Dewleta têkçûyî, dewleta Tirk a qirker, mêtinger... Êdî rojane kiryar û hovîtiyên cûr be cûr li dijî Tevgera Azadiya Kurd, gelê azadîxwaz, demokrat pêktînin. Jixwe hemû siyasetên xwe yê derve û hundir mîna bîsmîllaha quranê bi van sîfetan dest bi gotinên xwe dike. Bi vê yekê li hundir netewperestî û mîlîtarîzm şovenîzmê sor dike, li derve jî hewl dide piştgiriyê bigire weke ku timî rastî êrişan tê, axa wî hatiye parçekirin, bi rola mexduriyetê dilîze. Hemû çavkanî, dewlemendiya Tirkiyê di oxira tinekirin û tasfiyekirina rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê, Tevgera Azadiyê serf dike, ji hêz û dewletên mêtinger re pêşkeş dike û tawizan dide. Bi vê polîtîkayê ve girêdayî gelên Tirkiyê jî di her alî de dibin qurbanî, bi taybetî aborî di hemû warên jiyanê de qeyranek mirovî dijîn. Yên dengê xwe li hemberî van polîtîka û kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê derdixin jî bi girtin, êşkence û kuştinê re rû bi rû dimînin an jî bi lîstokên cûr be cûr wan marjînal dikin da ku nikaribin mafên xwe yên jê bê par bûne bixwazin. Lê mixabin aliyên siyasî, muxalefet jî nikaribûn li dijî faşîzma heyî bibin xwedî helwest û guhertinan bidin avakirin, berovajî bûn amûrê van polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê. Ev yek di hilbijartinên borî de jî bi awayek eşkere derket holê. Helbet têkoşîn û hewldanên hêzên azadîxwaz, demokrat, sosyalîst hebûn lê ne têrker bû. Dîsa levîathana hemdem bi lîstok, dek û dolaban, bi piştgiriyên hêzên gladyo, hegemon kursiyê xwe qayîm kir û dest bi plan û polîkayên faşîzane kir da ku bi tepisandina gel, hêzên demokrat û tevgera azadiyê xeyalên xwe pêk bîne.
Ev
dewleta têkçûyî weke tê dîtin bi hundir re sînordar nema, polîtîkayên xwe yên
qirker, faşîst ji sînorên xwe derbasî welatên derdorê xwe kir. Di nava qeyran û
tengasiyeke kûr de ye ku ji bo nefesek bistîne, xwe ji rewşa heyî derbixe
pêwîstî bi dagirkirin û mêtinkirinê dibîne. Ji bo vê tengasî û qeyrana xwe
derbas bike dîsa berê xwe dide Kurdan û çareseriyê di tinekirina wan de dibîne.
Îro şênberiya vê polîtîkayê êrişên zêde ya li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê de dibînin. Bi
SIHA’yan êrişî gelê Kurd, gerîlayên azadiyê tê kirin, di heman demê de gelên
heremê jî para xwe ji wan êrişan digirin. Mixabin weke ku timî bi daxuyaniyan,
konferansan, kombûnan tê bilêvkirin hêzên navneteweyî li hember van êrişan
bêdeng in, çavên xwe li kiryarên dijmirovî ya dagirkeriya Tirkiyê digirin. Her
wiha piştî êrişan ji hemû aliyan ve bangawaziya rawestandina êrişan tên kirin,
lê hêzên ku çiraya kesk ji êrişên dewleta dagirker re vêxistine guhên xwe ji
bangawaziyan re girtine û li pey berjewendiyên xwe ketine. Li gor vê rewşê
bangawazî, çalakiyên rûniştinê, meş, daxuyanî jî di rola xwe de têrker nabin.
Derbarê vê mijarê de Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murad Karayilan jî
hişyarî dabû gel, rewşenbîr û kesên azadîxwaz ku dest ji bangawaziyan berdin,
dest bi çalakî û serhildanan bikin. Li dijî pergala qirker û mêtinger têkoşîn û
berxwedanê mezin bikin. Rewşa heyî pêwîste bala xwe bidin vê yekê ku karibin li
dijî vê pergalê serkeftinê bidest bixin.
Li
gorî vê, êrişên dagirkeriya Tirkiyê bi taybetî li ser çapemeniya azad a ku wan
êrişên hovane, dijmirovî belge dike,
raya giştî û gel hayedar dike, heqîqetê radixe pêş çavan ji her demê zêdetir
dibin. Li Bakurê Kurdistanê bi qirkirina siyasî gelek rojnameger xistin
girtîgehê, bi êşkence û zordariyê xwestin heqîqeta heyî veşêrin. Rojnamegerên
li ser wan ti rewşên ku suc pênase bike nebe jî dîsa bi rojan di binçavan de
girtin da ku bi tirsandinê pênûsên wan bêdeng bikin. Dema mirov dîroka nêz jî
binêre komeleyên çapemeniyê, rojname, kovar ku rastiya dagirkeriya Tirkiyê
anîne ziman carna bi rêbazên girtina saziyan, cezayên pere û carna jî bi faîlî
mechul ku kiryarên wan nediyare rojnameger, xebatkar hatine qetilkirin bi vî
awayî xwestin polîtîkayên xwe yên qirêj ji gel, raya giştî û cihanê veşêrin,
heqîqetê asteng bikin. Lê tevî kuştin, binçavkirin, êşkence û girtinê jî
rojnamegerên soza rastî û heqîqetê dane pênûsa xwe nedan sekinandin, timî di
nava liv û tevgerê de xebatên xwe domandin û rastî ragihandin.
Piştî
hilbijartinên borî jî dema plan û polîtîkayên nû ketin meriyetê, hemû gel û
pêkhateyên azadîxwaz demokrat bi êrişên zêde re rû bi rû hatin, helbet di vê
rewşê de çapemeniya azad, rojnameger jî ku li pey şopa heqîqetê ne para xwe ji
wan êrişan girtin. Niha civaka Tirkiyê di destê pergala qirker de dîl girtî ye,
dilê wan çawa dixwaze digrin û dikujin. Bi taybet li hemberî siyasetmedar,
rojnameger û hunermendên Kurd ev polîtîka bi tûndî tên meşandin. Beşên din ên
Kurdistanê li Rojava û Başûr jî êriş di heman çarçoveyê de li ser esasê tinekirinê
didomin. Herî dawî jî li Rojavayê Kurdistanê çapemeniya azad bûn armanca êrişên
dagirkeriyê. Di encama vê êrişê de karmendek ji çapemeniyê şehîd bû,
rojnamegerek jî bi giranî birîndar bû. Her wiha di derbarê vê êrişê de dîsa
bangawazî hate kirin, bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin. Helbet
ev bertek di cih de ne ku bang li hêzên berpirs bikin da ku li erka xwe rabin.
Lê dîsa jî emê guh bidin Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murad Karayilan ku
digot: şuna bangawazî û şermezarkirina hêzên navneteweyî bibêjin; êdî dem dema
serhildan û bilindkirina têkoşînê ye.
Armanc Hêvî

0 Yorumlar