Bi hezaran şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi girseyî meşiyan. Şêniyên Mexmûrê piştgirî dan meşa ber bi Gemlikê û banga demildest çûyîna Îmraliyê hat kirin.
Bi hezaran şêniyên xelkê Wargeha Penaran a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi girseyî meşiyan.
Meş li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan tevî xwendevanan bi tevlîbûna hezaran kesî destpêkir. Di meşê de alên KCK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmaraliyê’ hatin berzkirin.
Meş heta ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li wargehê berdewam kir. Li wir deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Mecîsa Gel a Mexmûrê, Ehmed Şehbaz daxuyaniyek da.
‘Em tecrîdê qebul nakin!’
Ehmed Şehbaz di destpêka axaftinên xwe xwe de, tecrîda li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêberê me ev 32 heyvin di destê xêrnexazan de, di bin tecrîdek girankirî de tê girtin û agahiya me ji Rêber Apo nîne. Em wek gelê Mexmûrê timî daxwaza fîzîkî azadiya Rêber Apo dikin. Ji bo şikandina vê tecrîdê jî em di nava çalakiyan de ne. Rêber Apo ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê girtin. Ne tenê dewleta Tirk vê kiryarê pêktîne. Rêber Apo dixwaze civak azad bijîn, ol û mezheb azadbin û civak xwedî li çand û rastiya xwe derbikeve. Lê belê ev hêzên dagirker vê yekî qebul nakin û her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin.”
‘Wê nekarin me tûne bikin’
Şehbaz di berdewamiya axaftinên xwe de da zanîn ku ji Kurdan bêhtir xelkên biyanî li dora Rêber Apo kom bûne û wiha pêde çû. “Li tevahî cîhanê fikir û felsefa Rêber Apo hatiye belavkirin. Ji ber ku Rêber Apo mafê tevahî mirovahiyê dixwaze. Tevahî kesên zanyar, civaknas, profesor û rewşembîrên cîhanê li dora Rêber Apo kom bûne. Em dizanin, dewleta Tirk dixwaze di sedsaliya xwe de Kurdan tûne bike. Lê wê nekarin me tûne bikin. Rêber Apo fikir daye me û em tûne nabin.”
‘Em meşa Gemlikê slav dikin’
Herî dawî Ehmed Şehbaz bang li hemû Kurdan kir da ku li dijî tecrîdê rabin ser xwe û bi van gotinan axaftinên xwe bi dawî kirin: “Em meşa ber bi Gemlikê ve slav dikin û piştgiriya xwe didin diyarkirin. Pêwîste gelê Kurd li dijî van kiryarên qirêj ên li ser Rêber Apo tên meşandin, rabin ser lingan. Wê serkeftin bibe ya me û em dûbare serkeftinê ji meşa Gemlikê re dixwazin.”
Piştî daxûyaniyê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ hatin berzkirin.

0 Yorumlar