Ticker

10/recent/ticker-posts

Jiyana bi wate eve

 

Dema em dibêjin jiyan, destpêkê heskirin, hêvî, azadî, jin, bawerî û gelek tiştên ku me qet tam jê negirtiye tê bîra mirov. Lê dema em li rastiya jiyana xwe binêrin weke jin, jixwe jiyan emin. Yê ku vê jiyanê bi civakê dide jiyîn jî jine, lê em ne di ferqa vê hêza xwe ya jiyanê de ne. Jiyan, ne tenê bi awayekî fîzîkî jiyan kirine, lê gelek caran em bi awayê fîzîkî jiyan dikin û ti wateyekî nadin jiyanê. Ji bo jiyanek bi wate pêwîste têkoşîn bê kirin. Ev jiyana ku em qala wê dikin li hemeberî hemû bêmafî û koledariyê têkoşîn kirine. Yê têkoşîn dike dikare bi awayek azad jiyan bike, wê demê mirov dikare bêje jiyanek bi wate tê jiyan kirin.

Di her dem û serdeman de şêweyê jiyanê cûda ye. Li gorî cih û civakan jiyana mirovan tê guhertin. Dema em qala jiyana xwe ya penaberiyê dikin, destpêkê êş, zorî, zehmetî, penaberî, hemû rengên jiyanê yên zehmet tên bîra me. Lê li kêleka wê bi dehan kefxweşî û bîranînên ku ti caran ji hafizeyan dernakevin li ber çavên me ne. Ew bîranîn dihêle ku em wate bidin jiyana xwe û her kêliya jiyana xwe bi wate bikin.

Di sohbetên li semtan hatine kirin de jî me dît, jiyana penaberiyê çiqas bandorek mezin li jinan kiriye û jiyanek bi wate daye jinan. Her kêliya jiyana xwe bi wate dikin û bi kêliyê re jiyan dikin. Ji ber ku xwedî têkoşîn û armancekê ne. Dizanin çima şerê jiyanê dikin. Dema qala wan kêliyan dikin, jiyana wan mîna filîmekê li pêş çavên wan zindî dibin. Bi keyfxweşî û serbilindî wan rojan bibîrdixin.

Ji ber ku di nava vê jiyanê de xwe naskirin, bûn xwedî hêz, zanabûn û hemû sazî, meclîsên xwe avakirin. Yekîtî û baweriyek xurt ya jiyanê di nav wan de ye. Ev di hêle ku jiyanek bi wate û bi rûmet were jiyîn. Lewma ev gel weke malbatekî ku qet nikarin dest ji hev berdin, menewyetekî mezin di nava wan de heye. Ji bira, xwişk û ferdên malbata wan ya xwînê gelek nêzîktirî hevbûn. Ev hemû encamên jiyana penaberiyê ne. Yê herî zêde bûyî xwedî vê jiyanê jî jine. Jin bi hemû hêza xwe ya jiyankirinê xwestiye vê rêwîtiyê bi awayekî herî xurt bigihijîne encamê. Ji bo wê di her qadên jiyanê de pêşengtî kir, bû xwedî hêza rêvebirinê, yekbûn, bawerî û rêxistinê.

Bûn çemê jiyanê. Ev çola zûhabûyî avdan û kirin warê jiyanê. Lewma îro jî navê wê bûye jin jiyan azadî. Weke herdemê, dîrokê mohra xwe li jiyana mirovahiyê xistiye bûye zanist, hêvî, dayîk û wateya jiyana penaberiyê ya herî binirx.

Lê dema em qala vê jiyanê dikin, di kêliyê de nehatiye jiyan kirin, rêwîtiyek dirêje ev jiyan. Eger em bi awayek ji dil xwedî li jiyana xwe derbikevin, wê rewşa me ya jiyanî û rêxistinî jî cûda be. Ji ber ku her kesekê ku xebat dike, çiqas ji bo xurtkirina rêxistinî be ewqas ji bo hebûna xwe ya di nava civakê de jî dike. Kesekî kar bike, hertim ji aliyê civakê ve jî tê heskirin û şêweyê jiyana wan ji cûdaye, jiyan ji bo wan gelek bi watetire.

Jiyankirinek bivî rengî bi awayek hêsan nayê jiyan kirin. Ev jiyan tijî berxwedan, bedel, têkoşîn, westan, serhildan û hemû xweşî û nexweşiyên tû bêjî heye, vî gelî jiyan kiriye. Ji bo wê ev jiyan weke efsaneya jiyanê ye. Kesek nikare bigihije sirra vê jiyanê. Tenê kesên jiyan kirine dikare vebêjin. Lewma di nava awirên her dayîkekê de çîrokek ya jiyana bi wate heye.

Bêrîvan Botî

Yorum Gönder

0 Yorumlar