Bersivên Gel;
- Komplo ye.
- Dijî
mirovatiyê ye.
- Rêbazek
bê exlaqî ye.
- Ji
mirovbûna xwe dûrketin e.
- Sîstema
êşkenceyê ye.
- Rêbazek
ya tûnekirinê ye.
- Tenê hiştin
e.
-
Sextekariya dijmin e.
-
Kapîtalîzme.
- Rêbazek
a dijî civakê ye.
- Tarîtî
ye.
- Tirsa dijmin e.
- Çavtirsandin
e.
- Rastiya
dijmin e.
Di vê
nîvîsê de emê cih bidin tecrîdê, gelo tecrîd çiye, aliyên erênî û nerênî yên
tecrîdê ji bo mirovan çiye? Armanca pêkanîna tecrîdan çiye? Bi tecrîdê çi tê
armanckirin? Gelo şêweyên tecrîdê yên tên zanîn çine? Bi berfirehî emê cih bidin
vê mijarê û hewl bidin bi kinahî ji bo we xwendekarên hêja şîrove bikin;
Tecrîd bi
gotinekî komkirî “Mirovekî ji cîhanê hatî qûtkirin û bi halê xwe hatî hêlan e.”
Ji civak, mirov, xweza, hemû şêweyên jiyanê derxistin û qutkirin re tecrîd tê
gotin. Di roja me ya îro de tecrîd ji bo sîstemên desthilatdar, dewlet netew,
emperyalîzm û kapîtalîzm bûye yek ji rêbazên sezakirina herî berfireh û hesap
xwestinê. Îro sîstem bi armanca parastina berjewendiyên xwe, bi armanca
berdewamkirina zordarî, xwînmijî, sextekarî û desthilatdariya xwe, weke yek ji
rêbazên çavtirsandin, ji civakê qutkirin, bi temamî têkiliya wî/ê ji cihanê qutkirinê
re, weke çekek ya girîng pêktîne. Kesayetê bi tenê hêlan, di aliyê fizîkî,
giyanî û derûnî de têxe û birînên di jiyana wî/ê de neyên pêçan vedike.
Di mijara
gelê me û gelên azadîxwaz de tecrîd heye, emê girîngiyê bidin wateya tecrîda li
zindanan ango armanca tecrîda li ser zindanan. Bandoriyên tecrîdê li ser
kesayeta mirovanan dike, herî zêde kesê li rastî tecrîdê tê, fêm dike û dizane.
Ji ber ku nimûneyên ewqas balkêş di cîhanê de hatine jiyankirin, hinek kes ji ber
ku demekî di tecrîdê de mane axaftin ji bîr kirine. Ji jiyanê û cîhanê qutbûne
û nayê zanîn ka jiyan dikin an na. Tenê armancek ya tecrîdê heye ew jî
parçekirina kesayet û wî ji cewherê wî dûrxistine.
Li girtîgehan
tecrîd yek ji sezayên herî mezin ya êşkenceyê ye. Ji ber ku girtîgeh bixwe
tecrîde. Li rexa wê, li odeyek girtî tenê mayîn, bi ti şêweyî peywendî bi
derdorê re, heta ku bi hewaya vekirî re çênekirin, mafên çandî, civakî, mirovî
bê par mayîn, di aliyê tendûristî û derûnî de zererên pêktên, êşkenceya herî bi
bandor û giran e. Tecrîd li zindanan, êşkenceya di nava êşkenceyê de ye,
tecrîda di nava tecrîdê de ye. Te herêmek teng û bi sînor heye. Bi tecrîdê re têkiliya
girtî bi hevalên wî/ê yên girtî re qut dibe, tû ji nefesek xwezayî bê par
dimînî, bi malbat, parêzeran re nikarî bi ti şêweyî hevdîtinê pêkbînî. Ji mafê
tv, radro, rojname, pênûs, rojnivîs bê par dimînî. Çima me got tecrîd rêbaza êşkencê
ya herî mezine, ji ber ku xalên me li jor rêz kirine, têrê dike mirov di
halê xwe de, di aliyê tenduristî, derûnî, hizirînê de zorî kêşan, axaftin û
gûman de bibe xwedî nexweşiyên bi bandor ango berdewam yên tedawiya wan ne
gengaz. Ev yek dibe sedema ji rastiya xwe ji nasnameya xwe dûrketin ê. Armanc
ji tecrîda li zindanan, di kesayet de îrade şikandin, bê bawer hiştin, ji
nirxên wî durxistin, bi temamî xistina di bin berjewendî û kontrola xwe de.
Dema mirov
li gorî wate û armanca tecrîdê, rewşa Rêberê mirovahiyê Rêber Apo bigire dest,
mirov dikare nêzîkatî û pêkanînên ku ne di dîroka mirovahiyê de ne ji di
serdema em têde jiyan dikin de bibînin. Rêber Apo demê xwe yê girtîgehê, bi
temamî di tecrîdê de derbaz dike. Nimûneyên pêkanînên beramberê Rêber Apo, li ti
girtîgehên dewletên cîhanê de tuneye. Sedemê vê yekê ewe ku raman û hizrên Rêber
Apo, li beramberê berjewendiyên sîstemên cîhanê yên desthilatdar û xwînmij
keleme û lewma tecrîda li Îmraliyê tecrîdek navnetewiye.
Ev tecrîd
bernameyek ya Emperyalîzm û Kapîtalîzmê ye. Armanca vê tecrîdê li ber çavane.
Kesayet tunekirin, ji nirxên wî dûrxistin, serûbinkirina raman û hizrên wî, bi
temamî anîna rewşek bê bandor e. Ji ber ku dewlet û sîstemên dijminên
mirovahiyê baş dizanin, nefes hildana Rêber Apo nefes hildana gelên azadîxwaze,
di heman demê de nêrînên xwe parvekirin û gihandina ji der ve, têkbirin û ji
holê rakirina berjewendiyên wan e. Lewma li dijî tecrîdê derketin, ji bo tecrîd
şikandinê têkoşîn dayîna meşandin, tê wateya nefes standina gelan. Tecrîd
şikandin tê wateya azadiya jinan, azadiya gelên bindest, azadiya mirovahiya
pêşverû. Her roja diçe tecrîd li ser Rêber Apo û hemû dîlên azadiyê girantir
dibe. Lewma tecrîd sûcek mirovahiyêye, bêdengiya beramberê tecrîdê hevkariya
qirkirina gelan û pêşeroja mirovahiyê ye.

0 Yorumlar