Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek mezin didome

 Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewrgirtina koma 10’emîn didome.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi merasîmekê koma 9’emîn çalakî dewrî koma 10’emîn kir.

Merasîme dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 9’emîn Ezîz Koçer axivî.

Ezîz Koçer di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser çalakiya ku li Wargeha Penbaran ya Mexmûrê hatî destpêkirin û wiha got: “Wek tê zanîn ev 30 mehin me tu agahî ji Rêbetiya xwe negirtiye. Ji bo ku me û gerilayên azadiyê ji fikir û ramanên Rêbertî qut bikin, ev tecrit tê girankirin. Gelê Kurd û gerîlayên Azadiyê bi hemû şêwazan ji bo şikandina vê tecrîdê di nava çalakiyan de ne. Wê tu caran dijmin negihe aramancên xwe û wê nekare fikir û felsefeya Rêbertî ji me qut bike. Ji ber ku fikrên Rêber Apo bûne gerdûnî.”

Dewrgirtin bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedan Îmralî’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar