Mihemed Tunç ê 14 salî ku yek ji zarokên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudi ye, diyar kir ku daxwaza wî ewe ku di demê pêş de bibe hunermendek yê gelê Kurd û got: “Min di 5 saliya xwe de dest bi sitran gotinê kir.”
Dîroka çûyî di bin şopên çanda mirovahiyê de dimînin. Ger hûn bixwazin paşmayên çandî yên balkêş li pey xwe bihêlin, pêwîste hûn zarokên xwe li ser bingehê çanda mutlaq ya civaka xwe mezin bikin. Ji bîrnekin sermayeya mirov ya herî mezin, dewlemendiya çanda mirove. Di heman demê de hunandina jiyanê bi huner û vesazkirina çandê pêkane. Ji bo vê yekê jî divê civaka heyî li ser bingehek xurt ya zanista çand û hunerê were perwerdekirin. Erkê her ferdek yê civakê ewe ku xwe di aliyê hunera civaka xwe de bigihîne astek diyar. Ev çi di aliyê nexş, wêne, mûzîk, nivîs, destan, serpêhatî, çîrok, amûrên mûzîkê yan jî di aliyê şano û sînema de be.
Her zarokek xezîneyekî ku nehatî keşifkirine. Ji bo ku huner û kêrhatinên wî/ê zarokî bên keşifkirin, divê em wek civak bi wi/ê zarokê re eleqeder bibin. Em di vir de vê pirsê ji xwe bikin, gelo wek civak em çiqas di rastiya vê yekê de jiyan dikin û wek tê xwestin bi zarokên xwe re eleqeder dibin? Pêwîste em di her kêliyên jiyanê de vê pirsê ji xwe bikin. Ji ber ku yên bingehê çanda me ya Kurdewarî bi parêzin zarokên me ne.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji 5 hezaran zêdetir zarok jiyan dikin. Ev zarok li ser bingehê çanda Kurdewarî û zimanê Kurdî perwerdeya xwe dibînin. Lê gelo ev tenê ji bo perwerdekirina zarokekê têrkere?
Mihemed Tunç jî yek ji van zarokane ku bingehê perwerdeya xwe li ser çanda Kurdewarî dibîne û qala heskirina xwe ya gotina stranên Kudî ji ajansa me re dike.
Mihemed Tunç yê 14 salî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di nava şert û mercên penaberiyê de çavê xwe li jiyanê vedike. Mîna hemû zarokên penaber ji warê bav û kalan dûr, gavên despêkê yên jiyanê di nava penaberiyê de davêje. Rûxmê zorî û zehmetiyên jiyana penaberiyê jî, kêlî bi kêlî zarokatiya xwe jiyan dike û fêrî vê çola Mexmûrê dibe. Li wargehê dest bi xwendina dibistanê dike.
Mihemed Tunç di destpêka axaftina xwe de daxuya kirin ku ew ji gotina sitranên Kurdî gelek hezdike û wiha dibêje: “Min di 5 saliya xwe dest bi sitran gotinê kir. Min 9 salan bi zimanê Kurdî perwerde dîtiye. Ji ber ku ez di dibistanê de ne jêhatî bûm, min dest ji dibistanê berdaye û niha şivantiyê dikim. Ez dixwazim di demê pêş de bibim hunermendek yê gelê Kurd.”
Mihemedê biçûk bi xeyalên zarokatî û bi hestên zarokekî penaber ku li ser bingehê çanda Kurdewarî mezin dibe, dixwaze xwe di asta hunera Kurdî de pêşbixe. Di heman demê de xwe fêrî şert û mercên jiyanê dike û di vî temenê xwe yê biçûk de dest bi kar kiriye. Ji karê ku dike jî hezdike, ji ber ku mîna sitran gotinê ji sewalên xwe jî hezdike û bi wan re eleqeder dibe. Wek hemû zarokan jî xwedî xeyalên mezin yên jiyanê ye.
0 Yorumlar