Ticker

10/recent/ticker-posts

Emê azadiya Serokê xwe mîsoger bikin

Çalakvanên greva birçîbûnê yên Wargaha Penaberan a Mexmûrê balkişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Dewleta Tirk ya dagirker dixwaze gelê Kurd bê Serok bihêle ku hertim di nava tarîtî û desthilatdariya wan de bimînin.”

Jiyan Pîran

Wek tê zanîn ev du salin gelê Kurd bi ti awayî agahî ji Rêbertiya xwe ne girtine, her roj bi hêncetên ji rêzê cezayê displîn û hucrê li Rêbertî tê birîn. Ev ji gumanên gelê Kurd yên di derbarî tendirûstiya Rêbertî de zêdetir dike. Ji bo şikandina vê tecrîdê jî li Kurdistan û seran serî cîhanê rêzeçalakî tên lidarxistin lê heta niha ti agahiyek zelal di derbarî jiyana Rêber Apo de ne hetiye bi destxistin. Ji bo şikandina tecrîda girankirî û fîzîkî azadkirina Rêber Apo, gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî di nava rêzeçalakiyan de ye. Têkildarî vê mijarê çalakvanên greva birçîbûnê ji rojnama me re axivîn. 

‘Emê bi çalakiya xwe azadiya Serokatî mîsoger bikin’

Fatma Kara diyar kir ku armanca wan ya çalakiya greva birçîbûnê ewe ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan bişkînîn û wiha got: “Aramanca çalakiya me şikandina tecrîda li ser Serokatî ye. Ev 24 salin Serokatiya me hatî girtin û bi tecrîdek girankirî re rû bi rû ye. Ji bo azadkirina Serokê xwe me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Ji bo ku gelên cîhanê bizane em hene û xwedî Serokin. Em ketin meha Sibatê, meha Sibatê ji bo gelê Kurd mehek reşe, em dixwazin vê mehê ji gelê Kurd re ronî bikin. Em ji xwedî maf û Serokin. Dewleta Tirk ya dagirker dixwaze gelê Kurd bê serok bihêle ku hertim di nav tarîtî û desthilatdariya wan de bimînin. Wek gelê Kurd em vê yekê nebejirînin. Em 40 milyon Kurdin, Serokê me jî heye. Emê bi çalakiya xwe azadiya gel û Serokatî mîsoger bikin. Ji bo em ji bin vê perda reş derbikevin, divê herkes bibêje ez heme, ez Kurdim û rabe serxwe.”

‘Em dest ji çalakiyan xwe ber nadin’

Rihan Baytaş jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku divê jinên Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe di nava rêzeçalakiyan de bin û wiha pêde çû: “Çalakiya me ji bo fîzîkî azadkirina Serokatiyê ye. Ji ber ku Serokatî ji bo me gelek ked da, taybet ji bo jinan. Em zana kirin, yên ker bi guh kir, yên bê çav bi çav kir, yên bê ziman bi ziman kir. Ne tenê greva birçîbûnê, wek jin çi dikeve li ser milê me emê bikin. Em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Divê CPT erkê xwe li hember Serokatiya me pêkbîne, xwe ker û kor nekin. Pêwîste CPT li gorî dewleta Tirk tevger neke, ji ber ku dewleta Tirk dewletek faşîzt û xwînmije. Gelê Kurd li kuderê dibe bila bibe divê rabe ser xwe, bi Serokatî û gerîlayên xwe re bibin yek. Ji bêdengiyê re êdî bese.”

‘Em deyndarê Serokatî ne’

Sadiq Nêrwehî di axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Rêber Apo derbikevin û wiha  got: “Armanca çalakiya me şikandina tecrîda li ser Serokatiye, ev du salin me ti agahî ji Rêbertiya xwe ne girtiye. Serokatî gelek nirxên girîng bi gelê Kurd da qezenckirin. Ji tinebûnê hebûn çêkir, tarîtî ronî kir. Em gelê Kurd hemû deyndarê Serokatî ne. Serokatî li gelê Kurd xwedî derket pêwîste niha gelê Kurd jî li Serokatiya xwe xwedî derbikeve. Kurdên ku xwedî wijdan û zemîr be divê vê tecrîdê qebûl neke û ne cihê qebûl kirinêye jî. Ev nêzî du meh bû li wargehê çalakiya nobetê dihat meşandin, me zivirand greva birçîbûnê. Heta ku em tiştekê ji Rêbertiya xwe nezanin, emê di nava çalakiyan de bin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar