Heqîqet giştiye yan jî mirov dikare bêje nayê parçe kirin. Lê belê di fikir de mixabin parçebûyîn çêbûye, lê mirov nikare parçe bike. Lêgerîna heqîqetê ji destpêka avabûyîna gerdûnê, mirov, civakbûyîn û rastiya jiyanê çiye, çewa tê jiyan kirin yan jî divê rastiya were jiyan kirine? Bi her awayî xwe lêgerîn dike ye. Xwe keşif kirina mirov û gerdûnê ye. Rastiya jiyana civaka min çiye yan jî rastiya hebûna min çiye, ez kîme? Ger ez rastiya xwe û civaka xwe nizanim, ez dikarim bêjim ez mirovekî seqetim ji ber yê ku mirov dide jiyankirin ev nirxên me yên civakî ye. Ger tu nirxê xwe winda bikî, hebûna te ya ser gerdûnê jî vala dibe. Her tiştê ku di gerdûnê de hatî afirandin zindiye û nirxên me ye.
Heqîqet bi derketina şaristaniyê re hatiye windakirin. Di roja
me ya îro de xweza tê qirkirin, mirov dikare bêje her ku diçe mirov ji rastiya
xwe ya jiyanê dûr dikeve û ev jî bi rêbazên olî, felsefe, mîtolojî û zanistê çêbûye.
Bi desthilatdariya şaristaniyê keda jinê hatiye dizîn, jin weke kole hatiye
bikaranîn û bi bedena jinê hatiye leyîstin, bi vê re civak û civakbûn hate
tunekirin. Berhemê ku bi destê jinê hatibû afirandin, bi destê sîstema desthilatdar
hat berovajî kirin û hat dizîn. Ev yek hîşt ku di nava civakê de ezezîtî û desthilatî pêşbikeve.
Ji bo ku em van qirêjiyan yan jî ev destdirêjiya ku bi
awayek zanistî li ser jiyana me hatiye leyîstin û tawanbar kirin, divê em baş
bizanibin. Di vê çarçoveyê de rastî û heqîqeta jiyana xwe derxînîn holê. Ji ber ku Reber Apo jî dibêje; “Heqîqet
eşqe, eşq jî jiyana azade.” Divê em jî li ser vê heqîqetê bi eşq nêzîkê jiyana
xwe bibin.
RÊBERTÎ HEQÎQET E
Rêber Apo 'gotin', 'wate' û 'çalakî' ye. Hezkirina ji
Rêbertî hezkirina ji gotin û çalakiya ku bi Rêbertî re şênber bûye. Hewldana ji
bo fêhmkirina Rêber Apo baweriya bi hêza gotin û watedayîna ji gotinên Rêbertî
ye. Têgihiştina Rêbertî têgihiştina hişmendiya gotinê ya Rêbertî ye. Rêbertî
heqîqet e. Heqîqeta ku di nava xweza, civak û jinê de geş bûye û dest bi
berxwedanê kiriye. Zarokê ku têgihiştina civakê fêhm kiriye, ewladê bi xêr ê
civakê û kurê esîl ê jin a dayikê ye. Rêbertî di diyalektîka rabirdû-niha-paşerojê
de pireke di lêgerîna heqîqetê de ye, rawestgehek li ser rêya heqîqetê ye, asta
herî bilind e.
RÊBERTÎ BI ME RE YE
Rêwiyên rêya heqîqetê û parêzvanên bi biryar ên lêgerîna
heqîqetê divê li ser xeta Rêbertî bimeşin. Xwendin, fêhmkirin û bicihanîna
Rêbertî rêya xwegihandina li heqîqetê ye. Rêber Apo nivîsandina gotina
bilêvkirî ye. Rêbertî analîz e, parastin e, paradîgmaya nû ye. Rêber Apo xwe
kir gotin, xwe kir nivîs, bû pirtûk. Yên ku dixwazin ji Rêber Apo hez bikin,
yên ku dixwazin bi Rêbertî zanibin û bibînin, divê neçin dûr. Rêbertî bi me re
ye. Pirtûkek, gotinek bi me re ye. Yên ku dixwazin Rêbertî fêhm bikin divê giraniyê
bidin ser hêza wateyê. Yên ku dixwazin Rêbertî nas bikin divê xwe bispêrin hêza
gotinê.
RÊBERTÎ RONAHIYA ME YE
Fêhmkirin ronîbûn e, ronîbûn jî ronîkirina bi meşaleya
gotinê li labîrentên kûrahiya me ye. Ronahî leze, di leza xwe de rawestîn e.
Ronahî bê dem û bê mirin e. Ronahî dîtin e. Çavên me bi rêya ronahiyê dibînin.
Çavên dîtî digihêje hêza têgihiştinê. Zanebûn ronîbûn û watedayîn e. Rêbertî
ronahiya me ye, ronahiya mejiyê me ye. Çavên mejiyê me ye. Ronahî fêhmkirin û
têgihiştina di leza ronahiyê de ye.
Zeyneb Îke

0 Yorumlar