Ticker

10/recent/ticker-posts

Dr. EGÎD: XWARINÊN BI TENDURIST BIXWIN!

Dr. Egîd Kobanê têkildarî nexweşiyên ku li Wargeha Mexmûrê rû didin got: “Di giştî gelê wargehê de pirsgirêka kêmbûna vîtamînan heye. Her wiha gelê me ji ber panîk û pirsgirêkên derûnî, bûne nexweşê neweşiyê.”

Armanc Herekol


Dr. Egîd Kobanê ji rojnama me re behsa nexweşiyên ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) rû didin û xwe parastina ji wan nexweşiyan kir.

Pirsgirêkên vîtamînan heye!

Dr. Egîd di destpêka axaftinên xwe de bal kişand li ser vîtamîna D û destnîşankir ku li seranserî cîhanê pirsgirêka vîtamîna D heye û got: “Di tevahiya Iraqê ku Mexmûr jî dikeve nav de, pirsgirêka vîtamînan heye, taybet jî vîtamîna D kême. Ji ber xweza û avheweya wê, di rêjeyek zêdê de vîtamîna D û vîtamênên din kêmin. Dema ku vîtamîna D kêm be, di mirovan de jana hestiyan û masûlkeyan destpêdike. Gelek serlêdan ji nexweşxaneyê re çêdibin ji bo ku fehsên vîtamîna D çêbikin, lê min çêkirina fehsên vîtamîna D, li wargehê daye sekinandin, ji ber ku li gel hemûkesan ev yek heye.”

Zarokên nû ji dayîk bûne bidin ber tavê

Dr. Egîd da zanîn ku zarokên ku nû ji dayîk dibin, pêwîste nîva rojê herî kêm 10 an jî 20 xulekan bidin ber tavê û wiha qalê kir: “Zarokên 1 heyvî heta 6 heyvî pêwîstî bi vîtamîna D heye. Ji bo wê pêwîste nîva rojê, demjimêr 12 heta 2 rojê zarokên xwe 20 xulekan bidin ber tavê. Her wiha ji bo ku hûn vîtamîna D zêdebikin ava fêkiyan, hêk, şîr û bi taybet jî masiyan bixwin. Pêwîste herî kêm di nava hefteyê de du caran masî bê xwarin. Tav bandorê li zarokan dike û vîtamîna wan zêde dibe. Lê ji bo mezinan me li vir ceriband û tavê bandorek li mezinan nekir. Ji ber xwezaya wê, bandor nake û em êdî gihiştin wê zanabûnê ku vîtamîna D li gor cih û xwezayê tê guhertin. Ji ber ku rêjeya ketina vê vîtamîna D ne normal e, lê li seranserî Iraqê rûxmê ku vîtamîna wan a D kême jî tiştek bi wan nayê, ne jan heye ne jî tiştek din. Li ser vî esasî em gihiştin wê zanabûnê ku êdî reqem ne pêwîste. Ev rêje li welatek din bûya, wê mirov nikaribûya tevgerbikira û wê her roj li nexweşxaneyan bûna. Lê li Iraqê ev yek nayê dîtin. Ji ber ku bedena wan ango bunya wan bi hêz e.”

Nekevin pakînê!

Dr. Egîd di nava axaftinên xwe de anî ziman ku gelê wargehê piranî bûne nexweşê nexweşiyê û wiha behsa vê mijarê kir: “Gelê me bi panîk nêzî xwe dibin û ev dibe sedem ku bibin nexweşê nexweşiyê. Ev yek ne rast e. Tansiyona wan dikeve, dikevin panîkê. Di hêla derûnî de ne başe. Divê derûniya xwe têk nebin, nekevin panîkê. Ava ku tê vexwarin ne paqij e, xarinên ku tê xwarin ne bi tenduristin. Ji bo wê divê gelê me ava fêkiyan, hêk, goşt, şîr, masî û tiştên bi tendurist bixwin. Zarokên keç û heta ciwanan xwarina wan ne rêk û pêk in. Divê sererast xwarin bixwin. Taybet jin di hêla derûnî de pêwîste xwe biparêzin, di mal de ye naçin derveyî wargehê û pirsgirêkên malê û civakê re rû bi rû dimînin. Dibe sedem ku bêhntengî û di derûniya wan de pirsgirêk çêbibin. Pêwîste di hêla derûnî de xwe biparêzin.”

Herî dawî Dr. Egîd bang li gel û Şaredariyê kir da ku hîn zêdetir girîngî bidin paqijiyê û diyarkir ku wê dema pêş de germahî bikevin, ji bo wê xwe biparêzin û girîngî bidin dermanên xwezayî.

Yorum Gönder

0 Yorumlar