Endamên Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê têkildarî çalakiya xwe ya ji bo fîzîkî
Azad kirina Rêber Apo dayî destpêkirin wiha axivîn: “Her çalakiya ku em
pêktînin girêdanbûna me ya bi Rêbertî re diyar dike.’
Jiyan Pîran
Wek tê zanîn ev 29 mehin gelê Kurd ti agahiyek di derbarê Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan de ne girtiye û her roj bi hêcetên cûda cezayê disiplînê lê tê
birîn. Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê ji bo balkişandina li ser vê rewşê û fizîkî
azad kirina Rêber Apo çalakiyek dane destpêkirin. Têkildarî vê çalalkiyê Endamên
Meclîsa Ciwanan a Memxûrê ji rojnemeya me re axivîn.
‘Em çalalkiyên xwe xurtir bikin’
Kajîn Ozek di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev 29 mehin dewleta
Tirk a dagirker nehêlaye gelê Kurd ti agahiyekê ji Rêber Apo bigirin û wiha
got: “Ev 29 mehin em bi ti awayî agahî ji Rêbertiya xwe nagirin, dixwazin bi vê
yekê gel û Rêbertî ji hev qutbikin. Berxwedaniya ku îro gelê Kurd dimeşîne hemû
ji bo jiyanek azad û bi Rêbertî re azad jiyankirine. Li ser vî bingehî me di
wargehê de gelek çalakî lidarxistin, wekî ciwan jî me xwest em çalakiyek ya bi
nivîsandina nameyan ji bo Rêbertî lidarbixin û helwesta xwe li hember tecrîdê
diyar bikin. Armanca vê çalakiya me ewe ku her ferdek yê vê wargehê di nava vê
çalakiyê de cih bigre. Em dixwazin hestên heyî yên ji bo Rêbertî bi rêya
nameyan derbixînin holê. Her çalakiya ku em pêktînin girêdanbûna me ya bi
Rêbertî re diyar dike. Heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad nekin,
heta ku em Kurdistanê azad nekin, emê her tim di nava çalakiyan de bin û emê
çalakiyên xwe hîn xurtir jî bikin.”
‘Wê nikaribin me fêrî bê Serokatî jiyankirinê bikin’
Sîpan Yeman jî destnîşan kir ku wê heta fîzîk azadiya Rêber Apo di nava
çalakiyan de bin û wiha anî ziman: “Wek tê zanîn me çalakiyek daye destpêkirin,
çalakiya me jî nivîsîna nameyê ya ji bo Rêbertî ye. Her çiqas ev dijminê me yê dagirker
û hov ku ti pîvanên exlaqî nasnake astengiyan di nava me û Serokê me de çêdike jî
lê wê negihije armanca xwe. Li ser vî bingihî me xwest bi rêya nivîsandina nameyan hestên xwe bigihînin
Serokatiya xwe. Bila dijminê me jî bizanibin em jiyanek bê Rêbertî ti carî
qebûl nakin. Ev nêzî hefteyekêye me ev çalakî organîze kiriye, em dijiminê xwe
baş nasdikin dibe ku ev nameyên me bên astengkirin ku negihije destê Rêbertî,
lê dîsa jî emê bi hêvî, coş û kelecanek mezin xwe bi rêya hestan bigihînin
Rêber Apo. Emê hem wek ciwan û hem wek gel her tim bi Rêbertî re jiyan bikin.
Bila dijmin nebêje Serokatî hatiye jibîr kirin, wê nikaribin me fêrî bê
Serokatî jiyankirinê bikin. Em di wê hêviyê de ne ku ev çalakiya me bibe
stiriyek di nava çavên dijmin de. Her wiha wê ev çalakiya me girêdanbûna me ya
bi Rêbertî re hîn xwirtir bike.”
Sîpan di dawiya gotinên xwe de bang li ciwanan kir ku wek tê xwestin
beşdarî vê çalakiyê bibin û wiha got: “Ev çalakiya me ne tenê ciwanan digire
dest, civakê giştî digre dest. Ji bo wê jî nivîsandina van nameyan ji zarokekî
heft salî bigire dest heta yekî herî bi temen dikare binivîse. Ji ber ku her
ferdek yê vê wargehê azadiya fîzîkî ya Rêbertî dixwaze û xwe di ber de
berpirsyar dibîne. Kesên ku xwendin û nivîsandina wan nebe jî, em wek ciwan
dikarin di aliyê nivîsîndinê de bi wan re bibin alîkar.”
0 Yorumlar