Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Pîran û Şehîd Diljîn li Mexmûrê hatin bîranîn

Li Wargeha Mexmûrê Şehîd Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Şehîd Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû) ku di 1’ê Mijdara 2024’an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Şehîd Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû) ku di 1’ê Mijdara 2024’an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgitinê li ser navê xelkê wargehê Hevşaredara wargehê Fatima Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di kesayeta Şehîd Pîran û Şehîd Diljîn de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û wiha peyîvî: “Em wek gelê Kurd dizanin ku em di pêvajoyek gelek girîng re derbaz dibin. Îro dewleta faşîst û hevkarê xwe di asta herî jor de tinekirina Kurdan kirine hedefa xwe. Hemû hevalên ku şehîd ketine, armancên hemûyan yek bû. Xwedî li hebûn, keramet, xaka xwe û fikirê Rêber Apo ku îro li cîhanê belavbûyî derketine. Em li ser wê fikirê dizanin îro em hene, xwedî mafin. Her wiha li dijî wê hişmediya qirêj li ser wê firkirê Rêber Apo ev rê hilbijartin û şehîd ketin. Îro em wek gelê Kurd pêvajoya ku em têre derbaz dibin, divê her Kurdekî welatparêz, xwedî wijdan û bêje ezê li ser rûmeta xwe jiyan bikim pêwîste di vir de xwedî erk û berpirsyarbe. Li ser rêya van şehîdan erk û berpirsyartiya ku dikeve li ser milê me ewe ku em xwedî li xeyalên wan derbikevin.”

Her wiha li ser navê malbata Şehîd Pîran jî Bedran Pîranî axivî û destpêkê xêrhatina xelkê wargehê kir û got: “Ev ne şehîdên destpêkêne û ne yên dawî ne ku em li vêderê bibîrtînin, me bi sedan şehîd li vêderê bibîranîne hemû jî ewladên we vî gelî bû. Heval Pîran jî ciwanek yê vê wargehê bû, di perwerdeya vê wargehê de mezin bû û gihişt wê astê ku rêxsitina xwe, Serokatiya xwe û xeta xwe ya rast naskir. Li ser şehîdan em çi bêjin kême, gotin têrê nake. Her ciwanekî ku berê xwe dide çiyayên azad yan jî berxwedana ku li dijî dijmin, van tiştan hemûyan dixin ber çavên xwe û wisa diçin. Em dibînin îro li Rojavayê Kurdistanê û her çar aliyên Kurdistanê, şerekî pir giran heye û em di ferqa vê de ne. Wek malbat em soz didin heta dawiyê li ser xeta hemû şehîdên Kurdistanê û li ser Paradîkmaya Rêber Apo bimeşin. Ji bo vê jî em dibêjin serê malbatên me, serê Serokatiya me, ser tevahî rêhevalên wan û tevahî gelê wargehê saxbe.”

Piştî axaftina mamê Şehîd Pîran, Bedran Pîranî şehadetnameya Şehîd Pîran (Çîmen Alturk) radestî dayîka wê kirin.

Herî dawî jî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Hiseyîn Kara jî axivî û di serî de sersaxî ji bo her dû malbatan xwest û wiha axivî: “Wargeha Mexmûr bi şahadeta van hevalan carek din rûmeta wan bilind bû. Heta ku gelê Mexmûr xwedî van kesayetên wisa be, wê xwedî vê rûbetê bin. Bi vê bûneyê bila dijmin baş bizanibe, Mexmûr bi bedeldayînê teslîm nabin, îradeya wan dê xurt bibe û welatparêziya wan dê pêşbikeve. Li ser vî bingehî bi taybet malbata me ya hêja ya ku di van çil salan de di vê şoreşê de gelek bedel dayîn serê wan saxbe, bi taybet serê rêhevalên wan yên ku îro di bin şertên herî zor û zehmet de li hemberî faşîzma dewleta Tirk di nava berxwedanek bê hempa de ye saxbe. Her wiha serê Rêbertiya me ya ku ev 26 salin li hemberî hemû çewisandin û êrişan di nava berxwedanek bê hempa de ne û îro paradîkmaya wî belavî hemû cîhanê bûye û bûye hêviya hemû gelên bindest saxbe. Em sebrê ji malbata hêja re dixwazin.

Piştî axaftinan, merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar