Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Divê em Rêbertiya xwe bi tenê nehêlin’

Welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bang li gelê Kurd kir ku di 18’ê vê mehê de herkes dakevin qadan û li Rêberê xwe xwedî derbikevin û gotin: “Em bang li gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê bi taybet li jin û ciwanan dikin ku rabin ser xwe ne dema rûniştinê ye, dem dema azadî û serkeftinê ye.”
Jiyan Pîran

Ji Adara 2021’an û şûn ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilinde tê girtin nayê sitandin.  Li dijî vê tecrîda girankirî li seranserî cîhanê di bin dirûşmeya: “ Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat destpêkirin. Di çarçova van çalakiyan de wê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bang li gelê Bakurê Kurdistanê kirin ku xwedî derketinek xurt ya vê meşê were pêkanîn.

‘Êdî rabin ser xwe’

Ezîze Teymûr di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Di cîhanê de tenê li ser Rêbertiya me tecrîda girankirî tê pêkanîn. Nahêlin ne parêzer ne jî malbat bi Rêbertiya me re hevdîtin bikin. Em rewaşa Rêberê xwe nizanin ka çawa ye. Fikrê ku di serê Rêbertiya me de niha di serê ti serokekî cîhanê de tine ye. Kurdê ku dilê wî ji bo Kurdîtiyê lêdide divê ji bo Rêbertî rabe ser xwe. Ez bang li tevahî jinên Kurd dikim ku li Rêbertî  xwedî derbikevin. Pêwîste gelê me yê Bakurê Kurdistanê îro ji hemû rojê zêdetir rabe ser xwe û dengê xwe derbixine.  Ji ber ku tiştekî dewleta Tirk bike û em jê bitirsin ne maye, hertiş bi serê me aniye. Kurd doza Kurdistanek azad, mafê  xwe û nasnemeya xwe dikin, ji bo wê îro di girtigehan de tên ragirtin. Her wiha ez bang li jin û ciwanên Kurd dikim ku êdî rabin ser xwe, pêwîste em destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Divê herkes destê xwe bide destê hev û xwe di nav vê meşê de bibîne.”

Xelîl Hevlerî jî di destpêka axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku pêwîste her kes di meşa 18’ê vê mehê ya ber bi Gemrîkê de cihê xwe bigire û wiha got: “Ez wek penaberekî bang li tevahî gelê Kurd dikim ku îro em li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin. Divê em Serokatiya xwe tenê nehêlin. Ji ber ku gelê Kurd bi derketina Serokatiyê re xwe nas kir. Pêwîste me wek gelê Kurd li derdora Rêbertiya xwe bibin çemberek ji agir. Ev 34 mehin ti agahî ji Rêbertî nayê girtin. Ji bo ku em agahî ji Rêberê xwe bigirin divê gelê Kurd li ser lingan be. Em bang li gelê Kurd dikin beşdarbûna xwe ji meşa 18’ê vê mehê re bidin çêkirin. Yê ku Kurd be bi navê Kurdîniyê bi axive, pêwîste li Serokatiya xwe bibe xwedî.”

‘Tişta dikev ser milê me, emê bikin’

Kerîma Qewalî jî herî dawî di gotinên xwe de destnîşan kir ku divê hemû jinên Kurd bi yek reng û dengî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe xwedî û wiha got: “Em tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikin, me wek jin piştî derketina Rêbertî, xwe naskir. Em bi ti şêwazan vê tecrîdê napejirînin. Ji bo şikandina tecrîdê emê di nava têkoşînê de bin. Ji tecrîd, zilm û zordariyê re êdî bese. Em bang li tevahî jinan dikin ku rabin ser xwe, tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe ji nava van çar dîwaran derbixin. Pêwîste hemû jin, zilam, ciwanên Kurd beşdarbûna xwe ji meşa Gemlîkê re bidin çêkirin. Em ji wek jinên wargehê piştgiriya xwe ji vê meşê re didin diyar kirin. Tişta dikeve ser milê me, emê bikin. Em bang li gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê bi taybet li jin û ciwanan dikin ku rabin ser xwe dem ne dema rûniştinê ye, dem dema azadî û serkeftinê ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar