Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Yûsûf Pîrosî û Dilgeş Zîlan ku di demên cûda de di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hat vedan.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Yûsûf Pîrosî û Dilgeş Zîlan ku di demên cûda de di encama bombardûmana dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hat vedan.
Konê sersaxiyê ya herdû gerîlayan, ji aliyê gelê wargehê û saziyên wargehê ve hat ziyaretkirin. Beriya ku axaftin werin kirin di kesayeta her dû gerîlayan de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê sazî û şêniyên wargehê Hevseroka Şaredariya Wargehê Fatma Bîlen di taziyeya Şehîd Dilgeş Zîlan de axivî.
Fatma Bîlen di serî de, di kesayeta şehîd Dilgeş Zîlan de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Em ji bo şehîdekî çiqas bêjin wê ne bes be. Îro em di pêvajoyekî gelek girîng de derbaz dibin. Em hatine astek wisa ku bikaribin bi berxwedan û piştgiriyeke xwirt van xayîn û xwînmijan ji nav xwe derbêxin. Bila tu carî dijmin keyfxweş nebe ku bi şehadeta evqas şehîd wê gelê Kurd bê quwet bikeve. Berovajî wê, em bi van şehîdan hêz digrin û bi quwert dibin. Ew ala ku wan di nîvî de hiştîn emê bigihînin serkeftinê û emê bi xwîna van şehîdan hem Rêbertiya xwe û hem jî Kurdistana xwe azad bikin.”
Herwiha li ser navê malbata Şehîd Dilgeş jî Huseyîn Guzireşî axivî û destpêkê xêrhatina gelê amade kir û wiha peyîvî: “Bi axafitinê em nikarin şehîdan îfade bikin û wê kêm jî be. Heval Dilgeş jî 13 salên xwe bê dudilî bi coş û kelecanek mezin li hemberî dijmin têkoşîn da meşandin. Bila dijmin baş bizanibe çiqas şehîdên me çêbibin jî emê dest ji têkoşîna xwe bernadin û emê heta serkeftinê bibin. Ji bo vê em jî dibêjin serê Rêber Apo, hevrêyên wî yên di çeperan de û tevahî gelê Kurd yê welatparêz û gelê wargehê saxbe.”
Hevseroka Meclîsa Gel ya wargehê Fîlîz Budak jî di taziyeya Şehîd Yûsûf Pîrosî de axivî û destpêkê di kesayeta Şehîd Yûsûf de hemû şehîdên Şoreşê bibîr anî û wiha got: “Em di meha Îlonê de ne, ji 7’ê heta 17’ê Îlonê çar lehengên têkoşîna azadiya Kurdistanê ku mirov dikare bêje hêvênê vê îdeolojiyê û ev îdeolojî dayî avakirin û ev tevger bûye kevirê wê yê bingehîn, bi minasebeta 14’ê Tîrmehê roja mirinê ji bo em ji mirina ku têdene rabin, roj bi roj bedenên xwe danîn ber mirinekî fîzîkî. Di ruh de şiyarbûna me pêwîst dikir ku we xwe bi bedenî feda bikin, enceq bi wî awayî me karî em di ruh û mejî de li Kurd bûna xwe bihesin ku em bêjin em Kurdin. Di vê mehê de emê kadrobûyîna rast a PKK’ê ji Kemal Pîr û Xeyriyan, kadrobûyîna Pergala KCK’ê ya Netewa Demokratîk ku welatparêzek bibe xwedî pîvan ji gelê xwe re emê ji heval Yûsûfan fêr bibin. Di her dû aliyan de her ku em bixwazin bibin ferdekî rast yê vê pergalê, bibin endamekî yê Netewa Demokratîk û em bêjin bi rastî jî gelekî di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de ne, emê bêjin ka kesayeta heval Yûsûf çawabû, kesayeta heval Ebûzêd çawabû pîvan û rêgezên me wê li ser wê be. Encex em wê demê bikaribin bêjin em gelekî di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de ne û em xwediyê van têkoşeranin. Li ser vî bingehî em dibêjin destpêkê serê Rêber Apo, rêhevalên wî û tevahî gelê Kurd yê welatparêz saxbe.”
Li ser navê malbata Şehîd Yûsûf, hevjîna wî Beyaz Pîrosî axivî û destpêkê xêrhatina gelê amade kir û wiha axivî: “Destpêkê serê Rêber Apo, gelê Kurd yê xwedî şeref û wijdan û serê hevrêyên wî saxbe. Em çiqas bêjin em nikarin bi gotinan heqê wî bibinê. Em li hemberî hemû şehîdên vê mehê bejna xwe ditewînin û em dibêjin serê gelê Kurd saxbe hûn hemû bi xêr hatine.”
Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

0 Yorumlar