Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê ji bo Şehîd Botan Cûdî konê sersaxiyê hat vedan

Li Wargeha Penaberan Mexmûrê gerîla Botan Cûdî, Koçerîn Rojîn, Rênas Sason û Şevgera Amed yên ku di 15 û 17’ê Îlona 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bibûn hatin bîranîn û ji bo Şehîd Botan Cûdî konê sersaxiyê hat vedan.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Botan Cûdî, Koçerîn Rojîn, Rênas Sason û Şevgera Amed yên ku di 15 û 17’ê Îlona 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bibûn hatin bîranîn û ji bo Şehîd Botan Cûdî konê sersaxiyê hat vedan.

Bi kombûna hemû saziyên wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan berê xwe dan konê sersaxiyê yê. Piştî ku gel gihişt ber kon beriya ku axaftin were kirin di kesayeya Şehîd Botan de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û li ser navê saziyên wargehê Hazim Şirnexî axivî.

Hazim Şirnexî di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Botan de hemû şehîdên Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Ev wargeh ji şahadeta ne xerîbe, dijminê me yê hov AKP-MHP dixwaze di serî de êrişê gerîla bike ji bo ku gelê Kurd nebe xwedî artêş û îrade, bi hemû tank û topên xwe êrişê gerîlayên me dikin. Ew teknîka ku pişta xwe didayê, ew teknîk jî têk çû. Xelkê me yê wargehê li hemberî hemû gerîlayên me yên şehîd dikevin erk û berpirsyariyên xwe tînin cih. Wek wargeh em malbatên hemû şehîdanin. Em dûbare dibêjin serê Rêber Apo, rêhevalên wî yên ku di çeperan de li ber xwe didin û serê malbata hêja saxbe.”

Her wiha li ser navê malbatê jî Welat Kilîm axivî û beriya her tiştî xêrhatina xelkê wargehê kir û wiha peyîvî: “Bê gûman îfadekirin şehîd pir zehmete, li hemberî ked û şoreşa wan her wiha li hemberî ew erk û berpirsyartiyên ku wan li ser milê xwe girtîn ku ji bo li hemberî wî dijminê hov bikaribe berteka herî dijwar bidin. Bê gûman ew bedelên xwe bi canê xwe, bi xwîna xwe didin. Em hem wek malbat û hem jî wek gelê wargehê em minetdarê vê kedan wanin. Em jî dibêjin destpêkê serê Rêbertî û tevahî şervanên azadiyê yên ku di çeperan de liber xwe dide, girtiyê zindanan û tevahî gelê Kurd yê xwedî şeref ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide saxbe.”

Piştî axafinan dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar