Ticker

10/recent/ticker-posts

MAMOSTA Û MALBAT JI XWENDEVANAN BERPIRSYARIN!

Rêjeya waneyên xwendevanan her sala ku diçe lewaztir dibin. Dayîka Binevş ku erkdara dibistanek a Mexmûrê ye dibêje: “Pêwîste malbat û mamosta hîn zêdetir bi xwendevanên xwe re eleqederî çêbikin û bala xwendevanan bidin ser dibistanê. Ev erkê me malbat û mamosteyan e.”

Armanc Herekol

Bi derketin û belavbûna teknolojiyê re, rêjeya xwendin û xwe nedayîna waneyên dibistanê li her derê cîhanê derketiye holê. Her wiha li her derê xwendevan ji ber bikaranîna telefon, tablet û her cureyên din ên teknolojiyê, ji dibistanê dûr ketine û di waneyên wan de ketinek pir zêde derketiye holê. Mixabin bandora vê yekê li ser xwendevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî kiriye û bûye sedem ku di rêjeyek zêde de xwendevan di waneyên xwe de bimînin.

Têkildarî vê yek Dayîka Binevş ku Erkdara Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîne û xwendevanan ji nêz de dişopîne, ji rojnama me re qala sedema xwendevanan ku êdî wek berê xwe nadin dibistanê kir, di vê hêlê de rexneyên wê li ser mamosta û malbatên xwendevanan hene.

Bi şansin ku bi zimanê xwe dixwînin

Dayê Binevş di destpêka axaftinên xwe de qala girîngiya perwerdeyê kir û diyar kir ku perwerde ji bo civakê, pir girînge û got: “Piştî ku Rêber Apo derket û fikrên xwe di nav gelê Kurd de belavkir, gelê Kurd êdî girîngî da perwerdeyê û heta astekî civak pêşket. Li Mexmûrê di bin sêwana KCK’ê de perwerde tê dayîn û ev perwerde jî bi zimanê Kurdî ye. Em gelek bi şansin ku zarokên me niha dikarin bi zimanê xwe, bixwînin û pêşbikevin.”

Bi bêderfetiyan destpêkirin

Dayê Binevş di nava axaftinên xwe de qala zorî û zehmetiyên penaberiyê kirin û da zanîn ku wan di nava bê derfetiyan de dibistan avakirine û got: “Bi zor û zehmetiyan me li vir jiyanek da avakirin û ji beriya her tiştî me girîngî da perwerdeyê. Me di bin çadiran de zarokên xwe dan xwendin. Bi yek pênusê, 5 zarokan nivîs dinivîsîn. Mamostayên me di wê taritî û bê derfetiyan de, heta sibehê wane amade dikirin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me gelek zarokên xwe dan xwendin û rêjeyek zêde bûn bijîşk, mamosta, endezyar, parêzer û her weke din.”

Eleqederiyek mezin ji xwendevanan re pêwîste!

Dayê Binevş anî ziman ku rêjeyek zêde xwendevan lewazin û da zanîn ku sedema lewaziya xwendevanan ji sedî 50 malbatin û ji sedî 50 jî mamostane û wiha pêde çû: “Di van salên dawî de kêmaniyên mamosta û yên malbatan, bandorek li ser xwendevanan daye çêkirin. Ji ber ku mamosta êdî wek berê nêzî xwendevanan nabin. Eleqederiyek zêde nadin xwendevanan. Pirsgirêkên kesî zêde didin der û ev yek bandorek nerênî li xwendekaran dike, malbat jî bi heman şêwazî nêzî zarokên xwe dibin. Malbat di van salên dawî de, ji ber nebûna zanko bi rehetî dibêjin zarokên xwe dibistan vala ye û xwendina we ji xwe ye. Ev dibe sedem ku xwendevan ji dibistanê sarbibin. Her wiha zarok heta nîvê şevê li ser telefonan dimînin û malbat nabêje zarokên xwe dest ji telefonê berdin û waneyên xwe bişixûlin. Ev kêmaniyên herdu aliyan dibe sedem ku bandorek nerênî li zarokan bike. Xwendevanên me berê her tim yekemîn bûn, lê niha bi zorê ji refê derdikevin.”

Em berpirsayrin!

Dayê Binevş Hilalî ku ev bi salane li dibistana Şehîd Koçerîn erkdare, xwendevan û mamostayan ji nêz ve dişopîne û bilêv dike ku mamosta û malbat wek berê li ser xwendekaran nasekinin û wiha dibêje: “Ez di aliyekî de, mamosta û malbatên xwendekaran rexnedikim. Pêwîste êdî di perwerdeyê de baş li ser xwedekaran bisekinin. Ez dibînim, mamosta dema ku dibin erkdar erkên xwe baş pêknaynin, ev cihê rexneyê ye, malbat jî zarokên xwe hema ji mal deridixin, li ser waneyên wan nasekinin. Rêjeyek zêde lewaziya xwendekaran heye û em wek malbat û mamosta berpirsyarin ku vê rewşê bi hev re derbaz bikin.”

Herî dawî Dayê Binevş Hilalî bang li malbatên zarokan kir da ku zarokên xwe ji dibistanê nedin sarkirin û eleqederiya pêwîst bi wan re bikin, bang li mamostayan jî kir ji bo ku di sala nû de hîn zêdetir li ser xwendevanan bisekinin û ji bo zarokan bibin bersiv.

Yorum Gönder

0 Yorumlar