Xelkê Wargeha Mexmûrê di sala 30’an ya penaberiya xwe de ango sala 2024’ê jî du caran ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin û di encamê de sê jinên wargehê birîndar bûn.
Ambargo û dorpêça PDK’ê ya li ser wargehê sala 4’emîn li pey xwe hişt û ketiye sala pêncemîn. Xelkê Mexmûrê îsal bi berxwedan, têkoşîn û çalakiyên cûr bi cûr yên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, bikaranîna çekên kîmyayî, êriş, komkujî, girtin, qetilkirin û qedexeyên li ser gelê Kurd bi çalakiyên girseyî şermezar kirin. Çalakiya Nobetê ya li wargehê di sala duyemîn de jî bi biryardarî didome. Cejnên netewî, olî û cejnên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd yên di nav salê de bi coş û girseyî hatin pîrozkirin. Her wisa bi dehan şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bi merasîmên girseyî hatin bibîranîn.
Wargeha Mexmûrê du caran hat bombebarankirin
Wargeha penaberan ya Mexmûrê îsal jî tevî ku sala borî HPG’ê bi awayek fermî hêzên xwe ji wargehê vekişandin jî û sala 2024’ê tu hêzen HPG’ê li nav wargehê nebûn û dewleta Tirk hebûna gerîlayan di salên borî de ji xwe re dikir hincet û wargeh bombebaran dikir jî; lê wargeh îsal jî tevî ku ev hinceta dewleta Tirk a dagirker nemabû jî, du caran bombebaran kir. Di encama bombebarana yekê de 3 dayik birîndar bûn û di bombebarana duyemîn de jî zererên madî çêbûn. Balafirên biçek û bêmirov yên dewleta Tirk bi dirêjiya salê bi nizmî û bênavber li ser wargehê geriyan.
Çalakiya Nobetê di sala duyemîn de bi biryardarî didome
Çalakiya Nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan 20’ê Tîrmeha 2023’yan hatiye destpêkirin, îsal jî bi hemû germahiya xwe, bi tevlîbûna xelkê wargehê ya dorveger bi biryardariyeke xurt salek li pey xwe hişt û di sala duyemîn de bi biryardariyeke hîn xortir didome. Her wisa ji bilî Çalakiya Nobetê, li Wargeha Mexmûrê çalakiyên cûr bi cûr yên ji bo piştgiriya pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî’ hatin lidarxistin. Li gel vê yekê komloyên navnetewî yên li dijî Rêber Ocalan, qedexeyên li ser hev yên hevdîtina Rêber Apo bi malbat û parêzerên wî re û cezayên di bin navê cuda de li Rêber Ocalan hatine birîn ji aliyê xelkê wargehê ve bi girseyî û bi tundî hatin şermezarkirin.
Sala 2024’an jî xelkê Mexmûrê di dorpêça PDK’ê de derbaz kir
Her wisa ambargo û dorpêça bi fermana dewleta Tirk ji aliyê PDK’ê ve di 17’yê Tîrmeha 2019’an ve li ser Mexmûrê hatiye danîn, di sala çaremîn de û di ketina sala pêncemîn de jî dewam dike. Tevî van hemû êriş, ambargo, dorpêç, qedexeyan çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komployên navnewetewî, êriş, komkujî, dagirkerî, girtin, bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Gerîlayên Azadiyê, tundiya li ser jinan, tayînkirina qeyûman bi dehan meş û çalakiyên girseyî ji aliyê xelkê wargehê ve hatin lidarxistin.
Xelkê Mexmûrê cejnên têkoşînê, netewî û olî bi coş pîroz kirin
Xelkê Wargeha Mexmûrê tevayî salê berxwedana Gerîlayên Azadiyê, cejnên netewî, olî, cejin û rojên taybet yên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd, festîvala 4’ê Nîsanê ya Rojbûna Rêber Ocalan, piştî zêdetirî sê salan hevdîtina bi Rêber Ocalan re û agahî girtina ji tendûristiya Rêbertî, bi lidarxistina şahiyên girseyî ji aliyê xelkê Mexmûrê ve hatin pîrozkirin û silavkirin.
Kongre, konferans, hilbijartin, dewreyên perwerdeyê, semîner, panel û sempozyûm
Her wisa saziyên wargehê ku girêdayî Meclisa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê ne, bi dirêjiya sala 2024’an semîner, dewreyên perwerdeyê yên giştî û xweser, sempozyûmên têkildarî mijarên cuda û ji bo gelek beşên civakê hatin dayîn. Di nava salê de 1’emîn Konferansa Jineolojiyê ya Mexmûrê hat lidarxistin. Her wisa di nav salê de 3’yemîn Kongreya Meclisa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê hate lidarxistin. Xelkê Mexmûrê hevserokên meclisê, hevserokên dîwana meclise, endamên rêveberiyê û meclisa xwe hilbijartin. Li gel vê yekê xelkê wargehê ji bo hilbijartina hevserokên nû û endamên Meclisa Şaredariya Wargeha Mexmûrê çû ser sindoqan.
Perwerdeya bi zimanê Kurdî li Wargehê astengiyan nasnake
Tevî hemû êriş, zext, gef, dorpêç û bêderfetiyan jî sala xwendinê ya Mexmûrê bi beşdariya hemû xwendevan û mamostayên wargehê di dema xwe de despê kir. Mamosta û xwendevanên Wargeha mexmûrê tu astengî li pêşiya domandina israra di perwerdeya bi zimanê dayikê nas nekirin û proseya perwerdeyê bi awayek serkeftî di sala 2024’an de jî dewam kir.
Di vê panoramayê de emê berxwedan, êriş, bûyer û çalakiyên cûr bi cûr yên di nav salê de yên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bînîn bîra we xwîner û şopînerên ajansa xwe.
– Yekem Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê ya sala 2024’an ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de hatiye destpêkirin, di 4’ê Çileyê de di roja 169’an de ji aliyê koma 34’an ve hate dewrgirtin.
– Di 5’ê Çileyê de Reşîd Roboskî ku xebatkarek yê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bû û di 3’ê Çileyê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.
Di 7’ê Çileyê de li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê her sê jinên şoreşger û pêşeng Sakîne Cansiz (Şehîd Sara), Fîdan Dogan (Şehîd Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Şehîd Ronahî) di 11’emîn salvegera damezrandina xwe de hatin bibîran.
– Di 10’ê Çileyê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gerîlayên YJA Starê Amara Rûbar (Ayşe Kapar) û Rûken Amara (Guler Gungen) di salvegera şehadetên xwe ya yekem de hatin bibîranîn.
– Di 18’yê Çileyê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi hezaran xwendevanên ku bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin, bi kelecan û coşek mezin karnameyên xwe wergirtin û ketin betlaneya nîva sala xwendinê.
– Şoreşgera pêşeng ya xwedî ked û têkoşîna 31 salan Firyal Silêman Xalid ku di 18’yê Çileya 2024’an de li bajarê Kerkûkê di encama êrişa MÎT’ê de şehîd bû, di 19’yê Çileyê de li Mexmûrê bi awayek girseyî hate bibîranîn û êrişkar bi tundî hatin şermezarkirin.
– Di 24’ê Çileyê de fermandarên HPG’ê Sebrî Bagok, Cesûr Vedat Welat, Elî Xebat Botan, Rênas Raperîn û Serxwebûn Serhed ku di dem û cihên cûda de şehîd bûbûn û di pêvajoya şerê DAIŞ’ê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo parastina gel şer kiribûn, li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê hatin bîranîn.
– Di 26’ê Çileyê de xelkê Wargeha Mexmûr bi awayek girseyî, bi daxuyaniyekê êrişên PDK’ê yên di 24’ê Çileyê li devera Amediyê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêk anîn, bi tundî şermezar kirin.
– Di 1’ê Sibatê de welatiyên Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 15’yê Sibatê ya Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn.
– Di 2’yê Sibatê de, di pêşengtiya Meclisa Îştar ya Mexmûrê de jina şoreşgera pêşeng Viyan Soran (Leyla Walî Hisên) di salvegera şehadeta xwe de bi merasîmekê hate bibîranîn.
– Di 3’yê Sibatê de li Wargeha Mexmûrê gerîlaya YJA-Starê Azê Erdal (Kurdistan Sîdar) ku di Tebaxa 2022’yan de di encama êrişên dewleta Tirk a faşîs de li herêma Metîna şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî hat bibîranîn.
– Di 4’ê Sibatê de ji bo gerilaya YJA-Star Azê Erdal (Kurdistan Sîdar) konê sersaxiyê hat vedan.
– Di 7’ê Sibatê de bi hezaran xwendevanên seretayî, navîn, amadeyî û peymangehan yên Wargeha Mexmûrê li Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê bi daxuyaniyekê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.
– Di 13’yê Sibatê de li Wargeha Mexmûrê ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya girtiyên azadiyê û şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’yê Sibatê çalakiya birçîbûnê ya sê rojan hat destpêkirin.
– Di 13’yê Sibatê de li Wargeha Mexmûrê Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat û Şervana YPJ’ê Azadî Dêrîk ku di êrişa dewleta Tirk de li Qamişloyê şehîd bûbûn, bi merasîmek girseyî hatin bibîranîn.
– Di 15’yê Sibatê de Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi şîara ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ komploya navnetewî ya 15’yê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî şermezar kirin.
– Di 21’ê Sibatê de 3’yemîn Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê bi diruşmeya ‘Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibin’, bi tevlîbûna 420 delegeyan destpê kir.
– Di 21’ê Sibatê de Qada Perwerdeyê ya Wargeha Mexmûrê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li ser girîngiya parastin û xwedî derketina li zimanê Kurdî daxuyaniyek da.
– Di 23’yê Sibatê de li navçeya Gemlîk ya Bûrsayê bi mezinahiya 4.1 pileyî erdhejek pêk hat. Xelkê Mexmûrê jî ji ber metirsiya li ser jiyana Rêber Ocalan daket kolanan, meşek girseyî lidar xist û banga agahî girtina ji rewşa Rêber Ocalan li dewleta Tirk kir.
– Di 24’ê Sibatê de delegeyên 3’yemîn Kongreya Meclisa Gel a Mexmûrê ji bo bal kişandina li ser rewşa Rêber Apo û bêhelwestiya CPT’yê bi bilindkirina 400 wêneyên Rêber Ocalan daxuyanî dan û banga bicihanîna erkê xwe li CPT’yê kirin.
– Di 27’ê Sibatê de 3’yemîn Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê di roja 7’an de bidawî bû. Di kongreye de Ehmed Şehbaz û Fîlîz Bûdak weke hevserokên meclise, Nûdem Yaman û Elî Bilehî jî weke hevserokên dîwana meclise hatin hilbijartin.
– Di 27’ê Sibatê de li Wargeha Mexmûrê Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalên Ciwan Sara Hogir Riha bi merasîmekê hatin bîranîn. Di heman rojê de konê sersaxiyê ji bo her du şehîdan hate vedan.
– Di 7’ê Adarê de Mexmûrê Meclisa Îştar ya Wargeha Mexmûrê bi boneya beşdarbûna pîrozbahiya 8’ê Adarê li nav wargehê mal bi mal geriyan û belavok belav kirin.
– Di 7’ê Adarê de li Wargeha Mexmûrê di pêşentiya Meclisa Îştarê de bi boneya pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên bi beşdariya xwendevan û jinên wargehê meşeke girseyî hat lidarxistin.
– Di 8’ê Adarê de bi coş û xûroşekî mezin di pêşengtiya Meclisa Îştar de, bi beşdariya jin, ciwan, xwendevan û xelkê Wargeha Mexmûrê 8’ê Adarê li Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê hate pîrozkirin.
– Di 15’yê Adarê de şêniyên Wargeha Mexmûrê di 36’emîn salvegera komkujiya Helebceyê de, şehîdên komkujiyê li Saziya Malbatên Şehîdan bibîr anîn.
– Di 16’yê Adarê de li Mexmûrê starta pîrozbahiyên Cejna Newrozê hate dayîn û di pêşengtiya TCM’ê de li nav semtan bi şêwazên cuda pîrozbahî hatin kirin.
– Di şeva 17’yê Adarê de, di pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) de Cejna Newrozê bi meşeke meşaleyî hate pîrozkirin.
– Xelkê Wargeha Mexmûrê di 18’yê Adarê de Cejna Newrozê bi coş û moralek mezin û bi tevlîbûna bi hezaran pîroz kir û di pîrozbahiya Newrozê de peyama “Wê ev Newroz bibe, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
– Di 27’ê Adarê de li Wargeha Mexmûrê bi boneya Heftiya Qehremaniyê sînevizyonek li ser şehîdên Heftiya Qehremaniyê hat nîşandan, şehîdên Heftiya Qehremanî hatin bibîranîn û herwiha Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan jî hat bibîranîn.
– Di 30’ê Adarê de Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Bi ruhê operasyonên şoreşgerî em serbixin şerê gel yê şoreşgerî’ di pêşengtiya ciwanan de meşekî girseyî ji bo pîrozkirina çalakiyên gerîlayan hat lidarxistin.
– Di 2’yê Nîsanê de li Wargeha Mexmûrê starta 16’emîn Festîvala Çand û Werzîş ya 4’ê Nîsanê ya bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salane tê lidarxistin, bi vekirina pêşengeha hunerî hate dayîn.
– Di 2’yê Nîsanê de xelkê Wargeha Mexmûrê ji ber nedana mazbatayan ji Hevşaredarên Wanê yên DEM Partiyê re, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi gelê Wanê nîşan da û nenaskirina îradeya gel ya ji aliyê rejima AKP-MHP’ê ve bi tundî hat şermezarkirin.
– Di 3’yê Nîsanê Wargeha Mexmûrê 16’emîn Festîvala Çand û Werzîşe ya 4’ê Nîsanê ya bi boneya Rojbûna Rêber Ocalan di roja 2’yemîn de pêşbaziyên werzîşê hatin lidarxistin.
– Di 3’yê Nîsanê de xwendevanên Wargeha Mexmûrê bi 400 wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirêjiya 150 metreyan ‘4’ê Nîsanê Pîroz be’ nivîsandin û rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
– Di 3’yê Nîsanê de bi pêşengtiya Meclisa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi boneya pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paste hat birîn.
– Di sibeha 4’ê Nîsanê de şêniyên Wargeha Mexmûrê biboneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 350 şitilên daran çandin.
– Di 4’ê Nîsanê de li Wargeha Mexmûrê 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku weke roja fînala mîhrîcanê ye, di roja 3’yemîn de Rojbûna Rêber Ocalan bi şahiyek girseyî hat pîrozkirin.
– Di 6’ê Nîsanê de Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê ku di 3’yê Nîsanê de li Kobanê şehîd bûn, li Wargeha Mexmûrê bi merasîmekî hatin bibîranîn û di heman rojê de ji bo Şehîd Sorxwîn Celal li wargehê konê sersaxiyê hat vedan.
– Di 10’ê Nîsanê de şêniyên Wargeha Mexmûrê bi boneya Cejna Remezanî, piştî nivêja çûn ser gorên xizmên xwe û piştre li nav wargehê cejna hev û xizmên xwe pîroz kirin.
– Di 11’yê Nîsanê de dayika Rêber Ocalan, Dayê Ûveyş di 31’emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê xelkê Wargeha Mexmûrê ve hat bîranîn.
– Di 12’yê Nîsanê de li Wargeha Mexmûrê li heşt navendan hilbijartina Şaredariya Wargeha Mexmûrê pêk hat. Di encama hilbijartinê de Edban Yilmaz û Fatma Hilalî weke hevşaredarên nû hatin hilbijartin.
– Di 20’ê Nîsanê de Komîteya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê şehîdê kedê Segvan Nêrwehî û şehîdên Enternasyonalîst Têkoşer Piling, Lêgerîn Çiya û Hêlîn Qereçox bi bîr anîn.
– Di 20’ê Nîsanê de xelkê Mexmûrê serdana Erdogan ya ya 22’ê Nîsanê bo Bexdayê bi meşekî girseyî nerazîbûnên xwe nîşan da û şermezar kir.
– Di 22’yê Nîsanê de Meclisa Îştar a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo pêngava xweparastinê ya ku di 15’yê Nîsanê de ji aliyê PAJK û KJK’ê ve hatibû destpêkirin da diyarkirin.
– 24’ê Nîsanê rojnamevanên Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekî êrişên li ser çapameniya azad Stêrk TV û Medya Haber’ê bi tûndî şermezar kirin.
– Di 21’ê Nîsanê de li Wargeha Mexmûrê gerîlaya YJA-Star’ê Viyan Ozgur (Serkeftin Demîr) ku di 21’ê Nîsana 2023’an de li Zapê şehîd bûbû di yekemîn salvegera xwe de hat bibîranîn.
– Di 24’ê Nîsanê de li Wargeha Mexmûrê hevşaredarên nû encûmena nû ya şaredariyê li Komîteya Malbatên Şehîdan bi sondxwarinê bi awayek fermî dest bi kar û xebatên kirin.
– Xelkê Wargeha Mexmûrê û navçeya Mexmûrê bi hev re 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê bi şahiyeke girseyî pîroz kirin.
– Di 8’ê Gulanê de xelkê Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekî tecrîda girankirî li ser Rêber Ocalan û qedexeya 3 mehan ya hevdîtinê ya li ser Rêberê Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi tundî şermezar kir û banga lezgîn ya hevdîtinê kir.
– Di 11’yê Gulanê de hunermend û şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’yemîn salvegera şehadeta xwe de li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê hat bîranîn.
– Di 13’yê Gulanê de li Wargeha Mexmûrê ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Navenda Çand û Hunerê ve pêşbirka leyîstokên gelêrî ku du rojan dewam kir, hat destpêkirin.
– Di 15’yê Gulanê de li Wargeha Mexmûrê 108 xwendevanên ku dibistana amadeyî qedandin, şahiyek ya derçûnê lidar xistin.
– Di 15’yê Gulanê Komîteya Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê 15’yê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kir û peyama “Zimanê me hebûn û nasnameya me ye, xwedî lê derbikevin” hate dayîn.
– Di 16’yê Gulanê de dibistanên Wargeha Mexmûrê ku bi giştî 3 hezar û 500 xwendekar lê dixwînin karnameyên xwe girtin û ketin betlaneyê sala xwendinê.
– Di 18’yê Gulanê de li Wargeha Mexmûrê di kesayeta kadroyê pêşeng yê PKK’ê Şehîd Hakî Karer de şehîdên Meha Gulanê û hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd hatin bibîranîn.
– Di 21’ê Gulanê de şêniyên Mexmûrê li dijî qedexeya 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, bi meşeke girseyî şermezar kir.
– Di 23’yê Gulanê de li Wargeha Mexmûrê ji aliyê TJCM û Akademiya Şehîd Jiyan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo komxebatek bi diruşmeya ‘Bi ruhê Sara û Bîşengan, wê xwedawendên serdemê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin’ ku rojan dewam kir hate lidarxistin.
– Di 1’ê Hezîranê de di pêşengtiya Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê de, cara yekemîn ji bo fêrkirina enstrumanan Akademiya Şehîd Hozan Serhed hate vekirin.
– Di 6’ê Hezîranê de li Wargeha Mexmûr Akademiya Civaka Demokratîk ya Şehîd Dr. Huseyîn hat vekirin.
– Di şeva 15’yê Hezîranê de li Wargeha Mexmûrê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdan û xizmên xwe kirin û mûm pêxistin.
– Di 16’yê Hezîranê de şêniyên Mexmûrê piştî nivêja Cejna Qurbanê, serdana goristana wargehê kirin cejna şehîd û xizmên xwe pîroz kirin. Piştre jî berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan û li wir axaftin hatin kirin û cejna hev pîroz kirin.
– Di 17’yê Hezîranê de xelkê Wargeha Mexmûrê şoreşa pêşeng ya PKK’ê Şehîd Şehîd Sema Yuce (Serhildan Leyla) di salvegara şehadeta xwe de hat bîranîn.
– Di 30’ê Hezîranê de li Wargeha Mexmûrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) di 28’emîn salvegera şahadeta xwe ya di encama çalakiya fedayî ya li dijî komploya li ser Rêber Ocalan de, bi lidarxistina şevek ya bîranînê, hat bîranîn.
– Di 3’yê Tîrmehê de şehîdê Ked û Demokrasiyê Yûsûf Tûnç li Wargeha Mexmûrê ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve hat bîranîn.
– Di 8’ê Tîrmehê de xelkê Wargeha Memxûrê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst ya li ser Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê û bêhelwestiya Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkerî û îlhaqê meşek girseyî lidar xist.
– Di 14’yê Tîrmehê de Wargeha Mexmûrê şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê Şehîd Mehmed Hayrî Dûrmûş, Şehîd Kemal Pîr, Şehîd Akîf Yilmaz û Şehîd Elî Çîçek hatin bîranîn.
– Di 17’yê Tîrmehê de Xelkê Wargeha Mexmûrê bi boneya salvegera Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha sala borî de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, meşiya.
– Di 20’ê Tirmehê de Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ku her 5 rojan carekê bi dorveger ji aliyê komeke nû ve dihate dewrgirtin, salek li pey xwe hişt. Çalakî bênavber, bi biryardariyeke xurt û ji dil ya xelkê wargehê didome.
– Di 25’ê Tîrmehê de Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir.
– Di 30’ê Tîrmehê de li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir Riha, Şehîd Bîşeng Birûsk, Şehîd Tolhildan û Şehîd Vejîn bi nîşandana sînevîzyonê hatin bîranîn.
– Di 31’ê Tîrmehê de rojnamevanên Wargeha Mexmûrê û xelkê wargehê biryara 3 sal cezayê girtinê yê ku li rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed hatî birîn, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
– Di 6’ê Tebaxê de xelkê Wargeha Mexmûrê salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2024’an li ser Şengal û Mexmûrê bi daxuyaniyekê hate şermezar kir.
– Di 7’ê Tebaxê de welatiyên Wargeha Mexmûrê biryara Iraqê ya girtina PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bi meşekî girseyî şermezar kirin.
– Li Wargeha Mexmûrê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) de li semtan çalakiyên pîrozkirina 40’emîn salvegera Pêngava 15’yê Tebaxê destpê kirin.
– Di 14’yê Tebaxê de li Wargeha Mexmûrê, di Çalakiya Nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin de, di roja 392’an Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
– Di 15’yê Tebaxê de xelkê Wargeha Mexmûrê Cejna Vejînê Pêngava 15’ê Tebaxê li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi beşdariya bi hezaran, bi çoş, kelecanek bêhempa pîroz kir.
– Di 22’yê Tebaxê de li Wargeha Mexmûrê welatparêzê bi navê Kemal Başkalan ku 8’ê Tebaxê li Qeladizê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekî girseyî hat bibîranîn.
– Di 23’yê Tebaxê de di encama êrişa dewleta Tirk a dagiker ya bi hevkariya PDK’ê ku li dijî wesayîta rojnamevanên Çapemeniya Azad hate kirin de rojnamevanan pêşeng Gulistan Tara û Hêro Behadîn li nêzî navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê şehîd bûn. Xelkê Wargeha Mexmûrê di heman rojê de êrişa hovana ya dewleta Tirk ya li ser rojnamevanan û hevkariya PDK’ê bi meşeke girseyî şermezar kir.
– Li Wargeha Mexmûrê 1’emîn konferansa Komîteya Jineolojiyê ku di 23’yê Tebaxê de bi beşdarbûna sed delegeyan bi şîara “Bi rêxistinkirina hestê jin û jinbûyinê emê jiyanê ji dagirkeriya zanista desthilatdaran rizgar bikin” hatibû lidarxistin, di 25’ê Tebaxê de bidawî bû.
– Di 27’ê Tebaxê de li ser daxwaza endamên jin yên Şaredariya Wargeha Mexmûrê wêneyekê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka 4’ê Nîsanê bi seramîkan hate çêkirin.
– Di 1’ê Îlonê de li Mexmûrê fermandar û şoreşgerên pêşeng yên Kurdistanê Şehîd Berwar Dêrsim (Seyran Çomak), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Orhan Cîhad Bîngol (Alî Dînçer) ku di dem û cihên cûda de şehîd bûbûn, bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.
– Di 2’yê Îlonê de li Wargeha Mexmûrê ji bo şoreşgerên pêşeng yên Kurdistanê Şehîd Berwar Dêrsim (Seyran Çomak), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Orhan Cîhad Bîngol (Alî Dînçer) konê serxaxiyê hate vedan.
– Di 5’ê Îlonê de xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Mexmûrê ku ew sê meh bûn dewreyek a perwerdeya fêrbûan enstrumanan dabûn destpêkin, bi dayîna konserekê berhemên xwe pêşkêş kirin.
– Di 6’ê Îlonê de xelkê Wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî êrişên balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk yên li ser xelkê Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
– Di 7’ê Îlonê de dewreya perwerdeya enstrumanan ya ku li Navenda Çand û Hunerê (NÇHM) û Navenda Stêra Zêrîn (NSZ) ku sê mehan domand, bi lidarxistina şahiyekê bidawî bû.
– Di 10’ê Îlonê de dewleta Tirk a dagirker carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kir, di encama êrişa hovane de 3 dayikên wargehê ji deng û hêza êrişê bibandor bûn û dayikek ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
– Di 13’yê Îlonê de li Wargeha Mexmûrê Şehîd Jiyan (Zeynep Erdem) Avesta Harûn Firat (Filîz Şaybak), Diyar Şerewî (Hesen Budak) û Siyabend Zap (Remezan Akar) yên ku di dîrokên cûda de gihiştibûn şahadetê hatin bi bîranîn.
– Di 16’yê Îlonê de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk dagirker li Wargeha Mexmûrê baxçeyê malbatekê bombebaran kir ku di encamê de ziyanên madî çêbûn. Ev bombebaran dewleta Tirk a faşîst li dijî xelkê penaber û sivîl yê Wargeha Mexmûrê di nav hefteyekê de ya duyemîn bû.
– Di heman roja bombebaranê de xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser wargehê pêkhatibû meşek girseyî li darxistin û gotin “Emê bi berxwedana xwe bersiva dost û dijminan bidin.”
– Di 22’yê Îlonê de li dibistanên Wargeha Mexmûrê bi awayek fermî dest bi sala xwendinê ya 2024-2025’ê hate kirin.
– Di 27’ê Îlonê de gerîlayên HPG’ê şehîd Berxwedan Goyî (Rizgar Kara), Şehîd Rizgar Civyan (Bedran Erîn) û Şehîd Hogir Botan (Şerîf Adlim) ku di 19’ê Tîrmeha 2024’an de li herêma Kotolê ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûbûn, li wargeha Mexmûrê bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn. Di heman rojê de ji bo her sê şehîdan li mala malbata Şehîd Berxwedan Goyî konê sersaxiyê hate vedan.
– Li Wargeha Mexmûrê bi boneya şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 5’ê Cotmehê de ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM) ve rêzeçalakî hatin destpêkirin.
– Xelkê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê di 24’ê Îlonê de êrişên dewleta Tirk a faşist yên li ser Heremên Parastina yên Medaya, Şengal û Rojavayê Kurdistan bi meşeke girseyî şermezar kirin.
– Di 26’ê Cotmehê de li Wargeha Mexmûrê Şehîdên Tabûra Nemiran Şehîd Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û Şehîd Rojger Hêlîn (Alî Orek) ku di 23’yê Cotmehê de li i navenda TUSAŞ’ê ya li Enqereyê çalakiya fedayî pêkanîbûn û hîmê faşîst yê dewleta Tirk û hikûmeta qirker ya AKP-MHP’ê hejandibû, bi merasîmekê hatin bîranîn.
– Di şeva 1’ê Mijdarê de xelkê Wargeha Mexmûrê bi bernameyeke ya şahiyê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.
– Di 8’ê Mijdarê de Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir.
– Di 15’yê Mijdarê de li Wargeha Mexmûrê ji aliyê Meclisa Îştar bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Navnetewî hate dayîn.
– Di 18’yê Mijdarê de jinên wargehê bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşina Li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Navnetewî, di pêşengtiya TJCM’ê de bi dirûşmeya ‘Bi hest û fikra jina azad em dawî li pergala zilamsalarî bînin’ meşiyan.
– Di 21’ê Mijdarê de Xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî qedexeya hevdîtina Rêbertî ya bi parêzerên wî re meşek girseyî lidar xist û diyar kir ku dewleta Tirk wê bi van polîtikayên xwe nikaribe gelê Kurd tune bike.
– Di 24’ê Mijdarê de Komîteya Tenduristiyê û Şaredariya Wargeha Mexmûrê ji bo şînkirina xwezaya wargehê kampanyayek ya darçandinê dan destpêkirin û li nav wargehê dar hatin çandin.
– 25’ê Mijdarê Di pêşengtiya Meclisa Îştar de xelkê Wargehê Penaberan (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşina Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan di bin dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Cûreyên Tundî, Dagirkerî Desthilatdariyê Jin Jiyan Azadî’ meşek girseyî li darxistin.
– Di 27’ê Mijdarê de li Wargeha Mexmûrê 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi dirûşmeya ‘Bi Germahiya Silavên Rojê 46’emîn Salvegera PKK’ê Li Mirovahiyê Pîroz Be’ bi şahiyek girseyî û bi beşdariya bi hezarn li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê hat pîrozkirin.
– Di şeva 28’ê Mijdarê de Ciwanên Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) û Tevgerê Ciwanên Mexmûrê (TCM) bi meşaleyan bi dirêjahiya 150 metreyan kareografiya ala PKK’ê çêkirin û bi coşek mezin Cejna Vejînê 27’ê Mijdarê pîroz kirin.
– Di 3’yê Kanûnê de şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî lidar xistin. Di meşê de banga piştgiriya bi gelê Rojavayê Kurdistan, koçberên Şehba, Til Rifet û Helebê hate kirin û êrişên çeteyan yên bi fermana dewleta Tirk tên kirin, bi tundî şermezar kirin.
– Di 4’ê Kanûnê de li Wargeha Mexmûrê fermandar û şervanên YJA-Starê Medya Egîd (Beraat Afşîn), Nûjiyan Amed (Salîha Akbiyik), Têkoşîn Dilgeş (Şîrvan Ulaş), Berfîn Roj (Caize Selber) ku di dîrokên cûda de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûn, bi nîşandana sînevîzyonekê hatin bîranîn.
– Di 10’ê Kanûnê de xelkê Wargeha Mexmûrê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Şehba, Til Rifet û Minbicê bi meşeke girseyî bi tundî şermezar kirin û berxwedana bêhempa ya QSD’ê silav kirin.
– Di 14’yê Kanûnê de li Wargeha Mexmûrê 1’emîn Konferansa Meclisa Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) bi tevlîbûna 150 xwendevanan hat lidarxistin. Di Konferansê de biryar hat girtin ku Meclisa YXA’yê êdî weke komîte xebatên xwe bide meşandin.
– Di 18’yê Kanûnê de li Wargeha Mexmûrê Şehîd Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Şehîd Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû) ku di 1’ê Mijdara 2024’an li Herêma Şehîd Delîl ya Rojavayê Zapê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn.
-Di 19’ê Kanûnê de Meclisa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê bi hemû endamên saziyên xwe ve serdana konên sersaxiyê yên Şehîd Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Şehîd Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû) kirin.
0 Yorumlar