Ticker

10/recent/ticker-posts

DENGBÊJA KURD: ELMAS XAN

Çiqasî em dîroka hunera Kurdî bikolin, em ê bêhtir hunermend û dengbêjên jin û mêr binasin,  ewin ên ku folklor û kultora Kurdî vejandine û rupelên nû li dîroka huner û çanda Kurdî zêde kirine.


Elmas Xan, navê bavê wê  Mihemed e û diya wê Asya ye. Di sala 1894’ê de li gundê “Xargulê” ji dayîk bûye û li “Cizîra Botan” jiyaye.

Di destpêka sedsala bîstan de, di dema Cenga Cîhanê ya Yekemîn de malbata wê ji Bakurê Kurdistanê direvin û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û li bajarê Zaxo bi cih dibin. 

Dengê Elmas pir xweş û nazik bû, tevlî rewşa jinan a dijwar di wê demê de, lê biryar dide ku ew derbasî hola huner û dengbêjiyê bibe. 

Berê xwe dide bajarê Mûsilê û li wir çend sitranan tomar dike, piştre diçe paytexta Îraqê Bexda, li wir pêvajoyeke nû ji huner û mûzîka Kurdî û ji jiyana xwe re dişopîne.

Bi diplomasiyekî  Ingilîzî re dizwice û çend salan bi evînî û xweşî bi hevdû re dimînin, hevjîniya wan berdewam nake, ji ber ku hevjînê wê diçe welatê xwe û Elmas biryar dide ku ew li welat bimîne, li ser xaka bav û bapîran.

Hevjînê wê bi rêzdarî biryara wê dixwîne û hemî erazî, zêr û zîvan jêre dihêle. Elmas xaniyekî mezin ava dike, ew xanî dibe dîdargeha hunermend, dengbêj, mûzîkjen, helbestvan û nivîskarên Kurd, ji hemû aliyan ve  arîkariyê bi wan re dike heta ku dibin navdar û xwedî ked û xebat. Nemaze ku wê di sala 1945’an de, di beşê Kurdî de li Radoya Bexdayê programeke taybet pêşkêş dikir û derfet dida wan hunermendan ku ew berhemên xwe tomar bikin.

Dibêjin piştre ew bi “Hacî Evdê Îsmayîlî” re dizewice û bi arîkariya wî pir sitranên folklorî û gerêlî dide hunermendan, sitranên dane wan evin: 

(Qumrîkê, Lê lê Êmo, Xiftano, Dotmamê, Hey Nêrgiz, Rihana Min, Hatim Besta Belekê, Gulşînî û Lê Lê Kinê)

Saya vê jina merd û  jîr li ser çand û kiltûrê Kurdî heye û mezin e.

Di sala 1957’an de  dest ji  dengbêjiyê berdide, lê arîkarîdan û merdbûna wê berdewam dimîne.

Hêjayî gotinê ye ku ew keça mamê Meryem Xan e û hinek dibêjin ew meta wê ye. 

Mixabin piştî pîrbûniyê neperûşkên xwe di temenê wê de zêde kirin, êş û janan ew dorpêç kir;  hemû mêvan, dost û hevalên wê xwe jê dûr dikin û pişta xwe didinê, wekî ku wan Elmas yek rojê jî nedîtibin, vê tiştê rewşa wê zortir û nexweştir kir.

Di Kanûna Duwan a  sala 1974’an  diçe li ser dilovaniya Xwedê, berhem, kar û xebata xwe dihêle navnîşana dana xwe ya bê hempa.

Yorum Gönder

0 Yorumlar