Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Diljîn û Şehîd Pîran konê sersaxiyê hat vedan

Şêniyên Wargeha mexmûr bi awayek girseyî serdana konê sersaxiyê yê ji bo Şehîd Diljîn û Şehîd Pîran ku di 1’ê Mijdarê de şehîd bûbûn kirin.



Şêniyên Wargeha mexmûr bi awayek girseyî serdana konê sersaxiyê yê ji bo Şehîd Diljîn û Şehîd Pîran ku di 1’ê Mijdarê de şehîd bûbûn kirin.

Girseya gel destpêkê çûn serdana konê sersaxiyê yê ku ji bo Şehîd Diljîn hatibû vedan. Li wêderê bi di kesayeya şehîd Diljîn û şehîd Pîran de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Qîmet Şirnexî axivî.

 

Qîmet Şirnexî di destpêka axaftinên xwe de ji bo malbatê û tevahî gelê Kurd yê welatparêz sersaxî xwest û wiha axivî: “Dema mirov dibîne di temenekî wisa ciwan de heval gihîştîne wê astê ku bikaribin biryarek wisa bide û rastiya dewleta desthilatdar ya ku li ser xwîna Kurdan dijîn û dixwazin hebûna xwe bidin berdewam kirin rabixin berçavan, em bi şahadeta wan hevalan şanazin. Di pêvajoyek wisa de şahadeta wan hevalan ji bo me dibe hêz û xurtkirina têkoşînê. Bi taybet dema ku em wek jin rastiya heyî radixin ber çavan, em dibînin ne tenê ev herdu hevalên ku şehîd bûne di hemû rastiya jinê de diyare heta ku jin azad nebe, bi berxwedanî û têkoşîna xwe hebûna xwe nede diyarkirin civaka ku em têde jiyan dikin jî em nikarin bêjin azade. Niha tişta ku niha wek jin û wek gelê Kurd em şopdarê doza wan bin.”

Li ser navê malbata Şehîd Diljîn Îsmaîl Marûfî jî di serî de xêrhatina xelkê wargehê kir û wiha peyîvî: “Wek malbat ev şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevayî gelê Kurd û Kurdistanê ye. Şehîd bûyîn mertebeyeke bilinde. Em bi şehîdên xwe serbilindin û emê bi şehîdên xwe vê têkoşînê bibin encamê. Li ser vê yekê em dibêjin serê Rêbertî, partiya me û malbatê sax be.”

Her wiha gelê wargehê bi awayekî giseyî ji wir berê xwe dan konê sersaxiyê ya ku ji bo Şehîd Pîran hatibû vedan. Li wê derê jî li ser navê xelkê wargehê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîndan Sariya Marînos axivî û di serî de sersaxî li malbatê da û wiha pêde çû: “Eger em bêjin emê bigihijin azadiyekê, emê bedelên giran jî bidin. Ji ber ku azadî wisa bi hêsanî nayê bidestxistin, azadî bi xwîna keç û kurên me tê standin. Ev êşekî gelek girane hem ji bo malbatê û hem ji bo tevgerê. Heta ku em negihijin azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe, em çiqas bedelan jî bidin kême. Her şehîdekî ku em didin em pê serbilindin û em dibêjin xûdê sebirê bide malbatê, serê Rêbertiya me û rêhevalên wan yên têkoşînê ku di her şert û mercan de bê navber li berxwe dide saxbe.”

Herî dawî li ser navê malbata Şehîd Pîran Bedran Pîranî jî axivî û diyar kir ku gelê me hemû xema me parvekirin û wiha peyîvî: “Mirovên wisa ciwan winadakirin xemên mezin didin çêkirin. Lê dema em li pêşiya xwe dinerin welatekî bindes heye, Serokekî di nava tecrîdê de heye ji bo vê jî pêwîst dike ku beldelên ji vê mezintir jî bê dayîn. Ji bo azadiya Rêbertî û azadiya Welat pêwîte ev bedel bên dayîn. Em li ser şehîdan çiqas baxivin jî dîsa têrker nîne, niha tenê ya ku dikeve li ser milê me wek malbat, wek civak û wek xelkê amade li ser şopa wan bin û xeta wan berdewam bikin.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Şehîd Namirin’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin qêrîn.

Yorum Gönder

0 Yorumlar