrî jiyanek bê Rêber Apo bikin. Lê em tu caran wê jiyanê qebul nakin. Bila gelê Kurd baş bizane, emê heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe dest ji çalakiyên xwe bernedin. Em wek ciwan û jinên ciwan, têkoşîna li her derê Kurdistanê silav dikin. Şerek dijwar heye û li ser me gelek komplo hene. Divê em wek ciwan timî têbikoşin.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar