Kurdistana ku di hêla dakirkeran de bi sînoran hatibû dorpêçkirin û perçiqandin, bi gotina ku Rêbertî gotî, Kurdistan mitîngehe têkoşînek dûr û dirêj û bê hempa hat meşandin. Li ser vê şopa ku Rêbertî bi tîpên zêrîn xêzdikir bi sedan ewladê ev welatê ku bibû pariyên devên guran û bi sînoran hatibû fetisandin, bi têkoşîna van lehengên gelê Kurd carek din li ser mîrasên bav û kalên xwe ala berxwedanî li ser lutkeyên çiyayên Kurdistanê berz dikirin. Yek ji van lehengan jî Rêheval Abdulwahap Turgut ango Nêçîrvan bû. Rêheval Nêçîrvan di sala 1966 li gundê Kanîmesî di nav malbatek weletparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Malbata heval Neçîrvan ku eslê xwe ji wanê ne, lê ji ber ku bavê wî pêjmergeye li Kanîmesiyê bi cih bûne û ji ber êrişên rejîma Baas neçarin ku her carê koçê gunedek cuda bikin. Di nava vê zorî zehmetiyê û koçberiyê de heval Nêçîrvan dibistanê heta 5 salên sereteyî dixwîne. Ji ber ku heval Nêçîrvan zarokê malê yê mezine di 11 saliya xwe de berbirsyartiya malê radike û hewl dide di her hêlê de ev berbirsyartiya xwe bi cih bîne. Bi fedekarî, zîrekbûn û mêvanperweriya xwe ya li hemberî jiyanê bandorek li ser malbat û derdor dide çêkirin. Ji ber vê yekê jî di hêla malbat û derdor de pir tê heskirin. Di wî temenê xwe yê biçûk de di navbera Bakûr û Başûr de dest bi karê ticartê dike. Bi zanebûn û zîrektiya xwe ve di her karekî de serkeftî dibe. Rêheval Nêçîrvan di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiya Kurdistanê nasdike û her ku nasdike heskirina wî zêdetir dibe û lêgerîna wî ya bo jiyanê xurtir dibe. Bivî awayê dest bi karê milîstiyê dike. Di vê rêya xwe ya ticaretê de, pêwîstiyên gerîla jî dabîn dike. Enfala 88 ya li ser Kurdê Başurê Kurdistanê, kînek mezin bi heval Nêçîrvan re çêdike. Neheqî û komkûjiya li ser Kurdan çêdibe, xwesteka wî ya tolhildanê zêdetir dike û dizane ku tekane rêya têkoşînê ewe ku berê xwe bide çiyayên azad. Belê karê milîstî ji bo beranberê dijmin têkoşîn bike têrker nedidît û ji ber vê yekê jî di sala 1988 de berê xwe dide çiyayên azad dibe yek ji wan lehengên parastina doza welatê xwe. Di demek kin de xwe di hêla leşkerî û bîrdoziya Rêbertî de pêşdixe û ji bo her hevalek xwe erkên xwe yên pêşenktî di jiyanê de pêktîne. Bi ceserat û çalekbûna xwe di nav hevalên xwe de dibe mînakek berbiçev. Di jiyanê de bi fedekarî tevdigere û di şer de her tim di çeperên pêşde cih digre. Di sala 1989 de derbasî Îran ê dibe û li wir tê girtin. Di zindana Îranê de têkoşîna xwe berdewam dike û perwerdeyên ku dibîne, dixe wek biroşûr û li kesan belav dike. Bi vî şewayî hewl dide mirovan rêxistin bike. Biştî çend mehan tê berdan û derbazî Besta dibe. Demek kar û xebatê nav civakê de dide meşandin û her gundê ku diçê bi danûstandin û nêzîkbûna xwe hewl dida di hêla bîrdozî û têkoşîna tevgera azadiyê de gel zane bike. Bi nêzîkbûna xwe ya zane û dilnizm dikaribû her mirovên ku xwedî fikirê cuda ne, di hêla bîrdoziya Rêbertî de îkna bike. Piştî demekê di hêla dijmin de karê ku dikir eşkere dibe û her waha bîrîndar dibe, di 1992 de derbazî Hewlêrê dibe. Li Hewlêrê ji hêla PDK ve bi hevalên xwe yên birînder re tên girtin. Ji ber êrişên dijmin malbata Heval Nêçîrvan jî ew demek bu ku hatibûn hewlêrê ew jî bi heval Nêçîrvan re tên giritin. PDK di zindanê de xeta xwe ya xiyanetê berdewam dike û şerê pîskolojî li ser wan dide meşandan. Bî vî awayî dixwaze xeta xwe ya xiyanetê li ser wan ferz bike. Li hemberî vê xeta PDK ya xiyanetê rêheval Nêçîrvan bi xeta berxwedaniyê bersiv dide û bi hevalên xwe re dikeve greva birçîbûnê. Ev tekoşîna ku dide meşandin bi serdikeve û PDK neçar dimîne ku xwastek û pêwîstiyên wan ê jiyanê bicih bîne. Piştî ji zindanê derdikeve berê xwe dide Serhadê erkê xwe yên Rêveberiya Eyaletê di nav hemû zorî zehmetiyan de bicih tîne û carek din birîndar dibe û dîsa derbazî Îranê dibe piştî demek şûnde derbazî Xakurkê dibe û di sala 1995 de digihije kerwanên nemiran.
.jpeg)
0 Yorumlar