Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: BÊRÎTAN HILAL


Ji sal 1990 heta 94  gelek gund ji ber zilma dewleta Tirk hat valakirin û di heman demê de gelek mirov hat êşkence û qetilkirin. Malbata heval Bêrîtan jî yek ji wan malbatan bû ku ji ber zilm, zordarî û êrişkariya dewleta Tirk ya faşîst neçar dibinin ku penaber bibin. Daxwaza dewleta Tirk ji malbat û gelek malbatan ew bû ku îxanetê li xwe, dîroka xwe û qewmê xwe bikin û çeka wan hilgirin. Da ku rojekê bi wê çeka ku rakirine, pêşeroj, dîrok û nasnameya zarokên xwe bikujin. Gelo ma mirov çawa dikare îxanetê li xwe bike, çawa dikare şerbeta îxanetê vexwe. Di nava mirovahiyê de çawa bikaribe serê xwe rabike? Lê dayîk û bavê rêheval Bêrîtan ava Botanê vexwaribûn, li çiyayên asî û bi heybet mezin bûbûn. Çiyayên ku ti carî rê ne dane dijminên Kurdan. Çiyayên ku ji gelek serhildan û egîdan re şahidî kiriye. Lê Bêrîtan van çiyayên ku ji her egîdekê re malovanî kiribû ne dîtibû, ji kaniyên ku jiyanê di afirandin av nevxwaribû, lê ew bersinga dayîka xwe ya ku ji kaniyên esil av vaxwaribû mezin bû û bi lorînên pîrika xwe ya ku bi dengê çiyayî raborî û pêşerojê di lorand mezin dibû. Li ber axînên bavê xwe yên ku ji bo çiya, deşt û nawalên gund û axa xwe dikşand mezin dibû. Zeynab Kara bi nasnav Bêritan Hilal di sala 1998’an de li Wargeha Mexmûrê çavên xwe li jiyanek nû jiyanek penaberî de vedike. Sala ku Wargeha Mexmûrê tê avakirin, çolek zûha, bê av, çola ku çûk jî ne di firiyan, tenê warê mar û dipûşka bû. Lê gelê ku ji bo rûmeta xwe ketibû ser şopa heqîqetê ev warê çol û çolistan kirin warê jiyan û bihûştê. Bêrîtan jî keçek bû di wê bihûşta ku nû dihat avakirin de  mezin dibû. Ev bihûşit ne ew bihûşta ku bi destê pergala zilam dihat avakirin, ev bihûşta bi destê dayîkên ku êşên xwe vedigûherînin hêz, bîr û baweriyê dihat avakirin. Dayîka Bêrîtan gava porê wê dikir kezî tevahî hêviyên pêşerojê di nava telên porên wê de vedihûnand. Rêheval Bêrîtan li wargehê bi zimanê xwe û di dibistana xwe de heta amedeyî dixwîne. Di nav pergala xwe de dixwend û ev yek gelek ew kef xweş dikir û dihişt ku ew bi rastiya xwe re rabe, bê ku dîrok û heqîqet were berovajî kirin. Di nava ewqasî êşan de ewqasî xweşî avakirin, pergala xwe pêş xistin, bi taybetî jî girîngî dayîna perwerdê, ev yek mezinahiya tevgera azadiyê bû. Her çiqasî Bêrîtan li ser axa xwe, di gundê xwe de, li ber quntarên çiyayên xwe yên asî mezin ne bûye jî, lê yek kêlî jî ji wan deran qut nebû. Dayîka wê bi vegotina serpêhatiya xwe, carna  wan dibir sozanên gundê Hilal, carna jî dibir ber ava Mijîn, carna jî dibir Kêla Memê, carna jî wan dibir Çiyayê Şanster da ku ew bilindahî û mezinahiya xwe bizanin. Da ku her yek ji wan bibe çiyayek bi heybet ew çiyayên ku li hember zalim û zordaran dibe stargeh. Rêheval Bêrîtan di nava heval û malbata xwe de weke kesê herî wêrek, zîrek û di karê xwe de bi rêk û pêk dihat naskirin. Bi rastî jî wêrek bû, tirsa wê ji tu tiştekê nebû. Bêrîtan gava di hizirî û guhê xwe dida xwe, ji xwe pirs dikir ‘gelo wêrektiya xwe ji kur digrim?’ Piştre ji xwe re digot; ‘Bêrîtan, wêrektiya te ji Kurdbûyîna te tê, ji çanda dayîka te tê û ji erdnîgeriya te tê.’ Dixwast vê wêrektiya xwe bi zanistê re bike yek, da ku bikaribe rast pêkbîne. Belê Bêrîtan dixwast weke çiyayên xwe bê tirs û ser bilind be, weke çemên warên xwe bi herike, bê ku tu astengiyan nas bike, ji bo ku xwe bi afirîne. Li ser vê lêgerîna xwe di sala 10.03.2016’an de berê xwe dide çiyayên serbilind, çiyayên warê serpêhatiyên bav û papêrên xwe. Zeyneb ji vê kêliyê şunde wek jinek şoreşger têkoşîna xwe di her lutkeyên çiyayên azad de bidoman da. Navê xwe dike Bêrîtan. Navê jina leheng, jina berxwedêr, jina ku ji bo zarokên penaber mîrasê azadiyê afirandî, navê xaltîka xwe li xwe kir da ku xwedî li mîrasê wan derbikeve, da ku ew jî bibe yek ji wan Bêrîtanên leheng, da ku bibe şopdar û lêgerînvanê heqîqetê. Rêheval Bêrîtan di jiyana xwe ya 18 salan de têkoşînek bê hempa da û her tim bû dildarê azadiyê û di sal 24.11.2016. li Gare digihije karwanên nemiran.

Yorum Gönder

0 Yorumlar