Ticker

10/recent/ticker-posts

Hevşaredarên Mexmûrê: Emê erka ser milê xwe pêkbînin

 Hevaşredarên nû yên wargeha Mexmûrê sipasiyên xwe ji bo xelkê wargehê pêşkêş kirin û gotin: “Wek şaredarî emê hewl bidin di hemû aliyan de ji bo gelê xwe bibin bersiv, erk û berpirsyartiya ku bikeve ser milê me, emê pêkbînin û soz didin ku bibin layîqê wan.”


Hevşaredarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fatma Bîlen û Edban Yilmaz têkildarî kar û xebatên xwe yên dû salên pêş ji ajansa me re axivîn.

Hevşaredar Fatma Bîlen di axaftinên xwe de da diyarkirin ku hilbijartinek demokratîk pêkhatiye û wiha got: “Ev dû carin ez ji aliyê gel ve weke hevşaredar têm hilbijartin, ji bo vê ez sipasiya xelkê wargehê dikim. Wek şaredarî projeyên ku me dema borî ji bo wargehê danibû pêşiya xwe, li gorî derfetên heyî me kar û xebat dan meşandin. Di aliyê av, paqijî, bînesazî, çêkirina qenalên avê, nûkirina cadeyan û hwd, me gelek xebat dan meşandin. Me gelek proje pêşkêşî Hikûmeta Iraqê kirine, li rûxmê ku şaredariya me di Iraqê de fermiye jî, lê bi ti awayî ev proje nehatine pejirandin. Di vê dema nû ku me dest bi xebatê kirî de, emê hewl bibin wan projeyên ku di destê me de mayî, wek sera û çewlikên mirîşkan pêkbînin her wiha emê ji bo jinan jî dirûnxane vekin. Emê bi rêya têkiliyên karên derve re zextan li ser Iraqê bikin ku projeyên me pêşkêşî wan kirine pêkbînin. Ji ber ku wan ve proje pêşniyar kiribûn û gotibûn emê pêkbînin, ji bo wê jî divê Iraq xwedî li gotina xwe derbikeve.”

‘Emê giranî bidin ser şînkahiyê’

Fatma Bîlen di dawiya axaftinên xwe de bilêv kir ku wê li gorî derfetên xwe projeyên ji bo wargehê danîne pêşiya xwe pêkbînin û wiha peyîvî: “Emê hewl bidin di vê dema nû de projeyên ku em ji bo wargehê pêkbînin, wek çêkirina parqên zarokan a di her semtekê de û çêkirina salona sporê, emê bixin meriyetê. Bi wê ve girêdayî emê cade û parqên wargehê jî nû bikin. Wek tê zanîn em di erdnîgariyekî germahiya wê zêde de jyandikin, ji bo wargeha me hîn bitendûristir bibe, emê giranî bidin ser şînkahiyê û hewl bidin hîn zêdetir wargehê di aliyê ekolojî û paqijiyê de biparêzin. Hewldanên me yên ji bo pêkanîna projeyên ku Iraqê gotine emê pêkbînin wê bidome.”

‘Hilbijartinek serkeftî pêkhat’

Hevşaredar Edban Yilmaz jî destpêkê spasiya xelkê wargehê kir ku ew weke hevşaredar hibijartine û wiha axivî: “Ev hilbijartin di 12’ê Nîsanê de bi serkeftî pêkhat. Her wiha tevlîbûna gel ya li ser sindoqan jî moralekî mezin da. Ji bo tevlîbûna gel û alîkariya hemû saziyên wargehê em sipas dikin. Wek wargeh em di erdnîgariyek wisa de jiyan dikin ku ji her alî ve bandorî li ser hene. Tê zanîn ku ji aliyê herêma Kurdistanê ve ambargoyek bi salane tê meşandin, gel ji herêma Kurdistanê bêpar maye ji ber wê berê xwe dane Iraqê. Me di aliyê xizmetgûzarî de projeyên xwe pêşkêşî Iraqê kirine, lê di rewşên siyasî de bandora hinek hêzên ji derve jî li ser wan dike, mixabin ti alîkarî bi vî gelî re nayê kirin. Em jî weke gel bi derfetên heyî xwe bi xwe îdare dikin. Ji îro û şûnde erka ku me girtî ser milê xwe, emê hewl bidin di hemû aliyan de ji bo gelê xwe bibin bersiv.”

‘Em nikarin ji dewlemendiyên Iraqê sûd bigirin’

Edban Yilmaz bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Emê hewl bidin ji derve de hinek projeyên weke çêkirina salona sporê, saheyên volaybolê û hwd ji bo ciwanan pêşbixin. Lê emê çiqasî bikaribin ji derve de piştgiriyekê bistînin û wê bi me re bibin alîkar, ev jî dimîne ser nêzîkatiyên Iraqê. Di wî alî de wargeha me di hinek aliyan de sînordarkiriye, ji ber ku em weke gel nikarin ji dewlemendiyên Iraqê sûd bigirin û Iraq jî me paşguh dike. Wek şaredarî erk û berpirsyartiya ku bikeve ser milê me, emê pêkbînin û soz didin ku bibin layîqê wan.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar