Şandeyek ji Nûrnertiya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê serdana navenda Malbenda 20 ya Qereçox ya YNK’ê û avahiya Hizbî Şûî ya Kurdistan ya li navçeya Mexmûrê kirin.
Şandeyek ji Nûnertiya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê serdana navenda Malbenda 20 ya Qereçox ya YNK’ê û navenda Hizbî Şûî Kurdistan yên li Navçeya Mexmûrê kirin.
Şandeya wargehê destpêkê çûn serdana Melbenda 20 ya YNK’ê, li wê derê li gel Serpereştiyarê Malbenda 20 ya Qereçox Serdar Siwamend civiyan.
Têkilkarî serdana şandeya Wargeha Mexmûrê Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver axivî û diyar kir ku sedemê serdana wan ya li navenda YNK’ê hem ji bo pîrozbahiya Berpirsê Malbenda 20 Qereçox Serdar Siwamend ku nû bûye berpirsê malbendê, hem jî li ser rewşa wargeh û herêmê her wiha rewşa herî dawî ya vekişîna hêzên gerîla û hatina leşkerên Iraqê kir. Bi wê ve girêdayî dîsa ji aliyê alîgirên PDK’ê ve propagandayek li ser xelkê wargehê hatibû kirin, ji bo ku di navbera xelkê navçeya Mexmûr û wargehê de nakokiyan bidin çêkirin. Bi kurtasî tenequtên ku PDK dixwaze bixe di navbera xelkê navçeyê û xelkê wargehê de baldarbûyîna li ser wê mijarê bû.
Her wiha piştî hevdîtina wan bi Malbenda 20 ya YNK’ê re bidawî bû, piştre şandeya wargehê çû serdana navenda Hizbî Şûî ya Kurdistan. Li wê derê jî gel Berpirsê Rêxistina Komîteya Mexmûrê ya Hizba Şûî Kurdistan Cehwer Sîde civiyan. Şandeya wargehe bi awayekî germ hate pêşwazîkirin. Di civîna her du aliyan de jî li ser pirsgirêkên ku li herêmê û wargehê hene, hate nîqaşkirin. Berpirsê Rêxistina Komîteya Mexmûrê ya Hizbî Şûî Kurdistan jî keyfxweşiya xwe ya ji bo serdana şandeyê anî ziman.

0 Yorumlar