Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo bi fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 3’yan de didome. Çalakvanan bang li her kesê kirin da ku ji bo azadiya Rêber Ocalan rabin ser xwe.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo bi fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 3’yan de didome.
Çalalkiya greva birçîbûnê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê desetpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma nû Hewar Gabarî axivî.
Hewar Gabarî di axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd û wiha got: “Ev 24 salin dijminê dagirker Serokê me esîr girtiye û esaret nesekinandiye jî, bi ser wêre ev du salin peywendiyên me ji Rêbertiya me qutkiriye bi wê ve girêdayî kîmyabaranê bi ser zarokên me de bibarîne. Em li vir bang li gelê Kurdistanê dikin, dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, li kuderê dibe bila bibe divê em hemû xwe bikin yek û rabin ser piyan, çalakiyan bikin û bi wî awayî bigihijin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji ber ku Rêbertî ne keseke, Rêbertî welatek û jiyanek birûmete.”
Piştî axaftinê çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma 3’yan hate kirin.

0 Yorumlar