Xiyasedîn Ebûlfetih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî yan jî Emerê Xeyam, lê ew bi gelemperî wek Omer Xeyam tê nasîn.
Omer Xeyam li Nîşapûr a paytexta herêma Xorasanê di 18’ê Gulana 1048’an de ji dayîk dibe. Omer Xeyam helbestvan, fîlozof, matematîknas û stêrnasê navdar ê Îranê ye.
Xeyam di dema xwe de fîlozofiyeke wêrek kiriye. Li dijî şovenîzma paşverûtiyê û Îslama ku berjewendperestiyê dike derketiye. Gelek pirtûkên stêrnasî, jimarnas (matematîk), fîlozofî û helbestvaniyê nivîsiye.
Navê wî di cîhana rojava de cihek mezin digire. Di helbestên xwe de wekî sembola evînî û aştiyê şerab bikaraniye. Çarînên wî yên zîrek û têr evînî îro jî bêhempa ne.
Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîşk û helbestvan bû. Di derbarê jiyana wî de pir kêm zanîn heye, ji bilî wê ew li Nîşeporê hatiye perwerdekirin û piraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nizam el-Mulk bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digeriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Omer Xeyam di 4’ê Kanûna 1123’an de wefat dike.
Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn jî lê ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward Fitzgerald sala 1839’an çarînên Xeyamî bi Inglîzî xist berdestê xwendevanên Rojava. Ji wê demê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her ku diçe zêdetir dibe.
Nêzî 600 çarîn (rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hinek ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paştre li ser navê wî hatine vehûnandin. Lêkolîner ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî ne yên wî ne. Lê ya girîng ew e ku hemû malê Xeyamî tên nasîn.
Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Helbestê Xeyamî li hemû zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemûyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin.
Xwendevanên Kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine Kurmancî û Mamoste Hejar jî gelek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên Kurd. Weşanxaneya Nûbiharê bi wergera Sabah Kara bi navê Rubaiyat helbestên wî weşandiye.
Nivîskar Îkram Balekanî 240 çarînên Omer Xeyam ji
orijînala wan a parsî bi zimanekî sade û şirîn wergerandin ser zimanê Farsî û
ji aliyê Weşanên Evrenselê ve hatin tomarkirin.

0 Yorumlar