Komîteya Perwerdê ya Xweser bi tevlîbûna 120 delegeyan 6. Konferansa xwe lidarxist. Mamoste Hezar Nerexî têkildarî konferansê got: “Di konferansê de rewşa perwerdê, xwendevan, mamoste û malbatan hatin nirxandin. Di konferansê de diyar bû ku tekane rêya perwerdeyek bi tendurist û azadiya jinê, mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Armanc Herekol
Di 25’ê
Tebaxê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna 120
delegeyan 6. Konferansa Komîteya Perwerdeya Xweser hat li darxistin. konferans
bi kelecanek mezin destpêkir û bi nîqaş, nirxandin û pêşniyarên dewlemend, bi
serkeftî dawî bû.
Mamoste Hezar
Nerexî têkildarî naveroka 6. Konferansa Komîteya Perwerdê ya Xweser, ji rojnama
me re peyivî û anî ziman ku ew bi saya Rêber Apo û keda şehîdan heta vê astê
hatine.
Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû
Hezar
Nerexî di destpêka axaftinên xwe de 6. Konferansa Komîteya Perwerdê ya Xweser
diyarî Rêber Apo û tevahî jinên şoreşger kir û got: “Bi tevlîbûna 120 delegeyan,
me konferansa xwe li darxist. Di pêvajoyek wisa girîng de, li darxistina
konferansek wisa ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Bi dehan mêvan jî tevlî
konferansa me bûn û ji bo wê em şanazbûn. Armanca me ya sereke mîsogerkirina
azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû.”
Keda
Rêber Apo û şehîdan ji bîr nekin!
Nerexî
diyar kir ku perwerde ji bo her netew û civakê hêmana bingehîne û wiha pêde çû:
“Perwerde, yek ji lingên herî girîng ê civakê ye. Ji ber ku civakek bê
perwerde, civakek bê rêxistinkirî ye. Wek wargeh jî, em pir bi şansin ku bi
zimanê zikmakî perwerde didin û dibînin. Hêza me ya sereke perwerdeya me ye. Ger
em perwerdê esas negirin, wê di hêla jiyanî û siyasî de gelek lewazî û
kêmaniyên me rûbidin. Bi saya Rêber Apo û şehîdan, em niha bi zimanê xwe
perwerde dibînin. Ev yek xeyalê tevahî Kurdan e. Ji bo wê divê em ti caran
Rêber Apo û şehîdên ku canê xwe di vê rêyê de feda kirî ji bîr nekin. Wan
şehîdan çand, ziman, nasname, hebûn û vîna me parastin. Ger em wan ji bîr
bikin, emê nebin xwedî jiyanek azad.”
Ji bo pêşxistinê
nîqaş kirin
Hezar di
nava axaftinên xwe de da zanîn ku di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê
Kurd Abdullah Ocalan ên li ser perwerdê hatin xwedin û wiha behsa naveroka
konferansê kir: “Raporên kar û xebatên du salan hatin xwendin. Xebatên du salan
hatin nirxandin, rexne û rexnedayîn derketin pêş. Her wiha taybet tecrîda
girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Şert û
mercên Îmraliyê hatin nirxandin û ji bo ku tecrîd bê şikandin, pêwistî bi çi
heye hatin gotûbêjkirin. Rewşa perwerdê, mamosteyan, xwendevanan û malbatên
xwendevanan hatin nirxandin. Kêm û kurtiyên ku di perwerdeyê de hatine
jiyankirin, hatin rexnekirin û alternatîf hatin avakirin. Bi giştî baş
derbazbû, li ser bingehê pêşxistinê nîqaş hatin meşandin. Plansazî ji bo demê
pêş hatin girtin.”
Herî dawî
Mamoste Hezar Nerexî diyarkir ku biryarên hatine girtin û rexneyên ku hatine
kirin, li ser sekinîn çêbibe û tekane rêya perwerdeyek bi tendurist û jiyanek
aram, azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ye.


0 Yorumlar