Ticker

10/recent/ticker-posts

BAYIK: ÇEKDARÊN PDK’Ê LI SER FERMANA DEWLETA TIRK ÇÛN MEXMÛRÊ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî Bernameya Taybet bû ku di Stêrk TV de hate weşandin. Bayik têkildarî rojevê nirxandin kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik bal kişand ser nîqaşên makeqanûnê ya li Tirkiyeyê jî û destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze bi makeqanûnek faşîst civakê bi temamî bêyî nefes bihêle.

Bayik diyar kir ku tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, li cîhanê mînaka wê tune ye û got: “Siyaseta ku li hemberî Rêber Apo dimeşînin, li hemberî gelê Kurd jî dimeşînin. Li hemberî mirovên demokrat, sosyalîst û azasîxwaz ên Tirkiyeyê jî vê siyasetê dimeşînin. Yanî tevahiya civaka Tirkiyeyê bi vê siyasetê tecrîd kirine.”

Bayik têkildarî vekişîna gerîla ya li Mexmûrê û xwesteka PDK’ê ya bi cihbûnê axivî û diyar kir ku PDK bi dewleta Tirk re çûye Mexmûrê. Bayik anî ziman ku divê xelkê Mexmûrê destûrê nede vê yekê û bi xwe parastina xwe bike.

Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ên di bwrbarê Mexmûrê de wiha ye:

Çima gerîla çû Mexmûrê? DAÎŞ çû Mexmûrê û xwest li wir qetlîaman pêk bîne. Aramanca DAIŞ’ê partiya me gelê Mexmûrê bû. Jixwe nêzîkî Hewlêrê bû. Ji bo DAIŞ destkeftiyên Başûr nekeve xetereyê û hem jî li ser daxwaza desthilata Başûr gerîla çû Mexmûrê. Gerîla li dijî DAÎŞ’ê şer kir, ne tenê Mexmûrê parast, nehişt ku Hewlêrê bi dest bixe.Yanî destkeftiyên gelê Başûr jî parast. Iraq jî parast. Nehişt ku DAÎŞ li Iraqê belav bibe pêşiya wê girt. Ji bo wê Mesûd Barzanî çê Mexmûrê û dîmenên wê di TV de derket. Ji bo gerîla spasî kir. Ji ber ku gerîla wan jî parast. Ji bo parastina wan jî çû. Niha gerîla got ez peywira xwe bi cih anî û xwe kişand ji wê derê. Wextê ku xwe kişand xwestin cihê HPG’ê dest bixin. Ji bere vê di navbera wan de şer derket û MÎT’ek li wir hat kuştin. Yanî dewleta Tirk PDK’ê bi rê ve dibe. Çi şixulê wan li wir heye. Ji ber ku dewleta Tirk daxwaze ew bên wê derê. Ji bo ku kuştinan pêk bînin û kampê dorpêç bikin û vala bikin. Li ser Mexmûrê ambargo heye. Herhalde vê kpm dîtin û çûn wir. Çûna PDK’ê ya wir li ser daxwaziya dewleta Tirk pêk hat. Çûna wan çêna dewleta Tirk bû. Ev îspat bûye. Di roja yekemîn de şer derket û MÎT’ek hat kuştin. Ev çi îspat dike? PDK di xizmeta dewleta Tirk de ye.

GERÎLAYAN WEZÎFEYA XWE BI CIH ANÎN Û NIHA GELÊ ME TÊRA XWE DIKE

Gelê me yê Mexmûrê gelekî zana ye û tecrubeyên wê hene. Bi salan têkoşînê dimeşîne. Van lîstikan baş fêm kiriye. Hatina PDK’ê ji bo çi ye baş fêm dike. Ji bo wê aşkera gotin em PDK’ê naxwazin. Hatine PDK hatina Tirkiyeyê. Ji bo vê em qebûl nakin ku PDK were vir. Gelê wargehê dikare parastina xwe bike. Ji gundê xwe destpê kirin û heta niha xwe diparêzin û tecrubeya wan çêbûye. Pêwîstiya wan bi hebûna gerîla li wir nemaye. Dikarin xwe bipraêzn û sîstemeke xwe ya demokratîk jî pêşxistine. Bi vê sîstemê xwe dimeşînin. Divê vê sîstemê mezintir bikin. Tişta ku ji wan tê xwestin ev e. Em tu caran gelê xwe bêçare nahêlin. Biryargeha me jî ev daxuyanî da. Em tevgereke ji bo gel in. Li ku derê hewcedariya gelê me hebe em li wir in. Wesfa me parastina gelê me ye. Divê gelê me ji xwe bawer bin. Ew têra xwe hene û dikarin xwe biparêzin. Banga min ji bo Iraq û NY’ê heye. Heta niha PDK derew ji wan re dikirin û wan dengê xwe nedikirin. Hinceta wan ew bû ku digotin gerîla li wir in û ew êrîşî gerîla dikin. Niha HPG li wir nîne. Divê êdî berpirsyariya xwe pêk bînin. Heke pêk neynin koomkujî çêbibe ew berprisyar in. Di vir de heke li ser kampê êrîş û komkujî çê bibin ev di sitûyê Iraq û NY’ê de ye. Ez di wê baweriyê de me me peywira xwe bi cih anî. Divê ji wan re bêjin ku êdî berpirsyariya xwe pêk bînin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar