Şehîd
nirxên civakanin. Her şehîdek pîvan, perspektîfa siberojê ne, fermanin û rêya
serfiraziyê ne. Şehîd ew kesin ku li beranberî dijmin ji bo parastina gel û
welatê xwe bê du dilî canê xwe xistiye mertal. Ew parizvanên axa welatê xwe ne.
Yek ji wan jî ku canê xwe xistiye mertal li beranberê dijmin têkoşiya, Rêheval Mistefa
Îşlek ango Nûman bû ku di sala 1973’an de li gundê Kiron a Şirnaxê di nava
malbatek welatparêz de ji dayîk dibe. Ji ber nebûna dibistanê ya li gund,
Rêheval Nûman neçarbû ku li Gundikê Melê dibistana xwe bixwîne. Li ser vî bingehî
di nav zorî û zehmetiyan de her sibe heta Gundikê Melê dimeşiya û diçû
dibistanê. Dibistanê 5 salên sereteyî dixwîne û di her dersekî xwe de bi zîrek
û jîrbûna xwe ve dibe mînak di nava hevalên xwe de. Rêheval Nûman her ku mezin dibû berpirsartiya
wî jî zêdetir dibû. Ji bo debara malê neçarbû ku karbikira. Ji ber vê jî di
milekê de dixwîne, di milê din de jî karê pembû dikir. Ji bo debara malê bi
fedekariyek mezin di her karekê de xwe berpirs dibîne û çi ji dest tê dike. Heval
Nûman bi taybetmendiyên xwe yên dilnizim, fedekar û têgihîştî di hêla her ferdekî
malbat û gund de tê hezkirin. Xwedî kesayetek xwebexş, rûken û kêfxweş bû. Di
her zorî zehmetiyên jiyanê de ti carî kefxweşî ji rûyê wî kêm nedibû û xwe
bawerbûn ji bo wî çaraseriya hemû zorî û zehmetiyan bû. Li ser vî bingehî di
her karekî xwe de mîsoger serkeftinê bidest dixist. Rêheval Nûman ti carî neheqî
ne li beranberî xwe, ne jî li beranberî ti kesî qebûl nedikir. Ger nehqiyek bihata
kirin li beranberê wî her tim di nava têkoşînekê de bû. Rêheval Nûman bi danûstandinên
xwe û alîkariya ji bo herkesî, bibû hevalê her ferdekî gund û malbatê.
Zîrektiya wî bibû mînakên li ser zimanê dayîk û bavan. Rêheval Nûman şopdarê
jiyanê bû. Jiyanê baş dişopand û didît ku dewlet di her beşekî jiyanê de dixwaze
civak û ciwanan pûçbike, bi polîtakayên xwe yên bişaftinê ji çand, ziman û exlaqê
civakê dûrbixe. Bi dîtin û lêpirsînên xwe lêgerînên azadiyê pêşdixe û her ku lêgerînên
wî pêşdikevin bi têkoşînê re rêyên çareseriyê digere.
Her ku zane dibe ew cirûska azadiyê di dil û mejiyê wî de geştir dibe û rastiya
gelê Kurd baştir fêm dike. Rêheval Nûman ketibû wê zanebûnê ku ji bo li
beranberî hemû êrişên dijmin têkoşînek bê hempa bimeşîne, rêya serkeftinê li
çiyayên azad di nava lehengên gelê wî de mîsogere. Li ser vî bingehî di sala 1988’an
de berê xwe dide çiyayên azad. Rêheval Nûman bibû parêzvanê gel û welatê xwe.
Di demek kin de xwe di hêla jiyana gerîlatiyê de di çarçova fîkîr û felsefeya Rêbertî
de pêşdixe. Rêheval Nûman dibe xwedî textîk û şêwazên şer. Heval Nûman bi
wêrekî di her karekî de bi taybet jî di çeperên pêş de cih digre û derbên giran
li dijminê mirovatiyê dixe. Di her çalekiyê de serkeftinê ji bo xwe esas digre. Bi hişmendiya ku serkeftina di jiyan û şer de, mîsogerkirina
jiyanek azad û pêşeroja gelê Kurd de tevdigeriya. Rêheval Nûman bi hemû
rêhevalên xwe re xwedî danûstandinên xûrte û zanebûn û tecrûbeyên xwe bi
rêhevalên xwe re parvedike. Li ser vî bingehî hewl dide her hevalekî xwe
perwerde bike. Heval Nûman bi keda xwe ya ji bo şoreşê ji tinebûnê hebûnê
avadike û ji bo her hevalekî xwe yê dozê dibe mînakek jiyanî. Rêheval Nûman li
Besta heta Cudî û Gaber di jiyana xwe ya şoreşgerî de li ser rastiya heqîqetê,
bê du dilî têkoşiya û di sala 1991’an de digihije karwanên nemiran.
0 Yorumlar