Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakvanên Mexmûrê: Bi azadiya Rêber Apo re wê dawî li şer jî were

Çalakvanên çalakiya nobetê ya Wargeha Mexmûrê: “Sedema kirîz û şerê li Rojhilata Navîn diqewime, tecrîda li ser Rêber Apo ye. Ger Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe wê dawî li van şeran were, aştî û aramî çêbibe. Çareserî xeta me ya sor ango Rêber Apo ye.”

Armanc Herekol

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 517 rojin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Çalakvanên çalakiyê hertim, bang li gelên azadîxwaz dikin da ku ji bo dawî anîna tecrîda li ser Rêber Apo dakevin kolanan. Derbarê mijarê de çalakvanên di çalakiyê de ji ajansa me re axivîn.

‘Çareserî Rêber Apo ye’

Çalakvanê bi navê Salih Şirnexî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin bi tûndî şermezar kir û got; “Armanca tecrîdê dengê Rêbertî ji gel dayîna qûtkirine. Dijmin dixwaze gelê Kurd û taybet jî gelên azadîxwaz ji fikir û felsefeya Rêber Apo bê par bimînin. Tenê Rêber Apo dikare çareseriyê bîne. Ji ber ku aktorê sereke yê aştî û demokrasiyê Rêberê me ye. Dijmin jî vê rolê dibîne û ji ber wê jî tecrîda li ser Rêberê me her ku diçe girantir dikin. Bi girankirina tecrîdê re, qirkirina gelê Kurd roj bi roj zêdetir dike. Rêya demokrasî û aştiya gelan Rêber Apo ye.”

‘Bibin bersiva demê’

Salih Şirnexî di nava axaftinên xwe de qala çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên meşandin kir û wiha pêde çû: “Li her derê cîhanê çalakiyên bi nirx û bi wate ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Lê mixabin em têr nabînin, ji ber ku hîna Rêberê me bi fîzîkî azad nebûye. Divê em hîn zêdetir têkoşîna xwe mezin bikin. Em divê bibin bersiva demê. Em dikarin hîn di asta jor de çalakiyan li dar bixin. Çalakiyên me çiqas mezin û bi watebin, wê ewqas destê Rêberê me jî bi hêz be. Li Mexmûrê jî ev zêdeyî 100 komin em di çalakiyê de ne û salek jî li pey xwe hêlaye. Bi şêwazên cuda em dikarin vê tecrîda dijî mirovahiyê biruxînin. Banga min ji bo jin û ciwanan ewe ku beşdarî nava refên azadiyê bibin. Her wiha bang li gelê Ewropa dikim, li ber derê CPT û Konseya Ewropayê çalakiyên mezin li dar bixin. Rêber Apo vîn û nasnameya me ye. Divê em rojek ji ya din zûtir Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.”

‘Fikrên Rêbertî dawiya dagirkeran tîne’

Li ser heman mijarê çalakvanê bi navê Mehmûd Repinî jî axivî û di destpêka axaftinên xwe de da zanîn ku armanca vê tecrîdê tunekirina gelê Kurde û wiha axivî: “Dijmin jî dizane, dema ku bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin, wê gelê Kurd perspektîfan bistîne û hîn zêdetir zindî be. Ji bo wê hevdîtin tên qedexekirin. Tê zanîn beriya çend rojan faşîst Bahçelî gotibû bila heyetek ya DEM Partî biçe Îmraliyê. Lê ev yek hate sekinandin, ji ber dagirkirina Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane sekinandin. Planek bû û em vê dizanin. Niha di Rojhilata Navîn de şer û aloziyek mezin heye. Rejîma Baas ruxiya û komên çeteyan li Sûriyê belav bûn. Armanc dagirkirina tevahî destkeftiyên Rêveberiya Xwesere. Ji ber vê yekî jî tecrîda li ser Rêber Apo tê girankirin. Ji ber ku dizanin fikrên Rêber Apo pêşî li dagirkeriyê digire.”

‘Emê tecrîdê biruxînin’

Mehmûd Repinî bilêvkir ku Rêber Apo baxive û bi fîzîkî azad bibe wê dawiya çete û dagirkeran were û bi van gotinan dirêjî da axaftinên xwe: “Çawa ku Kobanî bi banga Rêber Apo hate rizgarkirin, wê dîsa jî bi banga Rêber Apo tevahî gel bêne rizgarkirin. Dijmin ji me pitir vê rola mezin yê Rêber Apo dizane. Çi dikin bila bikin, Rêbertî xeta me ya sore. Ev 26 salin di wê girtîgehê de ye. Emê vê zilmê biruxînin. Fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo li cîhanê belav bûye û êdî Kurd tûnebin jî wê ev fikir winda nebe. Kengî jî be wê serkeftin bibe ya xwediyên vê felsefê. Emê jî heta dawî ji bo civaka xwe têbikoşin. Wê ew nekarin bi vê tecrîdê re me bidin sekinandin. Emê wê tecrîdê biruxînin û Rêberê xwe bi fîzîkî azadbikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar