Li hemberî zordarî û koledariyê tekoşîn îbadete. Ji bo tekoşînek encamgir rêxistinbûyîn mercê serekeye. Jinên Wargeha Mexmûrê, ji bo li ser xakek biyanî, dibin dorpêça dijmin û xayînan de, li hember teslîmyet û helandinê bikarin xwe, çanda xwe û civaka xwe biparêzin ji beriya ku bêjin pêwîstiyên jiyanê, gotine; xwe rêxistinkirin û îradebûyîn. Bi vê fikrê xwe rêxistinkirin û jiyanek dana avakirinê de di şert û mercên penaberiyê de bûne mînaka rêxistinbûyîn û îradebûyîna jinan.
Tekoşîna 30 salî ya Mexmurê valaderxistina polîtîkayên
penaberiyê ya li ser bingehê bişaftin û helandinê hatî avakirine.
Penaberî bi serê xwe tramvayekî civakî ku derbaskirina wê
zor û zehmete. Yekem meşa azadiyê ya mirovahiyê bi rêwîtiyek dirêj destpêdike.
Rêwîtiya ji geliyê Rîfê ber bi xaka qedîm, bereket û pîroz ya Mezopatamyayê bi
sed salan berdewamkiriye. Lê ji ber ku mirov di nava lêgerîna heqîqet, azadî û
xwebûnê de ye, bê navber û bê westan ev meş berdewam dike ku heta dighe biheşta
ku ji mirovahiyê re hatiye bexşkirin. Di kahînatan de erk û mîsyona dayîktiya
ji bo hemû destpêkan, ji bo vê xakê hatibû veqetandin. Lewra tejaneya di
navbera dû çem û dû çiyan de weke derguşa mirovahiyê hatiye erkdarkirin û
binavkirin. Ev meş û rêwîtî, penaberiyekî li ser dilxwazî û lêgera jiyanê bû. Di encama lêgera hezar
salan de mirovahî bi şaristaniya demokratîk hate şanazkirin. Çemê Dîcle, Firat,
silsileya Toros û Zagrozê bûne stargehên jiyana mirovahiyê. Yekem nan, mal, vedîtin,
amûr, bawerî, zanist, felsefe li ser vê xakê hatiye dîtin û destpêkirin. Jiyana
civaka xwezayî ku bi çanda jin dayîkê tê naskirin û jiyana mirovahiyê ji sedî
98’ê wê di wê demê de hatiye jiyankirin jî, serdema bingehîn ya jiyana
mirovahiyê ye. Jiyan bi reng û dengê jinê hatiye afirandin û şêwedayîn, lewra
jiyan li derdora têgehên rehm, wekhevî, xweşî û xweşikbûnê mezin û bi wate
dibe.
Li her devera ku zilm, zordarî û
desthilatî hebe, xwe rêxistinkirina civakê, berxwedan û tekoşîn jî di astekê de
derdikeve holê. Tekoşîna 30 salî ya Jinên Wrgeha Mexmûrê jî bi vî awayî li
hember bê kok kirin, belavkirin û ji welat ango dayîk, çanda dayîkê dûrxistinê
ye. Di 30 salên penaberiyê de ji bo belavkirin û bişaftina vê civakê dijminê
dagirker bi hevkar û xayînan re hemû rê û rêbaz ceribandin, ji ambargoyê bigre
heta komkujî, talan û ji xaka Kurdistanê derxistinê pêkanîn. Li hemberî van hemû
bê derfetî, derûniya penaberî û zordariya dijmin, jinên wargehê roj bi roj weke
raçandina tevneke renga reng jiyan û
pergala xwe raçandin. Sala 1995’an bi avabûna Yekineyên Azadiya Jinên
Kurdistan’ê re li wargehê jî jinan di qada civakî de xwe weke komîte bi rêxistinkirin.
Ji rêveberiya semtan bigre heta ewlehî, dîplomasî, şaredarî, perwerde û saziyên
din de cih girtin, di xweseriya xwe de xebat dane meşandin. Heta sala 2003’an
bi şiklê sazî û komîte dibin sêwana YAJK’ê de xwe birêxistin kirine û xebatên
civakî dane meşandin. Sala 2003’an û şûnde weke Meclîsa Îştar xwe rêxistinbûyînek
li ser bingehê sazî û komîteyan ku meclîsê dide avakirin hate lidarxistin. Bi
guhertina paradigmayê re jî pergala komîn, meclîs, akademiyan bi nûnertiya
wekhev ya Heveserokatî, hevberdevkiyê îradebûyîna jinê gelek bend hilweşandine.
Ev hemû destkeftî, di dema ku jinan li hemberî bê derfetiyên aborî ji paçê
çadiran cil ji zarokê xwe re çêdikirin, ji bo xwarinê berû komdikirin, ji bo
defter û pênûsên zarokên xwe jî ji naylonê çente çêdikirin, li hember ambargo, dorpêça
leşkerî xwe dikirin sîper lê dîsa jî koletî û dagirkerî ne dipejirandin bi dest
xistin. Li hember êrişên qirkirina çandî hem çanda xwe parastin, hem zarokên
xwe bi çanda xwe mezinkirin. Li aliyê
din li hemberî paşverûtiyên navxweyî xwe rêxistinkirin û xwe parastinê, li
hember qelen girtin, temenê biçûk de zewicandin, nêzîkatiyên jinê wek mal, milk
dibînin, vîn, ked û hêza hilberîn û aqilê wê tune di hesibîne tekoşînek bê hempa hate dayîn. Li ser 5
Rêgezên PAJK’ê Welatparêzî, Vîna Azad, Tekoşîn, Rêxistinkirin, Etîk û Estekîk’ê
bi perwerdeyên komî û kesî xwe gihandiye asta tekoşîna cins û netewî li ser vê fikrê hem di xweser de hem
jî di giştî de xwe bi rêxistin kiriye.
Hêlîn Murad

0 Yorumlar