Li Wargeha Mexmûrê di vê hefteyê de pêlek a nexweşiya mirîşkan belavbûye û zêdeyî 100 mirîşkên xelkê wargehê mirine. Dr. Mihemed Unver dibêje, bila kes wan mirîşkên nexweş nexwe!
Armanc Herekol
Dem dem
pêlên nexweşiyên mirîşkan belav dibe û rêjeyek zêde mirîşik dimirin. Gelek
cureyên nexweşiyên mirîşkan hene. Dema ku yek bi wê nexweşiyê dikeve, li pey
hev diçin û tevahî mirîşkên heyî para xwe ji wê nexweşiyê digirin û tenê çend
mirîşik jê difilitin.
Ev
hefteyeke li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî pêlek a
nexweşiya mirîşkan belav bûye û zêdeyî 100 mirîşkên xelkê wargehê mirine. Heta
niha jî ev nexweşî berdewame.
‘Sîr,
mast û pîvazan bidin mirîşkan’
Beytarê
wargehê yê bi navê Sebrî Mijînî dibêje ku ev nexweşî wek sermayê ye û bi rêya
bayê belavî mirîşkan dibe û van zanyariyan ji rojnama me re parve dike: “Ev 7
sale ez vî karî dikim. Ev hefteyeke hema bêje tevahî kesên ku mirîşkên wan
hene, hatine gel min û min dermanê mirîşkan daye wan. Rêjeyek zêde mirîşik
mirine. Nexweşiyên mirîşkan cur be cur hene. Lê ev hefteyeke nexweşiyek wek vîrusek
a sermayê ketiye di nav mirîşkan de û her roj mirîşik pê dimirin. Di
xwedîkirina mirîşkan de gelê me ne zêde xwedî agahî ne. Aşiyên wan sererast pêk
nayînin. Pêwîste dema ku çîpik çêdibin, heta 9 heyvan 3 aşiyan li wan bidin. Ji
bo vê nexweşiyê, divê antîbiyotîk û vîtamîn bê dayîna mirîşkan. Dema ku ev
derman dan mirîşkan, wê ev nexweşî evqas bandorê li ser hemûyan neke û wê
mirina wan kêm be. Her wiha dermanên xwezayî wek sîr û mast bixin di nav hev de
û pîvazan bidin mirîşkan.”
‘Vîtamîn
bidin û aşî bikin!’
Li ser
heman mijarê welatiyê bi navê Sebrî Hisên ku ev 7 sale karê xwedîkirina
mirîşkan dike û zêdeyî 150 mirîşk û elokên wî hene tîne ziman ku ji ber ku wî aşî
û dermanên mirîşakan sererast bi kar anîne, mirîşkên wê bi nexweşiyê neketine û
wiha dipeyîve: “Ji bo debara jiyana xwe û ji ber hêk bi tenduristin, ez vî karî
dikim. Ez nêzî mala xwe xwedî dikim û bi vê yekê wextê xwe bi xwedîkirina
mirîşkan re derbas dikim. Ez hem mirîşk û hem jî hêkan difiroşim û debara mala
xwe pê dikim. Ez bi sala ne vî karî dikim û divê mirov heta 9 heyvên destpêkê
aşiyên wan sererast li wan bidin. Ji ber ku di pêşerojê de zû bi zû, bi
nexweşiyê nakevin. Ger bên aşîkirin bi hev re namirin. Ya din jî divê vîtamîn
bê dayîna mirîşkan. Di van rojên dawî de ji ber nexweşiyê gelek mirîşik mirine,
lê ji ber ku min aşî kirine û vîtamîn daye wan, ev saleke tenê 3 mirîşikên min mirine.
Dema ku we zanî mirîşik bi nexweşiyê ketine, vîtamînê bidin wan, wê hîn zêdetir
xwe li ber nexweşiyê bigirin. Ya din jî dema ku nexweş dikevin, bê hal dibin û xwarin
naxwin, ji ber ku xwarin naxwin dimirin. Ji ber wê tekane parastina mirîşkan
vîtamîn û aşî ne. Ev vîtamîn li gel beytaran peyda dibin.”
‘Mirîşkên
nexweş nexwin’
Dema ku mirîşk
nexweş dibin gelek kes hene wan mirîşkan beriya ku bimirin serjêdikin û dixwin,
têkildarî zirarên wê em çûn gel Dr. Mihemed Unver û ev zanyarî bi me re
parvekirin: “Nexweşiya mirîşkan pitir bakteriyelin, an jî virusîne. Dema mirîşk
nexweş be û bê serjêkirin, çend goştê wan were kelandin yan jî pijandin jî, hinek
ji wan vîrus û bakteriyan nayên tunekirin. Dema mirov wî goştî bixwe, ew mîkrop
û vîrus derbasî mirov dibe. Bi wê re mirov jehrî dibe, zikçûn çêdibe û
diverişe. Her wiha îltîhap û enfeksiyonê di laşê mirovan de çêdike. Bila ew
mirîşkên nexweş neyên xwarin!”

0 Yorumlar