Tê payîn şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan ya Mexmûrê, bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Iraqê re bicivin.
Hewldanên Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê dewam dike. Berxwedana xelkê wargehê jî di roja 4’an de dewam dike.
Duh şandeya dayikan bi rayedarên Iraqê re civiyan, piştî wê carek din şandeyek din ji xelkê wargehê bi rayedaran re civiya. Di wan civînan de daxwazên xelkê wargehê ji bo rayedaran hate pêşkêş kirin. Di serdana duh de rayedarên Iraqê ji bo îro jî xwestin hevdîtinê bikin.
Li ser vê tê payîn îro di saet 10:00’an de şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan bi rayedarên Iraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî re bicive.
Derbarê hevdîtina îro de Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak agahî da ajansa me. Budak da zanîn ku duh di encama hevdîtinan de, ji wan re gotin ku wê sibe jî hevdîtinek cûda çêbikin. Bûdak got; “Piştî duh em vegeriyan, berpirsê bûroya Musilê yê Neteweyên Yekbûyî jî li me geriya, ji mere ragihand ku ewê jî sibe saet 10:00 liwir bin, destpêkê bi rayedarên Iraqê re û piştre jî bi were hevdîtinê bikin. Îro emê bi rayedarên Iraqê, hem jî bi Neteweyên Yekbûyî re bicivin. Daxwazên me hene, xala me a bingehî em eve, em bi ti awayî xendekên derdora wargehê û têlkirinê qebûl nakin.”
Budak got ku ji sala 2018’an ve berpirsê Neteweyên Yekbûyî ku serdana wargehê nekiriye, wê îro were û bi wan re bicive. Budak dawiyê de da zanîn ku ewê piştî hevdîtinan, encaman bi raya giştî re ragihînin.
0 Yorumlar