Çavê hemû cîhanê li Sûriyê ye. Di encama bûyer û pêşketinên dû hefteyên dawî yên li Sûriyê rejîma Baas hilweşiya. Niha li Sûriyê serdemek bi dawî bû û serdemeke nû destpê kir. Bê gûman em bi pêşketinên dû hefteyên dawî nehatin van rojan. Em di encama têkoşîna bi salan a gelên Sûriyê û bi taybet jî bi têkoşîna gelê Kurd de hatin roja îro. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya ku pêşxistî, di têkbirina hişmedî û siyaseta despotîk a desthilatdariyê û pergala netew-dewlet ya tekperest a li Sûriyeyê de kedeke xwe ya mezin û diyarker heye. Li Rojhilata Navîn ti gelan bi qasî gelê Kurd ji pergala netew-dewlet a tekperest zerer nedîtiye. Gelê Kurd ne tenê li Sûriyê, li tevahiya Rojhilata Navîn di têkbirina sîstema netew-dewleta tekperest û hişmendiya desthilatdariyê ya despotîk de kedeke girîng daye. Ji tevkariyê zêdetir gelê Kurd pêşengiya vê kir û dike.
Rejîma
Baasê di pergala netew-dewletê ya tekperest de israr kir û bi vî awayî dawiya
xwe anî. Em dizanin ku li gel hemû hewldanên Tevgera Azadiya Kurd, rejîma Baas
nexwest rastiyê bibîne û pişta xwe da rastiyê. Ger rejîma Baas pişta xwe nedaba
rastiyan, ger daxwaza gelên Sûriyê ya azadî û demokrasiyê bidîta û nêzikî vegûhertina
demokratîk bibûya, rewşa neyînî li Sûriyê ewqas dirêj nedibû, pirsgirêk ewqas
kûr nedibûn û gel wê ewqas êş nekişanda. Hilweşîna desthilata Sadam Husên, bû
destpêka hilweşîna pergala netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn. Bi rûxandina
rejîma Baas a Sûriyê re careke din nîşanî me da ku pergala netew-dewletê wê li
her derê hilweşe û nikare ji vê çarenûsê rizgar bibe.
Rêber Apo
pergala netew-dewletê bi kûrahî analîz kir. Da zanîn ku çavkaniya hemû
pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pergala netew-dewlete û di qonaxa heyî de
pergala netew-dewletê wê êdî li pêşberî têkoşîna gelan nemîne û hilweşe.
Pêşketinên li Sûriyê careke din Rêber Apo piştrast kir. Niha li Sûriyê derfetê
avakirina jiyaneke nû, bi hev re, wekhev, demokratîk û azad, bi hemû maf,
ziman, ol, mezheb û çandan re heye. Pêşveçûneke bi vî rengî ya li Sûriyê wê
bibe alîkariyeke mezin ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Hemû gelên Sûriyê
bi taybetî gelê Kurd, vê dixwazin û ji bo vê têdikoşin. Hêviya me ewe ku ev
hesreta gelên Sûriyê pêkwere. Zemînê vê heye, ev derfet derketiye holê. Bê gûman
gelê Kurd û hemû gelê Sûriyê vê yekê heq dikin.
Weke ku tê
dîtin, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Sûriyê didomîne û şer û pevçûnan gur
dike. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze hişmendiya tekperest û
despotîk li Sûriyê careke din serdest bibe. Dewleta Tirk Sûriya kevin dixwaze.
Dewleta Tirk, Artêşa Millî ya Sûriyê bi armanca tinekirina Şoreşa Rojava û ji
bo dagirkirina Rojava ji bo temamkirina qirkirina Kurdan, avakir. Yê ku niha
êriş dike, Artêşa Millî ya Sûriyê ye. Berxwedana gelê Kurd û gelên din ên Bakur
û Rojhilatê Sûriyê li dijî wane. Komên din ên ku di bin navê HTŞ'ê de hatin cem
hev, heta niha li dijî gel êriş nekirine. Lê belê ji bo ev kom êrişî Rojava û
gelê Kurd bikin, dewleta Tirk di nava hewldaneke dijwar de ye. Wê demê divê
bertek û nerazîbûn, çalakî li dijî Artêşa Millî ya Sûriyê be. Divê binavkirin
jî li gorî wê be. Ne raste ku mirov bêyî ku navê wan bîne ziman bi tenê bêje,
çete êriş dikin û nabe ku mirov her kesî bixe heman kategoriyê. Êriş ji aliyê
dewleta Tirk û Artêşa Millî ya Sûriyê ve tên kirin. Divê bi vî rengî nav lê
were kirin. Divê her kes di vî warî de baldar be. Bi taybetî divê çapemeniya
azad girîngiyê bide vê yekê.
Bi taybetî
gelê Kurd gelên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk
berxwedaneke mezin pêşdixe. Niha êriş li Minbicê tên kirin. Li vir jî
berxwedaneke mezin heye. Bi berxwedana mezin a li Minbicê re gelên Bakur û
Rojhilatê Sûriyê da xuyakirin ku ewê dest ji helwesta xwe ya berxwedanê
bernedin. Îro ew roje ku gel bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî xwe bi rêxistin
bike û li ser vî bingehî parastina xwe pêşbixe. Li cihê ku ev pêş bikeve, ti
êrişên qirkirinê bi ser nakevin. Serketin ya gele ku bi rûhê Şerê Gelê
Şoreşgerî li ber xwe dide. Ev yek wê li Rojava û Sûriyê pêkwere û gelê Kurd wê
di Sûriye ya nû û demokratîk a ku derkeve holê de cihê xwe bigire.
Navenda
Nûçeyan
0 Yorumlar