Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Erdogan li beranberî îradeya polayî binketiye’

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî êrişên dewleta Tirk, hatina Erdogan ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê axivîn û bilêvkirin ku dewleta faşîst di erdnîgariya Rojhilata Navîn de dewletekî zilmkare û wiha gotin: “Hişmendiya ku bi felsefe û paradîgmaya Rêbertî hatî hunandin wê ticarî rewatiyê nede faşîzmê.”

Roja 22’ê Nîsanê şefê faşîst Erdogan ji bo ku êrişên xwe li herêmê berfireh bike, çûbû Bexda û Başûrê Kurdistanê. Têkildarî vê mijarê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji ajansa me re axivîn û bang li dewleta Iraqê kirin ku neyê lîstoka dewleta Tirk a faşît û peymanên ji bo qirkirina Kurdan îmze neke.

‘Dewleta Tirkiye dixwaze Iraqê jî bike hevkarê xwe’

Welatiya bi navê Ezîme Avyanî hatina Erdogan a Iraq û Başûrê Kurdistanê bi tûndî şermezar kir û got: “Erdogan hatiye Başûrê Kurdistanê alîkarî bixwaze ku bikaribe şerê xwe di Başûr de berfireh bike. Gelo ew kîjan Kurde ku li Başûrê Kurdistanê beranberî ala Tirk ya ku daniye li ser Kelha Hewlêrê bêdeng bimîne? Divê gelê Başûr vê yekê qebûl nekin. Ji ber ku eger îro ala xwe li ser Kelha Hewlêr vekin, wê sibe baregehên xwe jî li ser Kelhê çêbikin. Dewleta Tirkiye dixwaze Iraqê jî bike hevkarê xwe û vî şerî li Başûrê Kurdistanê berfireh bike. Bi nermî nêzîkî Başûrê Kurdistanê dibin, dibêjin em birayê hevin, em dostê hevin lê ev dostanî û biratiya wan derewe. Piştî ku bingehê xwe avakir êdî ew çibike jî wê nikaribe xwe ji destê Tirkiye rizgar bike. Mala Barzanî çiqas bêje dewleta Tirkiye ji ber PKK’ê tê, lê encam ne PKK ye. Ji ber vê jî em hîvîdikin ku gelê Kurd çavên xwe li vê yekê negirin, îro hatiye Başûrê Kurdistanê dagir bike, ji ber wê jî alîkarî ji PDK û dewleta Iraqê dixwaze.”

‘Dewleta Tirk di nava xwe de têkçûye’

Ezîme Avyanî di dawiya axaftinên xwe de îşaret bi plan û projeyên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraqê û  dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha peyîvî: “Dewleta Tirk di nava xwe de têkçûye, weke bacanekî ji nava xwe riziye, tenê qalikê ser maye. Ji bo ku temenê xwe dirêjtir bike xwe davêje ber lingê hemû dewlet û partiyan. Ne tenê PKK, partiyên di Başûrê Kurdistanê de ji derveyî PDK’ê yên din hemû di hedefa wî de ne. Dema Iraq kete destê dewleta Tirkiyê, ew jî wê bê tinekirin. Ji ber vê yekê jî em hîvîdikin ku her çar parçeyên Kurdistanê rabin ser lingan li xak, al û welatê xwe xwedî derbikevin. Her roj li çiyayên Kurdistanê bombebarane, ji bo wê jî îro ne roja di mal de rûniştinê ye.”

‘Dewletekî zilimkare’

Mamoste Yusif Kara jî derbarê dagirkerî û êrişên dewleta faşîst a Tirkiye ya li ser Kurdistanê wiha axivî: “Şerekî dirêj nêzî çil salin di navbera Tevgera azadiyê û dewleta faşîst de tê domandin. Dewleta Tirk nahêle netewa Kurd di raya giştî ya cîhanî de, weke netewên din yên cîhanî li ser vê xaka pîroz destkeftiyên xwe bidestbixe. Hemû rê û rêbazên qirêj û şerekî topyekûn yê bê edalet li beranberî netewa Kurd, li beranberî hêza şoreşger ya Kurd dide meşandin. Dewleta faşîst di erdnîgariya Rojhilata Navîn de dewletekî zilmkare, ti maf nedaye kêmneteweyên ku di wê erdnîgariyê de jiyan dike, her tim bi êriş, qirkirin û bişaftinê re xwestiye destkeftiyên xwe li ser wan bide ferzkirin û di wê erdnîgariyê de desthilatdariya xwe bide domandin. Dixwaze hişmendiya împaratoriya osmanî carekî din li ser xaka Rojhilata Navîn serwer bike. Vêya jî dixwaze bi faşizm û qirkirina xwe serwer bike, bi taybet dixwaze li ser netewa Kurd zêdetir bide pêş. Ji ber ku astengiya herî mezin û erdnîgariya herî dewlemend di Rojhilata Navîn de, Mezopotamya ye, erdnîgariya Kurdistanê ye.”

‘Dewleta faşîst binxistin’

Yusuf Kara waha dawî li axaftinên xwe anî: “Dewleta Tirk dixwaze carekî din vê dagirkeriya xwe bi taybet li Başûrê Kurdistanê hem rewa bike û hem jî fermî bike. Erdogan çûye Bexda û Hewlêrê, qaşo Hewlêr paytexta Kurdistanê ye, lê alên Tirkiye li hemû kolanên wê hatine daliqandin. Ev bitemamî îradeya xwe radestî faşîzma Erdogan kirine û Erdogan jî dijminê Kurdane. Dixwaze vê bi hikumeta Iraqê jî fermî bike, li gorî me şopandî dibêjin wê 22 peymanan îmze bikin. Yek ji peymana sereke peymana ewlehiyê ye, peymana ser netewa Kurd û tevgera azadiyê ye, dixwaze Iraqê jî beşdarî vê konseptê bike. Bangawaziya min ji bo gelê Kurdistanî yê welatperwer, pêwîste di vê pêvajoyê de helwestekî layîqê îradeya polayî nîşan bide. Ez bawerim wê îradeya polayî biserkeve, hişmendiya ku bi felsefe û paradigmaya Rêbertî hatî hunandin wê ti carî rewatiyê nede faşîzmê. Wek Wargeha Mexmûr daxwaza me ji dewleta Iraqê ewe ku peymanên diderbarê qirkirina Kurdan de îmze neke.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar