Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya li Mexmûrê bi koma 102’an didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 518’an de û bi koma 102’an bi biryardariyek xurt didome.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 518’an de û bi koma 102’an bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 101’an Sûsin Geverî axivî.

Sûzin Geverî di serî de tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha got: “Tecrîda girankirî ev 26 salin li ser Rêber Apo berdewame. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Bi rêbazên cuda jî şer tê berdewamkirin. Pergala Îmraliyê ji hikûqê dûrketiye. Dewleta Tirk biryarên CPT û Konseya Ewropayê pêk nayne. Bimire dagirkerî.”

Herî dawî dorveger bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar