Ticker

10/recent/ticker-posts

Rojnamevanên Mexmûrê: Emê pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin

Endamên çapemeniya azad a Wargeha Mexmûrê hevpîşeyên xwe Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan yên ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bibûn bibîranîn û soza şopandina rêya wan dan.


Endamên çapemeniya azad a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hevpîşeyên xwe Şehîd Cîhan Bîlgîn û Şehîd Nazim Daştan yên ku di 19’ê Kanûnê de, di encama êrişa balefira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk de şehîd bibûn bi daxuyaniyekê bibîranîn.

Daxuyanî bi pêşengtiya endamên çapemeniya azad a wargehê pêk hat. Bi kombûna hemû endamên çapemeniya azad û xelkê wargehê ya li ber avahiya Mala Gel daxuyanî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî bê dayîn, di kesayeta Şehîd Cîhan, Şehîd Nazim û tevahî şehîdên çapemeniya azad de ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê çapemeniya azad Rojnamevan Bêrîvan Tunc axivî.

Bêrîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de sersaxî li malbatên rojnamevanên şehîd da û wiha peyîvî: “Di pêvajoyek ewqas girîng de, pêvajoyek ku li Rojhilata Navîn bi taybet li Suriye jiyana sedsalan ya gelan li holê ye. Di vê pêvajoyê de êrişên pir giran li ser Kurdistanê, hem li Herêmên Parastina Medya, li Bakur û hem jî li Başûr, bi taybet di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê şoreşekî ku 12 salin bi xwîna keç û xortên gelê Kurdan hatiye avakirin, tê meşandin. Îro ji bo destkeftiyên wê şoreşê ji destê Kurdan bigire, dewleta Tirk û çeteyên wê êriş dikin. Hevalên me Nazim û Cîhan ji bo vê rewşa ku îro li Suriyê diqewime, ji tevahî cîhanê re ragihîne û li berabberî çapemeniya desthilatdar ya ku dixwaze rewşa heyî berovajî bike li ser kar bûn. Ji ber vê yekê di encama êrişekî hovane ya dewleta Tirk de bûn hedef û şehîd bûn.”

Bêrîvan Tûnç her wiha soza şopandina rêya şehîdên çapemeniya azad dubare kir û wiha domand: “Em jî weke endamên çapemeniyê dizanin ku bi hedefgirtina hevalên me yên rojnamevan re dixwazin peyamekî bide me ku bêje ‘em dikarin li herderê êrişê we bikin’. Em jî dibêjin heta ku em azadiya gelê xwe bi destnexin û heta ku em dagirkeriya heyî ji holê nerakin, li kuderê dibe bila bibe emê weke endamên çapemeniya azad li ser kar bin û em ji dagirkeriya wan natirsin. Em pênûs û kameraya wan li erdê nahêlin.”

Daxuyanî bi dirûşemeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar