Ticker

10/recent/ticker-posts

Meclisa Îştar ya Mexmûrê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî bi boneya tundûtîjiya li ser jinê û bilindkirina têkoşîna jinan ji aliyê Meclisa Îştar ve bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn.

Meclisa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya tundûtîjiya li ser jinê û bilindkirina têkoşîna jinan bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Meclisa Îştar ya wargehê bi wesîleya roja têkoşîna li hemberî şideta li ser jinê em tundûtîjiya li ser jinê şermezar dikin û dibêjin heta azadiya jin û civakê emê xwedî têkoşîn bîn û li mîrateyên jinên têkoşer xwedî derbikevin.”

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi boneya tûndûtîjiya li ser jinê û bilindkirina têkoşîna jinan ji aliyê Meclîsa Îştar ve bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê eşkere kir.

Daxuyanî li ber avahiya Mala Gel ya wargehê bi tevlîbûna bi dehan jinan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan despê kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek ve hat xwedin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji ber van gotinan ku felsefeya jiyana her sê xwîşkan bû wek xwişkên mîrabel tê binavkirin. Dibe tişta herî nêzî me mirina me be, lê ev me natirsîne, emê ji bo her tiştê mafdar têbikoşin. Ji ber welatê me tijî êşe, kirina hinek tiştan keyfxweşî ye. Mirov nikare destê xwe bide ser hev û rûne, emê destûr nedin ku zarokên me di vê pergala ku ji rê derketî de bijîn em neçarin li dijî vê pergalê têbikoşin. Em li ser navê xwe amade ne ku her tiştî bikin. Di dîroka 25’ê Mijdara 1960’an de ji aliyê dîkdatorê Trujîlio ve li komara Domînîk destpêkê hatin tecawîzkirin û piştre jî hatin qetilkirin. Lê di têkoşîna wan dayî destpêkirin, piştî mirina wan jî berdewam kir û dawî li dîkdatoriyê anî. Di kom civîna jinan ya Amerîkaya Latîn de ku di sala 1981’an de ku li Kolombiya kom bibûn, ji bo bîranîna her sê xwîşkan ku têkoşîna azadiyê dane 25’ê Mijdarê li cîhanê Roja Têkoşîna li Dijî Tundûtijiya li Ser Jinê hatiye îlankirin.

Em şahidiyê ji dîroka zindî re dikin û komkujiyên ku dewletên dagirker ya Tirk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li ser jinên têkoşer weke Hevrîn Xelef, Zeyneb Sarûxan, Jiyan Tolhildan û bi dehan jinên têkoşer pêktîne dibînin. Ev komkujiya bêtehemûliya zilamên desthilatdar jî asta azadiya jinê nîşan dide.

Li ser vê bingehê em weke Meclîsa Îştar ya Wargehê Mexmûrê bi wesîleya roja têkoşîna li hemberî şideta li ser jinê. Em tundûtîjiya li ser jinê şermezar dikin û dibêjin heta azadiya jin û civakê emê xwedî têkoşîn bîn û li mîrateyên jinên têkoşer xwedî derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar