Ticker

10/recent/ticker-posts

Ciwanên Mexmûrê: 15’ê Tebaxê cejin û dîroka ji nûve dayîkbûnê ye

Ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê 40’emîn salvegera cejna vejînê ya gelê Kurd pîroz kirin û wiha gotin: “15’ê Tebaxê ji bo hemû gelê Kurd û hemû gelên ji bo azadiya welatên xwe, wekhevî û aştiyê şer dikin ronahiyeke. Ji bo Kurd û Kurdistanê bû rêyek ya azadiyê.”

Xurbet Tallî


Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di zarokatiya xwe de dayî destpê kirin bû bingehê têkoşîna pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an ya bi Fermandariya Heval Egîd destpê kirî û bû berxwedana azadiyê. Ne tenê ji bo PKK’ê di heman demê de bi şerê çekdarî hêza têkoşîna gelê Kurd jî ji nû ve zindî bû.

Li ser vê mijarê û pîrozkirina cejna vejînê ya gelê Kurd, ciwanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn.

‘Ev çalakî ji bo gelê Kurd bû ronesansek’

Şîlan Bîlen di destpêka axaftina xwe de 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdan, gerîlayên serê çiyan û li Kurdên bi şeref pîroz kir û wiha got: “Piştî împaratoriya Medan gelê Kurd hertim rastî qirkirinê û koçberiyê hatine. Di heman demê de ji bo gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe gelek serhildan kirine. Ev êrişên wan heta salên 1978’an berdewam bûn. Têkoşîna ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ve hatî destpê kirin ji bo Kurd û Kurdistanê bû rêyek ya azadiyê. Pêngava yekemîn ya şerê çekdarî ji aliyê Fermandarê mezin Heval Egîd ve di sala 1984’an de bi teqandina guleya yekemîn destpê kir. Ev çalakî ji bo gelê Kurd bû ronesansek. Piştî 29 serhildanên têkçûyî, ev gav bû rêya serhildan, berxwedan û têkoşînê. Em bang li tevahî ciwanên Kurdan dikin ku xwedî li vê têkoşînê derbikevin.”

‘Ji bo gelê Kurd pêvajoyek nûye’

Serhat Pîrosî jî cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “15’ê Tebaxê ji bo hemû gelê Kurd û hemû gelên ji bo azadiya welatên xwe, wekhevî û aştiyê şer dikin ronahiyeke. Di heman demê de ji bo gelê Kurd pêvajoyek nû ye. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de gelê Kurd dîwarê zilm û zordariyê şikandiye. Mîna xelekekê ji wê rojê heta niha bi hêviyek mezin ber bi azadiyê ve dimeşin. Cejn û dîroka ji nû ve dayîkbûnê ye. Dema em temaşe dikin ciwanên gelê Kurd bi ruhê 15’ê Tebaxê li Zap, Metînan Heftenîn û Bakurê Kurdistanê bi çoş û kêfxweşiyek mezin li hemberî dijminê qirker û dagirker li berxwe didin. Ji sala 1984’an heta niha dijmin li dijî gelê Kurd êrişên qirkirin û dagirkeriyê dide pêkanîn. Em bang li tevahî ciwanên gelê Kurd, ciwanên welatparêz û ciwanên ji bo Serokatiyek azad û welatek azad têkoşînê dikin ku li ser şopên Hevalê Mehsum Korkmaz û hevalên mîna wî bimeşin. Li hemû herêmên Kurdistanê şer heye, pêwîst dike wek ciwan em rolê xwe di vî şerî de bileyîzin.”

‘Nehêlin kes vemirîne’

Jina ciwan a bi navê Zîlan Yîlmaz jî  Cejna Vejînê ya gelê Kurd li mîmarê azadiyê Rêber Apo û tevahî Kurdên di rêya azadiyê de dimeşin pîroz kir û wiha got: “Pêngava 15’ê Tebaxê pêngava ji nû ve avabûna Kurd û Kurdistanê ye. Di heman demê de mohra xwe li dîroka Kurdistanê daye. Teqandina guleya destpêkê rêyek nû ji bo gelê Kurd daye vekirin. Dem dema azadiyê, yekbûn û bi hev re meşînê ye. Salên herî zêde em nêzî azadiyê bûyîn ev salin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku agirê Hevalê Egîd pêxîstî, gûr bikin û nehêlin ti kes vemirîne.”

(kş)

Yorum Gönder

0 Yorumlar