Ev her sê dewlet jî xala wan a hevpar dagirkerên Kurdistanê yên herêmê ne. Ger mirov yek bi yek li ser polîtîkayên dewletên dagirker ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dimeşînin bisekine.
Yek
ji dewletên sereke ya di dagirkeriya Kurdistanê de rola sereke radibe Tirkiye
ye. Dewleta dagirker sed sal li peyxwe hişt, dema mirov polîtkayên wî yên sed
salên dawî yên li hemberî Kurdan meşandiye temaşe dike dibîne ku ev polîtîka
neguheriye.
Roja
ragihandina komara xwe heta roja me ya îro polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan berdewam
dike.
Dagirkeriya
Tirkiyê polîkaya xwe ya qirkirinê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, hemû cihê ku Kurd
lê dijîn û karîbûye destwerdanê bike, dimeşîne. Ji destpêka bûyerên li Sûriyeyê
heta niha dewleta Tirk dixwaze hemû deverê Kurdan ango Rojavayê Kurdistanê bixe
bin kontrola xwe.
Piştî
statûyek Kurdan li Başûrê Kurdistanê çêbû, dewleta Tirk ya dagirker dehan caran
aniye ziman ku kêmasiya naskirina statûya Başûrê Kurdistan wê Bakûr û Rojhilatê
Sûrî dûbare nekin. Eşkere dibêjin ew ê nehêlin li Rojavayê Kurdistanê statûyek Kurdan
pêk bê.
Piştî
çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Kurdan ve hatin têkbirin û nikaribûn herêmê bixin bin
kontrola xwe lewra jî artêşa Tirk a dagirker bixwe êdî destwerdana Sûrî kirin û
di encam de Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagirkirin û li van deveran bi navê
Kurd û Kurdistanê tiştek nehîştin. Heta roja îro jî êrişên xwe didomîne. Herê
dawî 5’ê Cotmehê çavkaniyên jiyanê weke cihê Petrol, Xaz, Av, Nexweşxane, Dibistan,
Kargeh, Stasyonê Kehrebê kir armanc. Taybet jî di van êrişan de bi dehan
welatiyên herêmê şehîd bûn.
Niha
Tirkiye bi van êrişan ve dixwaze ku siyaset û rewşa Sûriyê vegere rewşa berê
ango vegere beriya 2011’an. Niha armanca Tirkiyê ya sereke têkbirina Rêveberiya
Xweser e. Ev zelal e.
Em
werin polîtîka Hikûmeta Şamê. Jixwe polîtîka Hikûmeta Şamê ya li hemberî Kurdan
guhertin çênebûye. Ew jî heta niha bi
saya Rusya û Îranê li ser piya maye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî
bi perçekirina welat tawanbar dike. Tevî bangên diyalogên Rêveberiya Xweser jî
bi israr dixwaze Sûrî vegerînê 2011’an. Tişta layîqê Kurdan dibîne tenê di heftiyê
de 2 demjimêran bi awayeke bijarte perwerdeya Zimanê Kurdî bê dayîn. Hişmendiya
xwe ya di derbarê Kurdan de ti guhertin çênekiriye û niha jî ji ber ku lewaz e,
nikare zêde êrişên wisa leşkerî bike bi rêka milîsên Îranê û komikan li ser
piya ye. Di derbarê mafê Kurdan ê kolektîf de eşkere dibêje wê ti gavê ne avêje.
Ev yek jî çareseriya Sûrî-Sûrî Rêveberiya Xweser bi deklerasyoneke ragihandibû
zehmet dike. Lê her tewazûn û siyaseta herêmê digûhere ew jî bi van tewazûnan
dixwaze qadê li Rêveberiya Xweser teng bike.
Dema
êrişên Tirkiyê li ser heremê de dixwaze xeta sînorê xwe bi cih bike û
dagirkeriya Tirkiyê ji bo xwe bikarbîne. Ber serê wî dagirkriya Tirkiyê Efrîn,
Bab, Ezaz, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê weke wîlayetên Tirkî rêve dibe, li
van deveran perê Tirkiyê, di dibistanan de zimanê Tirkî, ala Tirkiyê
derbasdare, lê hikûmeta Şamê dewsa xelkên esasî yên herêmê ango Kurdan re li
hevbike, lê berovajî tevdigere da ku bikaribe bi karta Tirkiyê çawa Kurdan ji
holê rabike.
Jixwe
mirov dikare bi çend xalan polîtîkaya Îranê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan
jî bînin ziman, Îran di aloziya Sûrî de roleke diyarker dilîze. Taybet jî ger
Îran ji bo pêkanîna projeya xwe ya Hîlala Şîa li Sûrî bi rêka fikirê mezhebî û
etnîkî roleke xirab dilîze. Herî dawî bi rêka milîsên girêdayî wî li Dêrazorê
xwest bi hevkariya Hikûmeta Şamê şerê Kurd û Ereban derxîne. Gelek caran wekî zimanê
Tirkiyê li dijî Rêveberiya Xweser bi cûdakariyê tewambar dike. Ger Îran bixwaze
pirsgirêka Kurd a li Sûrî çareser bibe, ew hêza wî ya ku bikaribe zextê li Hûmeta
Şamê bike û bîne li ser masê heye, lê vê yekê nake, berovajî carnan heta
hewildanên çareseriyê asteng jî dike. Taybet Îran, Tirkiye û Hikûmeta Şamê dema
mijar dibe Kurd polîtîkayeke hevpar dimeşînin û ev yek gelek caran bi civînên Astana
û Soçî ve xwestin bêxin meryetê. Lê paradîgmaya Rêber Apo ku navnetewî bûye û
îro ji bo hemû gelan bûye hêvî pêşî li van planên wan digre û nahêle gelên
herêmê bikevin xefika wan. Niha li Sûrî siyaseteke li ser dengan bi rêve diçe.
Di
pirsgirêka şerê li Sûriyeyê de niha mirov nikare bêje filan dewlet hevkar û
aligirê filan dewletê ye. Dibe ku ew li hin deveran hevalbend li hin deveran jî
dijber xuya bikin. Têkiliya Rûsya û Tirkiyê û têkiliya Îran û Rûsyayê jî wiha
ye. Têkiliya Rûsya û Amerîka, têkiliya Rûsya û Hikûmeta Şamê jî wisaye. Mirov
dikare bêje di nava hemû hêzên ku niha li Sûriyeyê rewşek yek nîne.
Mînak
êrişên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî dilê
rejîma Sûriye û Rûsyayê ye da ku wekî zextekê li dijî Rojava were bikaranîn. Lê
niha ji bo İdlibê rewş ne wiha ye û ew herdû hêz wekî dijber tên xuyakirin û
wiha tevdigerin. Mirov dikare heman tiştî ji bo hebûna milîsên Îranê jî bêje.
Li hinek cihan ew bi hev re tevdigerin û li hinek cihan jî dema mijar dibe
desthilata devera di bin kontrola wan de, ew hêz dijberî hev tevdigerin. Lê
mijar dema dibe Kurd dagirkerên Kurdistanê Îran, Sûriye û Tirkiyê dibin yek, ev
zelal e. Lê tişteke din ê zelal ew e ku êdî li Rojhilata Navîn bêyî hesabê Kurdan
taybet jî tevgera Azadiyê bê kirin ti alî wê nikaribe planên xwe bibe serî.
Mawa
Tolhildan

0 Yorumlar