Ticker

10/recent/ticker-posts

Girtî dest bi greva birçîbûnê dikin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê diyar kirin ku piştî 14’ê Tîrmehê wê li dijî êşkence û pêkanînên qirkirinê dest bi greva birçîbûnê bikin.


Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, diyar kirin ku ew ê li dijî tecrîd û êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê bikin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe têkildarî çalakiyê agahî dan, bal kişandin ser berdewamiya tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li ser navê hemû girtiyên siyasî daxuyayaniyek hate parvekirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û zext û polîtîkayên dijwar ên li girtîgehan li ser me tên meşandin, êdî veguheriye tasfiyekirina me ya fîzîkî. Em êdî vê qebûl nakin. Em dibêjin bila mirinek bi rûmet be, lê em vê bêrûmetiyê qebûl nakin. Ji ber vê yekê em ê piştî 14’ê Tîrmehê dest bi greva birçîbûnê bikin. Çalakiya me wê 5 rojan bi awayekî dorveger bidome. Eger polîtîkayên zext û zorê yên li ser me neyên qedandin û daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Em vê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a 5 rojan weke hişyariyek ji bo rêveberiya girtîgehê didin destpêkirin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar