Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi 15’ê Tebaxê re jinan zincîra koletiyê şikadin


Dema ku em li dîroka gelê Kurd binêrin û bînin zima gelek bedelên giran biha hatine dayîn ji bo ku cîhan Kurdan nas bike û bibîne. Yek ji wan jî teqandina fîşeka destpêkê û ji xew rakirina gelê Kurd ya bi pêşengiya qehreman û lehengê Kurd yê nemir Mahsum Korkmaz bi navê xwe yê din Heval Egide. Di her warî de, çi di warê nasname û çand dê dibe, çi di warê têkoşîn bilinkirin û hêvî avakirinê de be, gelê Kurd êdî bû xwedî artêş û berxwedana xwe hê xurtirkir û wateya jiyanê da nûkirin. Lewra di netewa Kurd de fermandarê efsanewî tê naskirin.

Kurd,Ermen, Êzidî û Elewî di gelek ferman û di bin darê zilmê de derbazbûne. Mirov dikare bêje ev pêngava 15’ê Tebax’ê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê Kurd bû çirûskek û rojên reş û tarî li pey xwe hiştin. Bawerî da avakirin û bi hezaran keç û xortên Kurdan dan pey vê dozê û ketin rê. Ew kirasê çewisandinê ji xwekirin û bi derketina rojê re geşbûn.

PKK partiya herî serekeye ku di dîroka Kurdan de tekoşîn ji bo hemû gelên bindest dike, mînaka vê di roja me ya îro de li Rojavayê Kurdistanê û Suryeyê tê jiyankirin.

Hemû kêm netew û bawerî bi vîna xwe ya azad bejdarî vê têkoşînê bûne, bê ku cudakarî were dîtin jiyandikin. Lewma hemû êriş û planên dewleta Tirk bi alîkariya NATO û alîgirên wê tên meşandin da ku ew destkeftî û yekrêziya Suryeya demokratîk ji nav hev bibin û li gorî xwe birêve bibin.

Rêbertî di gelek dahurandinên xwe de tîne ziman û ravedike ka çawa dê Kurd xwe ji vê rewşê rizgar bikin, ji bo vê jî heta roja îro bi hezaran şehîd hatine dayîn.

Gelekî bindest divê bi hemû hêza xwe têkoşîn bike da ku bikaribe azad û aram bijî. Em Kurd jî di roja me ya îro de li her kuçe û kolanan, sazî û dezgehan, akademî û dibistanan de xwe sazdikin, rêxistin dikin û gav bi gav ber bi serkeftinê ve diçin. Ev di pêşengiya jina azad de tê mezinkirin û her roj pêşde diçe. Ger îro çanda me tê astengkirin, ji tirsa windakirina wane, ger zimanê me nayê naskirin û di perwerdeyan de nayê fermîkirin, ji tirsa ku wê rastiya wan ya dijminatî were ferqkirine. Lewma divê em bi ziman û çanda xwe ya resen tevgerbikin, têkoşînê xurtbikin da ku zutir encama ku em dixwazin bi destê xwe ve bînin û nifşê nu bi ziman û çanda wan mezinbikin. Ev yek erkê me hemuyane û daxwaza vê jî li berçave.

Her çiqas pêngava 15’ê Tebaxê pêngavek leşkerî jî be, lê milê wê yê civakî û siyasî jî heye. Bi taybert vê pêngavê guhertinek mezin di kesayeta jin û civaka Kurd de da çêkirin. Di roja me ya îro de li ber çava ye, taybet pêşwazîkirina 15’ê Tebaxê û efsanebûna wê ya di nava civaka Kurd de bi serê xwe guhertineke. Bi damezirandina PKK’ê û destpêkirina pêngava 15’ê Tebaxê re civaka Kurd bi taybet jina Kurd di bingeh de hat guhertin. Ew jina ku nezan, bê hêz, bê îrade û di bin siya zilam de bû, li rûxmê wê jî bi nasnameya xwe ya jin bûnê beşdarî vejîna ku pêngava 15’ê Tebaxê dayî avakirin bû. Her wiha di nava jinan de hêvî û bawerî jî da avakirin, ji ber wê jî bi hezaran jin beşdarî nava refên gerîla bûn û bûn fermandar, pêşeng û fedayiyên civaka Kurd, Rêbertî û mirovahiyê. Êdî jin ne hevjîn, ne keça eşîr, ne xwişk, dayîk û ne jî milk bû. Bûn Bêrîtan, Zîlan, Ezîme, Arîn, Hevrîn û hwd.

Zeyneb Efe

Yorum Gönder

0 Yorumlar