Ticker

10/recent/ticker-posts

Artêşa Tirk gundê Perexê ya ser bi Zaxo topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Perexê yê Derkarê topbaran kir. Di encamê de bi dehan sewal telef bûn.


Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, îro di roja yekem a cejna Qurbanê de artêşa Tirk a dagirker gundê Perexê yê bajaroka Derkarê ya ser bi Zaxo topbaran kir.

Hate hînbûn ku di encama topbaranê de ziyan gihîşte sewal û malên li gund. Ji ber topbaranê bi dehan mîh telef bûne.


Yorum Gönder

0 Yorumlar