Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştgiriya xwe ji bo Mamosta Mizgîn Yalçin bi daxuyaniyekê anîn ziman û gotin ku polîtîkaya bişaftinê ya ku di sedsalên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker ser gelê Kurd dayî meşandin, di roja me ya îro de gihiştye lûtkeyê.
Têkildarî êrişa lînçkirinê ya li navçeya Farqînê ya Amedê li dijî Mamostaya Zimanê Kurdî Mizgîn Yalçin pêk hatî, Komîyeya Perwerdeyê ya Wargeha Mexmûrê li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn daxuyanî da û piştgiriya ji bo Mamosta Mizgîn nîşan da.
Daxûyanî wihaye:
“Polîtîkaya bişaftînê ya ku di sedsalên dawiyê de dewleta Tirk a dagrker li ser gêl Kurd dayî meşandin, di roja me ya îro de gihiştiye lûtkeyê.
Em Kurd ku bi hezarên salane li ser axa mezopotamya yê jiyan dikin, xwedî dîrokek dûr û dirêj û di aliyê çand, huner, ziman wêjeyê de me kariye pêşengtiyek şayan ji netewên cîhanê re bikin. Gelê Kurdê ku di dîrokê de gelek caran kariye şaristanî ava bike mixabin dîrokek pir dûr û dirêje dibin pencên dagirkerên herêmî û der herêmî de bi hemû cûrên bişaftin û xwînmijiyê re rû bi ru maye. Serdehatinên faşîzane yên Imparatorî û dewletên ku di vê pêvajoyê de li ser heman nirxên me çêbûne, bê gûman ne kêm û ji rêzê bûn. Bi taybet di sedsalên derbarzbûyî yên komara Tirk a faşist de, polîtîkayek pir dijwar û bê eman ser gelê Kurd û nirxên wî hat meşandin. Ji bo ji çanda wê bê durxistin, çanda xwe dan sepandin ji bo zimanê wê ji gorepana dîrokê bêt tinekirin, bi dehên salan hat qedexekirin. Dîsa gotin û lorandina stran û helbestên Kurdî yên ku xwedî dîrokek hezarê salanin hatin qedexekirin û guhdarkirina wan weke tawan hatin dîtin. Lê belê tevî hemû van nêzîkatîyên derveyî mirovahiyê, ne çanda gelê Kurd hat ji bîrkirin, ne zimanê wê ji hola dîrokê hat rakirin, ne ji stran û helbestê wê hatin ji bîrkirin. Berevajî, Tirk ketin di bin bandora çanda gelê Kurd. Her wiha hozanvan û stranbêjên Tirk, bi îlhamgirtina ji stran û awazên Kurdî, hunera xwe avakirin. Dîsa zimanê Tirk yê ku qaşo wê bibûya alternatîfa zimanê Kurd bi xwe ket dibin bandora zimanê Kurdî û roja me ya îro jî bi sedan peyvên ku weke peyvên Tirkî tên zanîn, di rastiya xwe de peyvên Kurdî ne.
Tekoşîna çil salan a dibin rêbertiya Rêber Apo de li beramberî zilm, zordarî, bişaftin û hovîtiya dewleta Tirk a faşîst tê meşandin, bê gûman destkeftiyên pir mezin û bi nirx ji gelê Kurd re mîsogerkiriye. Bi xêra vê têkoşînê dewleta faşîst neçar hatiye hiştin êdî hinek rastiyan bi pejirîne. Yek ji van rastiyan ji, bê gûman rastiya dewlemendiya zimanê Kurd ye ku roja îro weke dayîka hemû zimanên cîhanê tê dîtin û pejirandin. Lewra di van çend salên dawiyê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo fêrbûna zimanê Kurdî, di zankoya Artukluyê de beşê Kurdî hat vekirin, di qada çapemeniyê de qismî jî be destura vekirina Enstutiyan, rojname û kovarên Kurdî hat dayîn bi vekirina qursên zimanê Kurdî, eleqederiyek baş li beramber fêrbûn û xwepêşxistina di zimanê Kurdî de vebûnek baş tê dîtin. Di vê çarçoveyê de, gelek kesên ku xwestin di pêvajoya fêrkirina zimanê Kurdî de peywir werbigrin, di qursên zimanê Kurdî yên hatîn vekirin de cihgirtin. Yek ji van jî Mamostaya Zimanê Kurdî Mizgîn Yalçin e ku li navçeya Farqîna Amedê mamostatî dikir. Lê mixabin, dewleta Tirk a xwedî hişmendiya înkar û tunekirinê, bi hêceta ku navê Kurdî yên bajarên Bakurê Kurdistanê fêrî xwendekarên xwe kiriye, rûyê xwe yê rast eşkere kir û doza girtinê li ser vekir. Wate, tenê ji ber navlêkirinekê ev mamosta hat gunehbarkirin.
Belê, dijminê bav û kalan, nabe dostê lawan. Dijmin her dijmine. Yê ku tevkujî li ser me pêkaniye ew dijmine, yê ku rêberên me li sêdarê dane ew dijmine û yê ku bi bêbextane rêberê me dîl girtiye û dibin tecrîdek herî giran de hiştî her ew dijmine.
Ji bo vê; em weke Komîteya Perwerdê vê nêzîkatiya li beramberî Mamosta Mizgîn Yalçin şermezar dikin, em dibêjin zimanê me rûmeta me ye, zimanê me hebûna me ye.”
0 Yorumlar