Bersivên gel:
-Axe.
-Welate.
-Jiyana
azade.
-Jîngehe.
-Cih û ware.
-Binesaziye.
-Nîştecih
bûne.
-Hebûna
mirove.
-Malovanî.
-Meskene.
War bi
pênaseya herî sade koka mirove. Cihê ku mirov aydê wê û li ser bi çand, ziman û
xwebûna xwe bê şer û nakokî bi hemû rengên xwe ve li ser dijî ye.
War ew
parçe ax an jî herêma ku diyar û sînoreke xwe yê taybet aydê mirov û civakane.
Bi al û rengên xwe diyarkirî ne. Divê mirov tenê weke parçeyek ax an sînoreke
xêzkirî nebîne. Ev parçe xak an jî sînorê hatî nîşankirin ne tenê ciheke ku
mirov lê bijî ye, hemwextî wê nîjat, reng, ziman, çand û hebûna mirov bi giştî
civaka mirov ya ji civakên din cuda dike ye.
Bi hemû
aliyên xwe yek ji hêlîna ku mirov ji nav rabe û teşe bigire ye. Bi kaniyên xwe,
deşt û newalên xwe, çiya û baniyên xwe hemû rengî xwe îfade dike. Heman demê
mirovên wê jî dişibe wê xakê. Xakeke dewlemend û wareke jiyanê be, mirovên wê
jî vê taybetmendiya keramet digire û yek ji xisûsyetên wê yên ji civakên din
cuda dike ye. Eger em mînakek bidin, em tenê li cih yan jî mirovên cihên cuda
binêrin bi sîmayên rûyên xwe xet û nîşanên wê emê bizanin ku cih an jî warên
wan taybetmendiyên çawa ne. Ji mirovên Ewropayê bigire heta tê Efrîqa mirov
binêre taybetmendî û warên wan mirovên wan jî wisa ji hev cihê ne. Nexasim çand
û kevneşopiyên wan bi serê xwe dewlemendiyên herî girîngin.
Me li jor
îfade kiribû ku ev parçe cak mala mirove. Li vir
bi pênaseyeke hê giştîtir bê destgirtin, war welate. Erdnîgariya ku civakek bi
hemû pêkhate û rengên xwe, bawerî bi hev re dijî ye. Ji bo wê ye ku eger
îfadeyek bê kirin divê zêdetir di vê çarçoveyê de lê bê nêrîn. Ji ber ku mirov
ji vê zêdetir biçûktir bigire ku aydê malek an çend kesek wê baş neyê
pênasekirin. Ji bo vê war bi pênaseyeke giştî bê girtina dest û bi wî rengî bê
nirxandin zêdetir wê rast be. Welat heman demê netew, çand û zimanên civak,
gelan û netewan diyar dike. Di vê çarçoveyê de xisûsyeta herî derdikeve pêş
netew û hevrebûna bawerî û gelane.
Ti welat
tenê civakek yan jî netewek li ser ne jiyaye pêk nehatiye. Her war û netew bi
xwîneke hevpar a çi olan be çi jî gel û civakan be hatiye avakirin û bi hev re
di bin sêwana alek, du ziman an jî heta sê zimanî bi hev re dijîne. Dîsa li gel
vê gelek ziman û civakên bi hev re hatine ser welatekê bi demê re winda bûne
yan jî bi ser neteweya herî zêde ve heliyaye û hebûna xwe winda kiriye. Gelek
jî hê jî bi hêjmarên biçûk jî be li ber xwe dide. Nimûneyên vê di roja me ya
îro de jî heye. Dîsa heta gelê Kurd ê yek ji civak û netewek herî dewlemend û
qedîm a Rojhilata Navîne ji bo destxistina war û hebûna xwe bi sedê salane şer
dike. Her çendî sînor û xetên wê yên ji
gava yekem û kevneşopiyên wê diyarin, lê ji ber bindestî û talankirina wê tê
înkarkirin û tine tê hesibandin. Têkoşîna vê ya îro têkirin, hebûna xwe ya
dîrokî dayîna qebûlkirin û berdêla vê ya tê xwestin bi zêdahî daye û hê jî
dide. Ji bo vê ye ku eger ev war û erd ne ewqas girîngbûna kesê wiha bedel
nedida. Ji bo wê ye ku hemû bedelên tê dayîn ji bo bi reng, ziman û çanda xwe
hebûna xwe bijî ye.
0 Yorumlar