Ticker

10/recent/ticker-posts

SÎNORÊ VÊ BERFIREHE


Tundûtûjî pirsgirekek mirovahî ya dîroka kevnar e. Tundûtûjî ji nebûna bîrdozî û zanebûnê tê kirin.  kiryarekî bi darezorê ye. Kesekî xwe li ser kesekê/î, civakekî, neteweyekî yan jî cinsekî din bide ferz kirin û mafê wan desteser bike, dikeve katagoriya tundûtûjiyê. Di vê têkîliyê de dibe ku du alî bûn hebe lê ne siruştî heye, yek lêdide û yek jî lêdan dixwe. Her çiqas tundûtûjî bi mirova bê tarîf kirin jî lê em dizanin sînorê vê berfirehe, ne tenê li ser mirovan, li ser xweza û gerdûnê jî tê pêkanîn. Her wiha di pêkanîna tundûtûjiya li ser kes de malbat cihekî girîng digire. Ji ber ku malbat prototîpa dewletê ye, dema dixwaze hikumdariyê pêkbîne di nav malbatê de zilma xwe tatmîn dike. Ji ber ku bi feraseta zilamtî! sîstem û rêvaberiya tundûtûjiyê li ser me pêktên. Ger em baş fêhm nekin, emê nikaribin li beramberî vê têkoşînê jî bikin. Her çiqas gelek rêbazên tundûtûjî hebin jî lê wek sê cûreyan tê bi nav kirin. Tundûtûjiya cesteyî, derûnî û seksî ye. Tundûtûjiya cesteyî; cûreke ku bi çav tê dîtin e. Di vir de hêza cesteyî bi bandore. Di encama vê de şînbûna laş, êş, jan, şewitandin û kuştin heye. Tundûtûjiya derûnî; Cûreyê tundûtûjiya herî bi ziravî tê pêkanîn e. Ji bilindbûna deng bigrin heta dijûn dayîn û meyzekirinê dikare were pêkanîn. Her wiha biçûk dîtin, bêmafî û neheqî jî digire nava xwe. Tundûtûjiya seksî; laş firoşî, destdirêjî, tacîz, bê xwesteka aliyekî peywendiyê cinsî, nêzîkatiyên taybet ku jinan wek amûrekî cinsî dîtin, fîlmê porno û îstîsmara zarokan xalên herî ber bi çavin.

Tundûtûjî xwe dispêre hişmendiya baviksalarî ya desthilatdar û milkiyetdariya ku penc hezar sale li ser jinan tê ferz kirin. Dema mirov li serdema koletî, feodal û sermayedar meyze dike mirov vekirî dibîne ku di bingeh de heman tişte. Şaman, reîs, qral, serf, împarator û dewlet hemû ji hemanin. Wek nimûne Şaman dibêje; divê ez hikûm bikim, Gilgamêş dibêje; ez xwida qralim, Platon dibêje; ez dewletim, Napolyon dibêje; pere ezim, Darvîn dibêje; ez hêzim, Destkartes dibêje; ez aqilim, Marx dibêje; ez proleterim, Hîtler dibêje; ez Almanim netewekî hilbijartîme, Stalîn dibêje; ez sosyalîstim û hwd. Di gotinên wan kesan de zemînê tundûtûjiyê rewa dike heye. Ev jî dibe xelekek ya jî zincîra dîroka tundûtûjiyê. Dibe ku ew kes ne mabin lê em dizanin şopdarên wan, wan nadin ji bîrkirin. Roj derbas nabe ku bi hezaran jin rû bi rûyê tundûtûjiyê neyên. Di encamê de rêjeya tundûtûjî pir zêde bûye û hatiye astek metirsîdar, divê pêşiya vê bê girtin. Ji ber ku jî aliyekê ve rêjeya tundûtûjiyê zêde bûye û ji aliyê din ve jî jinên ku ji destê zilaman rizgar dibin xwe dikujin, mirinê ji xwe re weke xelasiyê dibînin.

Li wargeha me jî rêjeya tundûtûjiyê ya li ser jinan tê kirin bilind bûye. Ev ji bo civaka me babetek girînge û divê em demildest li ser bisekinin. Her çiqas hinek bûyerên tundûtûjiyê tên eşkere kirin jî lê hîn gelek jin û malbat vê rastiyê vedişêrin. Bihîstina vê ji xwe re şerm dibînin, lê pêkanîna vê normal dibînin ev jî ne tiştekî raste. Ji ber ku ev wargeh ji fikir û felsefeya Rêber Apo bawer dikin û li ser esasê civaka bi exlaq û polîtîk xwe bi rêxistin dike, nabe tundûtûjî bê kirin û bê veşartin. Divê bi ti şêweyî şîddeta ku li ser jinan tê kirin normal neyê dîtin. Jin jî mirove û xwedî mafe. Bi salane Rêber Apo vê rastiyê ji bo me dubare dibêje. Bi hezaran keçên vê civakê li ser vê bîr û baweriyê têkoşîn dikin û şehîd dibin, wê demê em bi Rêber Apo re bi nakokin. Ji bo me bi êş û giran be jî, divê em rastiyê bibînin. Em fêhmkirinên xwe yên di derbarê Rêber Apo de li ber çav re derbas bikin. Rêber Apo di her kêliyên jiyana xwe de ji bo wekhevî û azadiya jinan têkoşîn dike. Divê her zilamek ku fikir û felsefa Rêber Apo dipejirîne pêwîste li gorî vê rastiyê xwe bigre dest. Jin hebûnek sirûştî ye û di sirûştiya gerdûnê de tû tişt ji ya din ne mafdartire. Her hebûnek bi cêwazbûna xwe xweşik e. Divê em di aliyê wateyê de jinan bigrin dest, hebûn, vîn û bedena wê ayîdê wê bibînin û rêzdar nêz bibin. Divê jin xwe wek hebûnek bê hez, bê vîn û nezan nebînin. Pêwîste birayê ku em bihevre mezin bûyîn, bavê ku em danîn li ser milên xwe, kurê ku ji bedena me bûyî hebûnek û hevserê xwe yê ku em jiyanê bi wan re parvedikin perwerde bikin, bi guherînin û bi ti şêweyî tundûtûjiya ku li ser me dikin em qabûl nekin. Divê em Rêber Apo fêhmbikin û pêkbînin.  

Sarya Zerdeşt


 

Yorum Gönder

0 Yorumlar