Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kirin û bang kirin da ku tevahî ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadan.
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, 32 mehin tu agahî nayên girtin. Derket holê ku careke din li Rêber Apo ji bo 6 mehan cezayekî nû yê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.
Têkildarî vê yekî Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ev biryar bi daxuyaniyekî şermezar kirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan, ji aliyê ciwana bi navê Zehra Gungen ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ev 26 salin Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de ye. Armanca vê tecrîdê, Rêber Apo ji milyonan kesan dûrxistin bû. Ev 32 heyvin agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Her ciha 6 heyvdin jî hevdîtin qedexekirine. Ev vê yekî şermezar dikin. Em wek ciwan û jinên ciwan ên Mexmûrê vê tecrîda dij mirovî û van cezayên der yasayî qebul nakin. Em tevahî saziyên pêywendîdar daxwazî li ser erkên wan dikin. Em soz didin ku heta azadiya Rêber Apo, emê di nava çalakiyan de bin. Her wiha em bang li tevahî ciwanan dikin da ku li dijî vê tecrîda li ser Rêber Apo dakevin qadan.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

0 Yorumlar