Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin, bi koma 25’an û di roja 118 de bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Bi amadebûna xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan, deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê merasîma dewrgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 24’emîn Nûrcan Avyanî daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek tê zanîn em di çalakiyekê de ne, çalakiya me ji bo azadiya RêberApo ye. Ev bû 25 salin Rêberê Apo di Girtîgeha Îmaraliyê ya yek hucreyî de tê rehîn girtin. Bi taybete ev nêzî 3 salin me tu agahî ji Serokê xwe ne girtiye. Hemû mafên wî yên rewa têne astengkirin. Dewleta Tirk ya dagirker bi piştgiriya hemû hêzên hegemon hemû yasayên xwe binpê dike. Em nizanîn ka rewşa Rêber Apo çiye. Em ji rewşa Rêberê xwe bifikarîn. Em bang li hemû saziyên mafê mirovan û CPT’yê dikin ku bi erkên xwe rabin. Wek gelê Kurd pêwîste em li derdora Rêberê xwe kom bibin û Rêberê xwe azad bikin. Em ji koma nû re serkeftinê dixwazin.”


0 Yorumlar