13’emîn Konferansa Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ku di 2’yê Îlonê de bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Zap, Avaşîn û Metîna li berxwe bidin û xwe bigihînin azadiya fîzîk ya Rêber Apo’ hate lidarxistin, sê rojan domand.
13’emîn Konferansa Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ku di 2’yê Îlonê de bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Zap, Avaşîn û Metîna li berxwebidin û xwe bigihînin azadiya fîzîk ya Rêber Apo’ hate lidarxistin, sê rojan domand. Konferans li avahiya Mala Gel hate lidarxistin. Avahiya konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Komîteya Perwerdeyê û herwiha bi dovîzên ‘Perwerde paqijiya hişmendiya civakê ye’, ‘Gelê bê wêje di dilê, mirovê bê ziman de ye’ hate xemilandin.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdsitanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji Hevserokatiya Meclsa Gel ya Mexmûrê Yusuf Kara axaftina vekirina konferansê kir.
Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de konferans li hemû delege, mamosta û mêvanên amade pîroz kir û wiha got: “Dijminê ku nesîbê xwe ji mirovahî negirtiye ji bo bişaftin û têkbirina netewa Kurd, hemû teknîk û teknolojiya xwe bi kartînin. Em jî wek parçeyek vê şoreşê ji zilma dijminê xwînxwar û xayînên nemerd yên li ser wargeh û perwerdê ne dûrîn. Ji bo em bikaribin li hember van hêzan xwedî îrade û hêz bin û bi şoreşa xwe re yekpar bin, pêşeroj, dîrok, ziman û çanda xwe li hember wan bigihînin lûtkeyê, pêwîstî bi konfirans û komaxebatên wiha heye.”
Di konfiranasê de perspektîfên Rêbertî yên têkildarî perwerdeyê, perspektîfên KCK’ê yên têkildarî perwerdeyê, rapora Komîteya Perwerdeyê ya du salan û rapora xebatên xweser yên perwerdeyê yên du salan hatin xwendin.
Piştî xwendinê mamosta û delegeyên amade têkildarî xebatên du salan yên Komîteya Perwerdeyê nirxandinên xwe parve kirin. Di encama nîqaşan de gelek pêşniyar û biryar ji bo xebatên du salên pêşiya komîta perwerdê hatin kirin.
Herwiha rêziknameya komîteya perwerdeyê bi erêkirina delegeyên amade re hat derbaz kirin û hevberdekên komîteya perwerdeyê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê axaftina girtina konferansê ji aliyê Hevberdevkê berê mamoste Xelîl Bîlen ve hat kirin.
Xelîl Bîlen di destpêka axaftina xwe de 13’emîn Konferansa Perwerdeya Mexmûrê li hemû delegeyên amade û mêvanan pîroz kir û wiha got: “Nirxandinên gelek hêja û girîng di vê konferansê de hatin kirin, ji ber ku ev konferans ya rewşenbîrên wargehê ye hêvî û daxwazên ku ji vê çêkerê bên kirin pir zêde ne. Perwerde di gelek şêwazên cûda de derbazbûye yanî ji wê rojê heta roja me ya îro gelek rêbaz hatine guhertin. Tişta herî girîng divê hûn beriya her tiştî bawer bikin, ji ber ku bawerî serkeftinê bixwe re tîne. Dubare ez vê konferansê li Rêber Apo, şehîdan û tevahî delegeyên amade pîroz dikim.”
Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.

0 Yorumlar