Di her lêgerîna azadiyê û her têkoşîna li dijî kedxwarî û dagirkeriyê de, rola ciwanan rolekî navendî ye. Wek ciwan em ne tenê perçeyên di çêbûna dîrokê de ne, em sazkarên dîrokê ne. Lê belê, da ku em bikaribin vê rola xwe bileyîzin û jiyana azad bafirînin, şertê bingehîn yekbûna dil û mejî ye. Di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de hişmendiyek pêşket ku tenê bi rêyên analîtîk çareseriyan digere. Aloziya mezin ku îro cîhan têde ye, bi hezar caran îspatkir ku ev yek ne gengaze. Şerên herî bi hovane û xwezayek ku heta dawiyê hat talankirin encama vê yekê ne. Qutbûna zekaya analîtîk ya ji zekaya hestiyar xefikek mezine û bê ku mirov vê yekê sererast bike, çareserî nayên peydakirin. Di beşa pêşî de em dixwazin li zekaya mirov binêrin û nîşan dikin ku zekaya hestiyarî û analîtîk ne dijberî hevin, berovajî vê xwe gihandina rastiyê bi yekîtiya her duyan gengaz dibe. Dema em dibêjin zeka, pir caran mantiq û analîz tê bîra me. Lê belê cîhana derûnî ya mirovan tenê bi van hêmanan re sînordar namîne. Di dirêjahiya dîrokê de, mirovan pirs kiriye ka hest çawa bi mantiqê re têkildarin û xeyalkirin çawa çêdibe. Têgihiştina me ya ji rastiyê re rê dide me ku em têkiliya di navbera hişmendiya hestiyarî û analîtîk de fêm bikin. Aqilê hestiyarî yek ji kevintirîn pêvajoyên derûnî yên mirovahiyê ye. Ji hêla pêşveçûnê ve, mirov neçar bû ku xwe ne tenê bispêrin ramanên xwe, di heman demê de xwe bispêrin hest û ajoyên xwe jî da ku bijîn. Civakên destpêkê bi hîsên mîna hezkirin, tirs û girêdanê xurt bûn û yekîtiya xwe mayînde kirin. Lê belê, di serdema nûjen de, zekaya analîtîk ev têkilî xistiye siya xwe. Ji Şoreşa Pîşesazî û vir ve, sîstema cîhanî ya ku li ser bingeha mantiq û rasyonalîteyê ye, cihê hişmendiya hestiyarî ye her ku çû teng kir. Ev yek di têgihiştina mirovahiyê ya ji bo xwe û derdora xwe de bûye sedema qutbûnek bi zerar. Zekaya analîtîk ji bo kontrolkirina vê cîhana kaotîk û bêsînor dikeve dewrê. Lê belê, dema ku ev kontrol kûrahiya qada hestiyarî paşguh dike, hişê mirov nivço dimîne. Bêyî rêvekirina li herikîna hestan, zekaya analîtîk tenê bi serê xwe nikare watedarbûyîna giştî bafirînin. Aqilê hestiyarî cîhê zekaya analîtîk nagire; ew wê temam dike. Dîtina gerdûnê di nav tovên qûmê de an jî têgihîştina tevahiya hestên mirovî di mimîka rû de tenê dema ku ev her du şêwazên zeka bi hev re bixebitin grngaze. Afirandinên herî mezin ên mirovahiyê huner, zanist û felsefeye encama lihevhatina van herdu aqilan. Dema ku zekaya analîtîk avahî û pergalan avadike, zekaya hestiyar têgihiştina bandora vê pergalê li ser mirov avadike. Dema ku ji hev vediqetin, yek dibe mekanîzmayek sar, ya din jî vediguhere lehiyeke kaotîk a hestan. Veqetandina zekaya hestiyarî û analîtîk hevsengiya ferd û civakan xirab dike. Lê bele, bi hevgirtina van her du cureyên zeka, mirovahî hem bi awayekî ferdî û hem jî bi awayekî kolektîf hebûneke mezintir qezenc dike. Aqilê rast di ahenga zekaya analîtîk û hestiyarî de avadibe û hêza xwe ji yekîtiya wan digire.
Rêzan
Cûdî
0 Yorumlar