Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Wargeha Mexmûrê Şehîd Yûsûf, Têkoşer û Zerdeşt hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmehê, li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûbûn, bi merasîmekî girseya hatin bibîr anîn.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sê şehîdên HPG’ê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmehê li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûbûn, bi merasîmek girseya hatin bibîr anîn.

Merasîma bîranînê, li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi amadebûna gelê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Ehemed Nêrwehî axivî.

Ehmed Nêwehî di destpêka axaftina xwe de qala girîngî û nirxê şehîdan kir û wiha got: “Me gelek cangorî li ser vê dikê bi mînetdariyek mezin, oxir kirine. Bê gûman, tu welat bê xwîn nayên azadkirin. Yên herî zêde ji bo azadiyê xwîn rijandî Kurdin. Ji ber ku dijminê me ne yek û ne jî dû ne. Li hember dagirkeriya Kurdistanê, bi hezaran cangoriyên mîna Yûsûf xwe qurbanî vê dozê kirine.  Sînorê ku dijmin daniyê, Yûsûf ne pejirand. Ji bo têkbirina vî sînorî her tim di nava hewldana de bû. Heval Yûsûf hevalek giranbiha bû. Emê tu carî nedin ji bîrkirin. Di hemû têkoşînan de yên mezlûm bi serketine, em jî mezlumin û emç jî serbikevin.”

Piştî axaftina Ehmed Nêrwehî hevjîna Yûsif Pîrosî, Beyaz Pîrosî axivî û di serî de xêrhatina gelê amade kir û wiha got: “Em ji niha hetanî salek din qala şehîdan bikin emê nekarin heqê keda wan bidin. Bila serê gelê Kurd saxbî, serê Wargeha Mexmûrê sax be. Raste, êşa me girane, barê min jî girane, lê ew jî mîna hevalên xwe em pê serbilindin. Ya ku em pê êşiyan, xiyanete.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Xiyanet’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar